Bi hilhatina rojê re
Min bavan vekir ji okyanûsên şîn re,
Bi dijwariya bayê qeyîk pêlepêl dibû.
Çar aliyên min cemedbûn.
Di bêdawitiya okyanûsan de
Ba, rêhevaltiya xemgîniya min dikir
Ji ber
Hesreta min ya ji rojê re dizanî.
Dilê min bi pêta azadiyê
Li pey zayîneke nû bû.
Ji bo nêzê rojê bibim
Diviyabû dilê min,
Bi agir hatiba şuştin
Mîna SEMA…
Da ku dawî li “hesreta” min hatiba.

 

— NEWAL RUSTEM