Gizîng rêbîn

Mêzopotamya dîrokeke pênc hezar salan a koledariyê jiyan kiriye. Ev dîrok, dîrokeke tijî êş û azar, dîroka rabûnên mezin li hember ketinên dijwar bû. Di nav vê dîroka pênc hezar sal de Xwedawend Mîtra, Hz. Nûh, Hz. Îbrahîm, Zerdeşt û Kawayê Hesinkar li hember vî koledariyê dasepandî rabûne û ji bo ku civaka xwe û mirovahî ji koletî, şer, tevkujî, zilim û talanan rizgar bikin û azadî û exlaq serwer bikin têkoşînên mezin meşandine. Têkoşîna hemûyan ji bo gelên Mêzopotamyayê weke vejînek bûye û heya niha weke destan û efsaneyên lehengiyê tên qalkirin û vegotin.

Ji sedsala 17 û şunve ku erdnîgariya Kurdistan di navbera dewlet û împeratoriyan de bi parçebûnê re rûbirû hat jî ev berxwedan bi awayê raperîn, îsyan û serhildanan berdewam kir û heya niha hat. Di van sedsalan de tu welatek bi qasî Kurdistan nebû meydana şerên dagîrkeriyê gelek dewletan, tu axek bi qasî axa Kurdistan nehat parçekirin, tu gelek bi qasî gelê Kurd ji xwe nehat biyanîkirin û helandin, tu nasnameyek bi qasî nasnameya Kurd nehat înkarkirin û vîna tu gelek bi qasî vîna gelê Kurd nehat tevizandin! Gotin “me Kurdê azad li Agirî defin kir û ser beton kir”, gotin “me bêhna Kurdan li Amed û Dêrsim û Çarçira li ser sêdarê çikand”. Xwestin bi dijwarkirina şer, înkar û qirkirin vê gelê ji bîr bibin. Ji ber vêye ku heya niha Kurdistan welateke ku hemû dewletên dagîrker û koledarê cîhanê ser wê, hesaba berjewendî û rantên xwe dikin. Welateke ku bûye meydana şerên dagîrkerî û talanan.

Li çar beşa Kurdistanê, çar dewletê dagîrker hemû hêza siyasî, îdarî û leşkeriyê xwe ji bo vê armancê xistin ger. Bi tepisandina her raperînekî re êrîşên înkar, helandin û tunekirinê hê dijwartir û xedartir kirin; bi awayekî ku Kurd nekaribe bi zimanê xwe biaxive, cil û bergên Kurdî li xwe bike, navên Kurdî li zarok û gund û bajêrên xwe bike, xebatên civaka xwe bike, cejnên netewî pîroz bike û navê welatê xwe bîne ziman!

Di qonaxeke wiha de derketin û serkêşiya Rêberekî ku hemû gel û civaka xwe himêz bike û bi xwe re bimeşîne hesret û xeyalek bû. Zanayê Kurd Ehmedê Xanî zûde ev hesreta xwe anîbû ziman û gotibû ku “eger rêbereke me yê zana hebûya em jî di nav civaka mirovahî de xwedî pêgeha ku me heq kiriye dibûn”. Xewn û hesreta Ehmedê Xanî pêk hat û ser rêça Mîtra, Nûh û Zerdeşt rêbereke zana li Ûrfaya warê Hezretê Îbrahîm derket.

Di qonaxek de ku Kurd êdî hem nasnameya netewî û hem nasnameya mirovbûna xwe winda kiribû, di nav civaka mirovahî de xwedî tu pêgehek nebû û weke miriyeke ser pêyan bêruh û bêvîn bû, derketina Rêber Apo bi wateya vejîn û ji nûde zindîbûn bû. Di dîroka Mezopotamya de, li hember lehiyê zilmê şahan ku her tiştî tune dikir wateya Keştiya Hezretê Nûh û birina vê keştiyê ji bo lûtkeya çiyayê Cudî çi bû, şkênandina putên Nemrudan bi destê Hezretê Îbrahîm çi peyamekî dida, ji aliyê Xwedawend Mîtra ve parastina civak ji xirabî û tunebûnê xwedî çi wateyekî bû, di felsefeya Zerdeşt de şerê nabera Ahura Mezda û Ehrîmen û herwiha êrîşê Kawa li ser Zehak bi çi wateyekî bû derketina Rêber Apo jî bi heman wateyêye. Eger awirek li dîrok, civaknasî û derûniya civaka Kurdistanê bê dan fêm dibe ku dagîrkerî û talanê ku di sedsala 20 û 21 de li ser kesayet û civaka Kurd tê kirin ji pêvajoyên wan rêber û pêşengan gelek zêdetire.

Derketin û serî rakirin li hember pergaleke evqas xwînxwar hêsan û rehet nîne. Raperînên sedsalên dawî li pey hevdû li beramber vî pergalî bin ketin. Kes nekarî li ber xwe bide. Diviya yan bên kuştin û tune bibin, an jî bibin duvikê dagîrkeran û daxwaz û siyasetên wan bi navê Kurdîniyê li ser gelê xwe pêk bînin. Gelek pêşeng û rêber radestî û îxanetê red kirin û bi serfirazî ber bi mirin û sêdarve çûn. Her çiqas raperîna wan bin ket jî lê rûmeta xwe nefirotin û li hember dijminên xwe çok nedeynan. Lê belê hin kesên din jî ku xwe weke pêşengên gel nîşan dan heya niha amûrê herî baş ê pêkhatina daxwazên dijminanin di vê welatê de. Jixwe eger evna nebûna Kurd evqas birîndar nedibû, evqas êş nedikişand û Kurdistan evqas nediket ber êrîşên tunekirinê.

Ji ber vê jî derketina Rêber Apo bi qasî ku vejiyandina Kurdê mirî û ji xwe biyanîbûyî ye û bi wateya şikênandina destê dagîrkeran li ser welatê meye, ewqas jî li dijî nokerî, îxanet û dijminên navxweyiye. Rêber Apo bi kesayet, şêwaza jiyan, fikir û hest, pêkanîn û xebatên xwe bû dibistanek ku azadî, berxwedan, serî rakirin, teslîmnebûn û jiyana rast fêrî civaka xwe kir û bixwe bû hişmendî û felsefeya jiyaneke nû û azad. Li ser vê bingehê rojbûna Rêber Apo dikare weke Newrozek bê dîtin. Jixwe Newroz bixwe jî bi dû awayan yek wate digihîne; Newroz piştî berf, serma û seqema dijwar a zivistanê germbûna hewa, şiyarbûn û geşbûna xweza, berhem û bereketa axê û jiyaneke nûye; herwiha Newroz roja rizgarbûna gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn ji bin dagîrkerî û zilmên împeratoriyê Aşuriyane. Ev rizgarbûn jî bi wateya jiyaneke nûye.

Derketina Rêber Apo jî li hember koledariyê nûjen bi heman wateya Newrozêye û ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanî weke rojeke nûye, ji ber ku; Kurda ku ditirsiya bibêje Kurdim, ji nasnameya xwe şerm dikir û ji bo ku neyê kuştin hewl dida ji Farsan Farstir, ji Ereban Erebtir û ji Tirkan Tirktir be êdî bi serbilindî derket meydanan û Kurdbûna xwe qîrand. Ew Kurdê belengazê wê demê ku dijmin ji bêîradebûna wî kêfxweş dibû îro li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo li ser axa welatê xwe ji bo rizgariya hemû gelên bindestê cîhanê, rumeta mirovahî û nirxên xwe, û ji bo ku sînorên nerewa yê ser welatê xwe rake û li ser axa rewaya xwe azad bijî şer dike û li ber xwe dide. Kurdên Apo’yî îro bûne parêzvana nirxên civakê û qirêjên dîrokeke bêbext dişon. Ev Kurdên Apo’yî li çar beşa welatê xwe li hember dewletên dagîrker û hişmendiya nokertiyê Kurdên ji xwe biyanîbûyî têkoşîn dikin.

Li Rojhilatê Kurdistan jî ev gelê ku li nav êş û azaran hatibû gevizandin, çarenus û vîna wî jê hatibû girtin û tiyê azadî hatibû kirin tucar dîmenên êşên ku jiyan kiribû ji bîr nekir. Ev gel fêrî xwîn, sêdar, înkar û qirkirinan nebû û dest ji têkoşînê berneda. Belê, pêşengên wê ji holê hatin rakirin û bêrêber ma, lê belê radest nebû û dest ji ala xwe berneda. Li benda pêşengekî ma ji bo ku li pey wê bimeşe. Dema Rêber Apo dît jî pêşeroja azad û jiyana nû di wî de dît û bêyî dûdilî, yekser himêz jêre vekir û pey ket. Kurd û Kurdistaniyên Rojhilat wisa xwedî li vê bîrdoziya nûjen derketin ku di rojbûna Rêberê xwe de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê damezrandin. Mîna beşên din a Kurdistanê ji bo Rojhilat jî Rêber Apo bi wateya “JİYANA NÛ” bû, lewre navê partiya ku damezrandin kirin Partiya Jiyana Azad û ji wê demêve heya niha vê rojê weke newrozekî pîroz dikin.

Raste li Rojhilat weke beşên din a Kurdistanê hemû pîrozbahî û rojên netewî weke çalakiyên serhildanwarî derbaz nabin. Lê belê Kurdên Apo’yî li wir jî gavên destpêkî avêtine û ev gav her diçe mezin dibe. Tirsê mirin û girtîgehê ji ser jin, dayîk, ciwan û hemû mirovên me rabûye û bi bihayê canê xwe bingeha jiyaneke azad dihunin. Sêdar û şkence êdî gelê me natirsîne û ji têkoşînê paşgez nake. Niha jî em her roj dibînin zarok û ciwanên me tên darvekirin. Jixwe niha çar zarokên jêrî hejdeh salî li benda roja ku bên darvekirin roj dihejmêrin. Her roj jinên me xwe dikujin û dişewitînin, mirovên me ji ber birçîbûn ber bi xwekuştin û kuştinan ve diçin, tevî hejarî û birçîbûnên bêsînor madeyên hişber ku dewlet belav dike pir zêde tê bikaranîn, nirxên civakî winda dibin, exlaq her diçe zêdetir tune û bêbandor dibe û hwd gelek pirsgirêkên civakî û siyasî hene. Em li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dewletekî re rûbirûne ku evqas teror û cînayetan li ser civaka me pêk tîne.

PJAK li dijî ev hişmendiya tuneker û paşverû, weke hêviya jiyaneke nû derket holê û bû ronahî ji bo van şevên tarî ku li ser civaka me tê sepandin.