Sema Delîl Amed

Bîranîna Şehîd Mam Zekî Şengalî bi her aliyî ve kesayeteke serkeftî tîne bîra mirov. Kesayeteke komple; tu valahiyek têde nîne. Xwe temam kiriye, zemîneke ji şoreşgertiyê re amade û her gavên di şoreşgertiyê de serkeftinek ava kiriye.

Di nav me Kurdan de exlaqek heye, exlaqekî aydî kurdewariyê ye. Bi hurmet, bi hezkirineke di encama fam û feraset, watedayînê de kamil bûye. Weke hê di hembêza dayîka xwe de; pak, saf û şên e. Ji şîretên dayîka xwe, bi qasî helaliya şîrê wê bawer e, îqna ye. Dizane exlaqekî mîrateya civakîbûneke hezarê salan e. Bi hezarê caran hatiye cêribandin û qayîmkirin.

Di kurdewariyê de şîretên dayîkê, yên bav û kalan, bi hezkirin tên pêkanîn. Dibin exlaq, qanûn û qûralên jiyanê. Bi mezinbûna temen re ev exlaq tên xurtkirin. Ji heft heta heftê salî her kes ji her erkî re amade ye. Pêwîst nîne hinek kar bidin ber kesan. Kar ji xwe re dibînin û jiber xwe, bi kêfxweşî dikin. Hurmet û hezkirin weke goşt û neynûk di nav hev de. Yek bê yekî nabe, yek bi yekî bi wate ye.

Mirov dikare bêhejmar behsa van taybetmendiyên kurdewariyê bike. Heta îro jî civaka Kurd bi van taybetmendiyan dijî. Di heman demê de ev, aydî cewhera mirovahiyê ne jî.

Taybetmendiyên Mam Zekî Şengalî bi tevahî tabloyek tije bi taybetmendiyên eslî yên Kurdewarî radixe ber çavên me. Saf û paqij; lê rê nade dijminê gelê xwe. Ez bawer nakim tu kesek hebe ku Mam Zekî dîtibe û bibêje min xerabiyeke herî biçûk ji Wî hîs kir. Ne mimkun e! Ji qencî, başî, niyeta pak, manewiyat, hizûr û aramî wêdetir tiştek din nayê dîtin.

Gelê me yê xwedî dîrokeke biêş û îro xwedî têkoşîneke bi heybet. Êzdiyên bi 74 fermanan nehatin qirkirin, lê birînên xedar di dil û canê wan de vebûne. Mam Zekî weke endamekî yek ji baweriya herî kevin a mirovahiyê ya Êzdiyatiyê bû. Pir baş di ferqê de bû ku dema ev çand, bawerî were tunekirin, mirovahî wê ji kokên xwe yên herî qedîm û qayîm qut bibe. Lewma jî dên û bala wî her tim li ser civaka Êzdî bû. Me di şexsê Wî de Êzdiyatiya saf û xwerû nas kir. Di şert û mercên herî xeternak û zehmet de, bi fedakariyeke mezin, bi cesareteke bêhempa di nav civaka Êzdî de ciyê xwe girt. Bi fermanê re yek kêlî jî ji gelê hatiye qirkirin qut nebû. Bi tevahî hêza xwe ji bo heyf û tola vê qirkirinê rake, xwe da xebatên rêxistinkirina gelê me yê Êzdî.

Mam Zekî bavê zarokên xwe û tevahî zarokên bindest, mamê gelê xwe, rêhevalê rêhevalên xwe bû. Zarok ji bavê xwe zêdetir jê hez dikirin. Bavekî dil birehim, quretî û xwe mezin dîtin li ba wî tune. Bi xwezayî jê hîs dikî ku ji her cure alîkarî û karî re amade ye. Rûmet û hurmeta dida şêxekî civakê ew qas jî dida zarokek li ber dilê dayîka xwe. Kesayetek demokrat û rêzdar, heta dawî bi nirxên mirovahiyê re girêdayî.

Mam Zekî kedkarekî bêhesab bû. Xwe û civakîbûna xwe bi kedê ava dikir. Her tim bi karekî re mijûl dibû. Her karên xwe bi eşq dikir. Mijûliya herî jê hez dikir jî ya bi mirov re bû. Berê wî her tim li dayînê bû. Keda ku dida manewiyat di mirovan de ava dikir. Her wiha rêxistin li derdora Wî çêdibû, xurt dibû.

Ruhê Mam Zekî yê her tim ciwan di çavên wî de weke çirûskek diteyîsî. Te tu car li ba rêheval Zekî westandin, bêzarî, tengavî nedidît. Derdora Wî her tim tije bû bi ciwanan. Ciwan li ba Mam Zekî pir rihet bûn. Ji ber ku Wî mîna rêhevalekî di temenê xwe de didîtin.

Exlaqeke beriya her tiştî di Mam Zekî de li ber çavê mirov diket jî; bi tevahî ziraviyên biçûk ên jiyanê re mijûl dibû. Her karî aydî xwe didît. Pêşengtiya xwe di her warî de berbiçav dikir. Mêvanek bihata dixwazî bila hevseroka rêxistinek, dixwazî bila zarokek dibistanê be hê ji dûr ve ji ber wan radibû, ber bi wan ve diçû, cî dida wan. Dixwest bi destê xwe îkram bike. Ev exlaqê bingehîn a şoreşgertiyê bi exlaqê kurdewariyê xurt dibû û xwezayî bandoreke mezin li ser derdorê dikir.

Qehremanên mîna Mam Zekî Şengalî bi giyanê xwe yê pak ji bo me jiyaneke azad pêşkêş kirin. Em ji bo heyf û tola wan rakin û layiqî wan bibin em ê têkoşîna wan bilind bikin û heta hêza xwe ya dawî li hember dijminên xwînxar şer bikin.

Rêber Apo dibêje; bîranîna şehîd bîranîna serkeftinê ye. Şehîd Mam Zekî Şengalî bi tevahî jiyana xwe ji mêj ve mizgîniya serkeftinê da me. Em ê li ser şopa te bimeşîn Mamê hêja…