Di serî de em rêheval û pêşengê partiya xwe Şehîd Dilxwaz Bîngûl û hemû şehîdên ku di rêya têkoşîna azadiyê de şehîd ketine bi bîr tînine û sonda ku emê heya serketinê di rêya ku wan têkoşîyane emê têbikoşin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di dîroka têkoşîna me de weke PJAK bi dehan pêşeng şehîd ketine ku yek ji wan Ş. Dilxwaze. Ş. Dilxwaz di heman demê de endamê meclîsa partiya me bû û bi vê asta berpirsyartî şoreşgerê demê ev cara duyeme ku derbasê Rojhilat dibû di sala 2006 li kohsalan di pevçûnê bi artêşa dewleta dagirker ya îranê re gihişte asta şehadetê. Yek ji wan rêhevalan ku ji makû heya xorasan, tehran û gelek bajarên Rojhilatê kurdisabê maye û xebat daye meşandin. Hevalek ku bi asta xwe ya zanistî, siyasî û têorîk dihate nas kirin. Di heman demê kesayetek civakî û bi rêhevaltî û dilnizmiya xwe hem di dilê gelê Rohilatê kurdistanê hem jî di dilê hemû hevalên xwe bi hezkirinek pir kûr cih girtibû. Di rastiyê de Ş. Dilxwaz dilê xwe bi êşa civakê gelê rojhilatê kurdistibnê re kiribû yek û ev sînorên ku dagirkeriyê heya roja îro li ser ax, rih û mejiyê dixweze bisepîne ev di kesayeta xwe de parçekiribûn û derbaskiribûn. Ew Kesayetek netewî bû. Bi azweriya xwe ya têkoşîna azadiyê li her çar beşên kurdistan û derveyê welat xebat kiribû. Di akademiya rêya gihiştina kesayet û welatek azad ya Rêber APO de perwerde dîtibû. Ş. Dilxwaz hem bi gera ku kêlî bi kêlî  bi xebat û têkoşîn hem jî bi zanistiya fikrî û hîskirina rihî li gor pêwîstiya civaka xwe û li gor berpirsyartiyek mezin we tevgerîya. Rêbazê têkoşîna rêheval û pêşnegê partiya ji bo me di têkoşîna azadîyê de mînak be.

Her wiha em derbasî 38 emin salroja 14 tîrmehê ya rojîya mirinê di zindanê amedê dibin ku bi pêşengtî û xwandina ruhê demê yê ş. Kemal pîr, mehmed xeyrî dûrmûş, akîf yilmaz û elî çîçek qonaxek nû destpê kir. Ev berxwedanî ku hemberî faşîsma 12 îlonê bû ji bo tevgera azadîya kurd bû sembola berxwedan û teslîm nebûn û ev ruh careke din di gireva birçîbûnê 200 rojan kû li her derê welat û derveyî welat belav bû  zîndî bû. Bêguman ev ruhe ku yê serkeftin û zaferê bi dest bixe û em tekoşîn û berxwedana wan dîsa bibîr tînin û bawer dikin ev berxwedanê bi vî ruhî yê faşîsmê li her beşê kurdistanê têk bibe.

Em careke din di şexsê ş. Dilxwaz de hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditevînin.

Meclîsa PJAK

13.07.2019