Zîlan Vejîn hevseroka partî jîyana azadî kurdistan,PJAK di bernama HÊLÎ3 a vê heftyê got: ger hevdîtin û lihevgirina rejîma îran û dewleta turkîyê li ser esasê têk birina gelê kurd be helwêstê me jî wek berê nabe û eger şerek destpê bike kûrahî û dijwarîya wê li şerê qendîlê berfirehtir bibe.
Di bernama vê heftê a HÊLÎ3 ya aryen tv Zîlan Vejîn hevseroka partî jîyana azadî kurdistanê, PJAKê şehîdê 14 temûzê bibîr anî û sonda berdewam û pêkanîna armancê wan dubare kir.
Vejîn di destpêka axaftinê xwe wiha got: berxwdana dîrokîya şehîdên zîndanê Amedê îro dîsa di berxwedana Lêyla Guven û di zîndanê Evîn de di kesayeta Şîrîn Elem hulî û Ferzad kemange û hevalên wê derket holê.
Vejîn şehîdê destana qendîlê bibîr anî û wiha got: sala 2011 salek dîrokî ji bo gelê kurd bû. Darbên pir giran li sipaha pasdarana îranê ket û di encamde rejîma dagirkera îranê mecbûr ma gav paş bavêje. Rejîma faşîst a turkîye û hikûmeta despot a îranê di pêvajoya şerê qendîlê neghîştin tu hevgirtinek. Lê niha hewl didin li ser esasê dijayetî bi PJAKê re bighîjin tifaqekî. Lê divê baş bizanin rewşa me ya heyî li gorî 2011 bihêztire. Hêzên rojhilatê kurdistanê li her demê zêdetir û amadetir li rojihilatê kurdistanê de cîh digrin.
Zîlan vejîn di berdewama nirxandinê xwe hişyarî da rejîma dagirkera îranê û di derbarê pêvçûnên dawî li navbera sipah û yekîneyên parastina rojhilat YRK wiha got: li sala 2011 şûnve di navbera me û rejîma îranê agirbest hebû lê dewleta îranê tû car ev tişt pêk nehanî û êrîşê hêzê me kir. Me ji bo çareser kirina mesela kurd sala derbas bûyî projeyek pêşkêş kir û niha jî em ser vê tiştê îsrar dikin. ger hevdîtin û tifaqa rejîma îran û dewleta turkîyê li ser esasê têk birina gelê kurd be helwêstê mejî wek berê nabe û eger şerek destpê bike kûrahî û dijwarîya wê li şerê qendîlê berfirehtir be. Nûnertîya îrada gelê kurd yek ji eslê me yê bingehîne.
Hevseroka PJAKê di bara hevdîtinên dîplomatîk di navbera hinek hizbên rojhilat û îranê wiha nirxand: divê li gor zeman û mekan pêngavê rast li gorî xwendinek rast ji dîrokê were avêtin. Ger hizbek ji bo azadîya hemû kurdistan pêngavên sîyasî û piratîkî nevêje nikare bibe nûnerê rasteqîneyê gelê kurd. Di pêvajoyek ku li her alî ve êrîşek dijî gelê kurd li alîyê dagirkeran ve tê meşandin di vê demê de têkîlyê dîplomatîk pêk tê. Lewaz kirina hizbên rojhilatê kurdistanê yek ji lingê esasî yê lihevkirinê di navbera îran û tirkîyê ye. Têkîlyên bi vî rengî ne li ser esasê çareser kirina pirsgirêka gelê kurde belkû tenê ji bo vergirtina zanyarî li ser xalê lewaz yê wan partîyane.
Vejîn di bara yekitıya hizbên rojhilatê kurdistanê wiha got: Dîyar Xerîb nûnerê xeta yekîtîya kurdane. Bi ava kirina yekîtî di navbera hizbên rojhilatê kurdistanê mirov dikare rêya Dîyar Xerîb bedewam bike. Di rewşek wiha da ava kirina komîtê hevbeş di navbera hizban wek komîta dîplomasî, çalakîyên hevbeş û xebatê ragihandinê dikare bibe bersivek ji bo çareser kirina pirsgirêka kurd li rojhilatê kurdistanê. Neqşe rêya PJAKê projeyek stratejîk ku dikare wan pirsgirêka çareser bike.
Zîlan vejîn di dawîya nirxandinê xwe wiha got: xeleka tekoşîna gelê kurd û tevgera azadîxwaza Apoyî roj bi roj berfirehtir dibe. Edî tekoşîna gelê kurd û azadîxwaza di qonaxek dîrokîye. Dagirker û nokerên başûrê kurdistanê bi hedef kirina Dîyar Xerîb tevgera azadîya kurdistanê hedef girtin. Şehîd Helmet bi tekoşîna xwe hewl da xeta xîyanet û dagirkeryê di kurdistanê de têk bibe. Xwedî derketina gelê kurd li şehîd Helmet tê watayê bihêz bûna tekoşîna li beramberê dagirkerî û ixanetê.