dewleta faşîst a Îranê, li qada Rojhilatê Kurdistanê, demekî ye li beramberê hêzên me dest bi operasyonan kiriye, di vê çarçove ye de hewl dide derbê li gerîlayên me bide, li ser vê esasê, 26ê vê mehê li qada Kosalan girêdayî Hewraman beramberê hêzên me dest bi operasyonê dike. Di vê operasyona dijmin de, li vir pevçûnek kurt çê dibe; her çi qas hevalên me hewl didin bi dijmin re nekevin temasekê jî, hêzên me di çarçoveya xwe parastinê de bersiva êrîşên dijmin didin. Li vir kuştî û brîndarên dijmin çêdibin.
Her çi qas dijmin di çapemenîya xwe de yek kuştî dabe jî ev ne rast e, ji ber operasyonê, hêjmara kuştî û birîndarên dijmin nayê zelal kirin, jixwe piştî operasyonê bê encam paşve dikêşe, dijmin qada Kosalanê dide ber hawanan. Li vir araziya gundîyan agir digire û zirarê madî pêk tê. Hemû hevalên me bi sexlemî, xwe digihêjin cihê xwe.
Her wiha balafirên keşfê yên dewleta faşîst a turkîyê demekî dirêj e li ser qada Asosê digere, li ser van esasan herî dawî li ser qada Asosê, di dîrokê 25, 26 û 27 vî mehî de geriyaye.

Nawenda Ragehandin a YRK
29.07.2019