Li herêma Ciwanro, girêdayî Şaho, di dîroka navbera 8-10 Tîrmehê 2019’an de grûbek hevalê me dema li ser erka xwe bûn, dikevin kemîna hêzên paramîlîter ên xwecihî û kontrayên dewleta faşîst a Îranê; li vir di navbera hevalên me û dijmin de pevçûnek derdikeve; di vê pevçûnê de agahiyeke me ya zelal nîn e, lê dijmin di çapemeniya xwe de, 1 kûştî û 2 brîndarê xwe dide. Piştî vê bûyerê; dewleta mêtînger, vê qadê bi giştî ji hatin-çûnê re qedexe dike, ji Kirmanşanê hêzên xwe yên taybet tîne û her wiha bi hêzên taybet ên li herêma Ciwanro, li qadê, dest bi operasyoneke berfirehtir dike. Di operasyona dijmin de 4 hevalên me bi qehremanî ber xwe didin û şehîd dikevin.

Bi taybet dijmin bi rojan qada Ciwanro, ji her cûre hatin çûnê re qedexe dike, lewma me derbarê operasyona heyî de nekariye encamên zelal bi dest bixin. Ji ber vê yekê, di serî de ji gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdên me lêborîn dixwazin û em ê têkoşîna wan bilind bikin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.

Çapemeniya YRKê derbarê hevalên şehîd ketine de ev agahî dan;

Rêhevalê me Botan Spîran di sala 1982’an de li Ûrmiyê ji malbateke welatparêz hatiye dinê, di temenê xwe yê genc de, tevlî têkoşîna azadiyê dibe û di gelek qadên têkoşînê de cih digire. Bi dil û can û fedakarî tevlî xebatên rêxistinê dibe. Rêhevalê me, Botan Sîpîran, li ku derê partiya me erk dabê, bêdudilî û bi fedakariyeke mezin, çûye ser erkê xwe û bi serkeftî encam daye. Rêheval Botan serpêhatiya xwe ya ji Xinêre heta Heftanîn, ji Merîvan heta Ciwanro di gelek qadên têkoşîna azadiyê de têkoşîn dimeşîne. Bi girêdanbûna xwe ya Serokatî û şehîdan, her tim bûye pêşengekî mezin. Ruxmê rêheval Botan di asta rêveberiya eyaletê de ye, ji bo xebateke rêxistinî bi fedakariyeke mezin derbasî qada Ciwanro dibe. Rêheval Botan Sîpîran heta roja şehadeta xwe bi qehremanî têkoşîn meşandiye û gihaştiye şehadetê.

Rêhevalê me yê din Ferhad Zirêbar di sala 1993’an de li gundê Lêncawa girêdayî Merîwanê, tê dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de tevlî tevgera azadiyê dibe û di demeke kin de erka pêşengtîkirina hevalên xwe digire ser milê xwe û berê xwe dide qada têkoşînê. Heval Ferhad Zirêbar, bi sekna xwe ya Apocî û bi tevlîbûna xwe ya fedakar, hem di nav hevalên xwe de hem jî di nav gel de tê hezkirin.  Ferhad Zirêbar nûmûneya paqijî û dirûstbûnê bû, her tim xeta Rêber APO ji xwe re esas girtiye û heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîn meşand û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

Hevalê me yê Memyan Hezro di sala 1993’an de ji malbateke welatparêz, ji navçeya Hezro, girêdayî Amedê tê dinê, ew jî di temenê xwe yê biçûk de rêxistinê nas dike û tevlî xebatan dibe. Girêdanbûn û baweriya xwe ya Serokatî û bi têkoşîna xwe ya bêhempa, di demeke kin de pêş dikeve. Dibe gerîlayekî mînak. Ji ber kirinên dijminên dagirker, rêheval Memyan beramberê dijmin xwedî kîn û nefreteke mezin bû, lewma her tim dixwest di eniya herî pêş de cih bigire û têkoşîn bimeşîne. Lewma di sala 2014’an de berê xwe dide qada Rojhilatê Kurdistanê û demekî dirêj li vir kar û xebat dimeşîne. Rêheval Memyan bi sekna xwe ya tolhildêr, her tim beramberê dijmin bi serbilindî têkoşîn meşandiye û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

Hevalê me yê Rizgar Zirneî di sala 1992’an de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê, Îlamê tê dinê, belkî ji dijminê dagirker li perçeyê me yê Rojhilatê Kurdistanê li Kirmanşan, Îlamê herî zêde kiryarên xwe yên qirêj û polîtîkayên xwe yên asîmîlîsyonê dimeşîne. Li vir beramberê gencên Kurd, ji bo xwe nas nekin û ji nasnameya xwe dûr bikevin, her cûre qirêjî û xerabkirinê dimeşîne. Rêhevalê me Rizgar, di temenê xwe yê ciwan de li beramberê van kiryar û polîtîkayên dijmin serî radike û dikeve nav lêgerînan. Bi safbûn û paqijbûna xwe û sekna xwe ya serîhildêr, bêdudilî tevlî Tevgera Azadiyê dibe û ji bo bibe rêheval û mîlîtanekî Serokatî yê rast, bi dil û can tevlî xebatên partî dibe. Bi rûkenî û zindîbûna xwe, di nav hevalên xwe de pir zû tê hezkirin, xwestek û înada rêheval Rizgar her tim di qada Rojhilatê Kurdistanê de li beramberê dijminê dagirker şer bike ye, li ser vî esasî piştî demekî kin, derbasî qada Rojhilatê Kurdistanê dibe û li vir heta dawî bi sekneke Apocî, li beramber dijmin têkoşîn dimeşîne û şehîd dikeve.

Her çar hevalên me, bi dirûstbûn û fedakariya xwe, her tim pêşengayetî kirin, di wê ferqê de bûn ku heta dijminên dagirker li Kurdistanê hebin, ew ê jiyaneke azad û bi wate nejîn. Lewma berê xwe dan Tevgera Azadiyê û çiyayên Kurdistanê. Ji bo nirx û manewiyata gelê xwe biparêzin, xwe di asta herî jor de berpirsiyar dîtîne, lewma tu carî di sekna van çar hevalên me de dudiliyek nehatiye dîtin, berovajî her tim bi israr çûyina qadên herî dijwar, li vir fikr û felsefeya Rêber APO ji gelê xwe re birin û li wan qadan dayina jiyandin bû.  Van hevalên me, li beramber kiryar û dagirkeriya dijmin li Ciwanro heta dilopa xwîna xwe ya dawî şerkirine û gihaştine şehadetê.

Di serî de em ji malbatên van hevalên me yên şehîd û giştî gelê Kurdistanê yê welatparêz re ser saxî dixwazin. Em baş dizanin ku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo xwîna şehîdên me yên qehreman li erdê nemîne, ew ê şopdarên şehîdên xwe bin. Em jî weke gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwedî li ked û nirxên van hevalên me ava kirine, derkevin, ala ku teslîmê me kirine heta dawî em ê berz û bilind bikin û em soza tola şehîdên xwe yên qehreman erdê nehêlin, didin.

3-8-2019

Çapemeniya YRK