Rewşa jin di nava civaka kevnar a Îranê de

Bingeha şêwazê jiyana civaka Îranê û tevna wê ya exlaqî dayîka-xwedavend honandiye. Çanda Dayîka Xwedevend di serdema kevnar a Îranê de serwer bûye. Dem dirêj bandora dayîka-xwedavend yanjî sîstema dayîkaniyê kariye heyîna xwe li vir serwer bike. Ev jî bi awayeke xwezayî tevna jiyaneke bi exlaq û demokratîk bixwere tîne. Ji ber vê sedemê ye ku di herêmên cûda yên Îranê de jî dayîka-xwedavend pir pîroz hatiye dîtin. Lêkolînên arkeolojîk yên li devera Loristanê jî vê rastiyê têra xwe piştrast dike. Peykerê jineke ku rûyê wê bi giştî xuya dike jî hatiye dîtin. Ev peyker hêjî di mûzeya Loower a Parîsê de tê ragirtin. Navenda vêya jî zêdetir şaristaniya Îlamê ye. Xwedavend Anahîta ji çanda Îlamê tê û hêjî şopa bandora Xwedavend Anahîta li herêmê peyda dibe. Ji ber di civaka Îranê de ev çanda neolîtîkê hîn di berbanga dîrokê de tov avêtiye, ji lewma pirr zêde temen dirêj bûye. Lê, di kêleka ev çanda dayîkê de jî bêguman bi awayeke parallel lêgerîna sîstemeke bavikaniyê jî pêşketiye. Lê, ev tekoşîna di navbera du sîsteman de ji destpêka dîrokê heya roja îro bi awayeke bihêz meşiyaye.

Her wisa eger were gotin jinên Îranî jinên herî qedîm yên herêmêne jî wê di cih de be. Ji ber vê sedemêye ku çanda Neolîtîkê bi awayeke bihêz li Îranê reh berdaye. Eger îro civaka Îranê di warê çanda xwede bala herkesê dikşîne serxwe jî jêdera xwe ji vê hunermendiya dayîkê digire. Jêhatîbûna jinên Îranî yên roja îro jî vêya piştrast dike. Weke nimûne jêhatîbûna wan ya rêvebirina qebîleyan, çandinî, hêrandin ,dirûman û hwd. jî diyar dike ku rola jinê di civakê de çiqas sereke bûye. Bi taybet jî hûnera xweşîkkirin û xemilandina jiyanê jî yek ji taybetmendiyên balkêş ya jinên Îraniye.

Di demê Zerdûşt de xwedavend Çîsta ku tê wateya ‘zana’, jiyan kiriye. Li gorî çavkaniyên dîrokî Zerdûşt, ji wê alîkariyeke fikrî a mezin wergirtiye. Bi vî awayî jî kariye çanda xwedavendiyê ya alîgira başiyê baş temsîl bike.

Her wisa di vê serdemê de Xwedavend Eşî heye. Eşî jî xwedavenda lêborîn û ewlehiyê ye. Di Îrana kevnar de çanda Neolîtîkê, exlaq û felsefeya Zerdûştî serwer bûye. Felsefeya Zerdûşt xwedî exlaqeke azad ya bihêz e. Rêzdayîneke pirr mezin dide jin. Têkiliyên jin û mêr jî ne di çarçoveyeke cinsî ya rojane de bûye. Yanî têkilî ji têkiliyeke ajoyî pirr wêdetir de bûye. Têkiliyên navbera cinsan de, xistine bin xizmeta armancên biwatedê. Ev di heman demê de dide nîşandan ku têkilî û hevaltiyên manewî di wê civakê de serwer bûye û danûstandinên madî nekariye xwe li ser vê felsefeya qenciyê serwer bike. Di vir de aliyê serkeffî ne xirabî qenciye. Zerdûşt, têkiliyên di navbera cinsan de û enerjiya di encama danûstandina her du aliyan derdikeve, veguhertiye qenciyê, bedewiyê û bihêzbûnê. Ne hiştiye ku cins hev ji rê derxin, berovajî wer kiriye ku asta manewî û exlaq bilindtir bibe.

Civaka Îranê bûye warê gelek jin û mirovên azad. Jiyana rast di Zerdûştiyê de prensîbek e. Felsefeya exlaqê azad em ji Zerdûşt bigirin heya Manî, ji Manî bigirin heya Babek, ji Babek bigirin heya Mazdek , Hûrem gelek jinên azadîxwaz domiye. Ev felsefe hîn jî bi awayeke çalak nebe jî îro karîgeriyeke xwe li ser civakê mewzûbehs e. Lê, di felsefeya van mirovên azad de her başî serkeftiye.

Rewşa jin di serdema Medan de (728-550 BZ.)

Di serdema despêkê a desthilatdariya Medan de sîstema dayikî serwer bûye. Lê her ku çûye ev rewş ber bi pergala zilamsalarîve şimitiye. Lê, tê gotin ku zagonên wekhev ji bo jin û zilam hebune. Ji lewma mîras di navbera keç û kur de bi awayek wekhev hatiye parvekirin. Medan ji bo zewacê jî zagon danabûn. Jin di malbatê da rêvebera malê bûye û zilam tucaran bi hêsanî û keyfî nekariye jinê telaq bide. Li gorî çavkaniyên dîrokî, heta jin û mêr di cil û bergên xwe de jî wekhev bûne. Di wê serdemê de hîn jî jin pêşeng û revebera civakê ye. Di wê serdemê da hemu karên çandinî destê jinan de ye û zilaman jî alîkarî kirine. Jin seroktiya qebîleyan kirine û xwedî rayeya biryargirtinê bûne.

Rewşa jin di serdema Haxamenîşiyan (Pers) de (548-330 BZ.)

Piştî Medan hikûmet di destê Haxamenîşiyan de ye. Yek ji qewmên Aryayîne ku dikevin Başûrê Îranê û ji wan re jî Persî tê gotin. Avakerê wî Kûrûş e ku dayîka wî Medî bûye. Meleke Mandana dayîka Kûrûş û keça Astiyak, şahzadeya dawî ya Medan bûye.

Di dema hexamenişiyan de mafê jin û zilam wekhev hatiye dîtin. Jin di hemû karan de cîh girtiye û dema ku zarok çêdike jî dema mafê xwe yê bêhnvedanê hebûye û li kêleka naskirina mafê bêhnvedanê jî alîkariya madî jêre hatiye dayîn. Di Hexamenîşiyan de rêveberiya kar û çandiniye heya astekî di destê jinê de bûye. Her wiha di aliyê cil û berg da qet ferq neketiya navbera cinsan de. Cara yekem di serdama Hexamenşiyan de çadir hatiye bi kar anîn lê, tenê jinên derbaran (harem) bikar anîne. Ev jî, weke modeyek pêşketiye. Di wê serdemê da jinan di karê çandiniyê de mafê xwe hebûn hem kar bikin hem jî berpirsyariya kar bigirin ser şanê xwe. Ev rewş di hemû eyaletên Îranê de jî wisa bûye. Heta erdê hindek jinan hebûye û ji bo rêvebertiyê bike çûye seferê. Di wê serdemê de di nava gel de tenê mafê yek jinê girtin hebûye. Mafê şah di vê mijarê de zêdetir hebûye. Dema ku sîstema baviksalarî serwerbû, ew beşdarbûna wê ya berê ji qada civakî re nema û tenê hepsê nav dîwar hate kirin.

Piştî têkçûna Daryûşê sêyem bi Îskender re Hexamenişî têk diçe û rewşa civakî ya jinan bi carekî tê guhertin. Avakerê Sasaniyan Erdeşîrê Babekan ji bo jin hurmeteke mezin dide. Dayîka Şapûrê duyem ku bi Zuelktaf dihate nas kirin, dema ku li ser zaroka xwe ducanî bû, rêbertiya civaka wê demê dikir. Nêzî 20 salan beriya kurê xwe Şapûr, welat bi rêve dibe. Jinên weke Feranek, Sîndoxt, Gordaferîd, Rûdabe, Tehmînê, Ketayûn, Firengîs, Kurdiyê, Porendoxt û Azermîdoxt û di dîroka kevin a Îranê de xwedî girîngiyekî bûne.

Hêjayî gotinêye ku: herçiqs zêhniyeta zilamsalar li ser civakê hakîm dibe ew qas civak ji nirxên xweyê bingehîn û esasî dûr dikeve. Yek ji wan nirxan jî, nirxê dayîk-jine. Ya rast di serdemên kevnar de hîn zêdetir ev nirx hatin parastin û ji bo xurtkirina wan têkoşîn hatiye dayîn. Her çiqas desthilatdarî xwe ferz kiriye, rêz û qîmeta ku diviya bû ji bo nirxan were raberkirin jî kêm bûye. Ji bo wiya jî lazime tekoşÎnek bihêz ji bo dubare zindîkirina wan nirxên jiyanÎ were meşandin. Bi zindî bûn û xurtkirina wan nirxan re em dikarin bibin xwedî civakek exlaqî û siyasî. Civaka Îranê jî xwedî çand û zemînek bi wî rengiye.

GOVARA ALTERNATÎV