Di nav çend rojên borî de Rojavayê Kurdistanê bi hemleyeke komkujî û tunekirinê re rû bi rû maye. Sedsala 21’ê bicihbûna Îslama Radikala Siyasî xeteke nû ya komkujî û tunekirina Kurdan derxistiye holê. Di destpêka sedsala 20’an de Nasyonalîzma Dewletî bîrdoziya komkujiya fîzîkî û qirkirina çandî ya Neteweya Kurd bû, bi vî rengî Îslama Radîkala Siyasî di sedsala 21’ê de hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo dagirkêrên Kurdistanê bûye amûreke bêîradekirina gelê Kurd.

Bêguman, di sedsala 20’an de polîtîkayên dagirkeran li ser esasê tunekirina fîzîkî û çanda Kurdan pêk dihat, lê niha komkujiya kurdan li ser esasên valaderxistina gihîştina Kurdan a statuya siyasîya demokratîkbûnê ye. Di heman çarçoveyê de ye ku destkeftinên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ketine ber êrîşên hêzên herêmî û navneteweyî û ev derûdor çavên xwe ji hemû qetlîam û hovîtiyan re digirin.

Mijareke din ku em li ser bisekinin jî daxuyanî û helwestên ji aliyê hin hêzên Rojhilatê Kurdistanê tên pêşxistin in ku deskeftinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek dîktatorî nîşan didin jî wek helwestên êrîşkar ên Tirkiye û El-Kaideyê ne û ev helwestên wan hêzan, van êrîşên li hemberî gelê me meşrû dikin.

Di heman demê de berdewamiya girtina sînorê Başûr a li ser rojavayê Kurdistanê, êş û derdê Kurdan zêdetir bûye û çembera siyasî û aborî li ser vê parçeyê kurtir kiriye. Di vê demê de, em ji hukumeta Herêma Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku berpirsiyariya xwe ya Neteweyî ya di derbarê vekirina sînor a li ser Rojavayê Kurdistanê qonaxa Yekitiya Neteweyî ya Kurdan de bilezgînî bicih bîne.

Em wek Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK), hewlên herêmî û navneteweyî yên li ser Rojavayê kurdistanê ku dixwazin îradeya gelê Kurd li vê derê bişîkînin, bi tundî şermezar dikin. Em radigîhînin ku êdî vê rewşê sînor ji tehemûla kurdan re nehîşytiye. Her weha Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê heta niha çawa piştgiriya xwe ya di warê aborî, manewî û siyasî de daye Rojavayê Kurdistanê, dê ji vê demê şûnde jî bi heman helwestê vê piştgiriya xwe bidomîne û heke pêwistî hebe ji bo deskeftiyên li Rojavayê kurdistanê biparêze, em di warê leşkerî de jî amadene. Endam û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê hêzeke Neteweyî û şorşger e û amadeye ku her li cihên pêwistî pê hebe,dikare erkên xwe yên exlaqî û Neteweyî bicih bîne.

Bi kurtasî em bangawaziyê li hemû gelê xwe yên li herçar parçeyên welat, derveyî welat û bi taybetî jî gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku di vê pêvajoya hesas de bi her awayî hemû hêzên xwe ji bo xwedîliderketin û hevkariya Rojavayê Kurdistanê bikin yek. Di vê çarçoveyê de em rola ciwanên Kurd gelekî girîng dibînin û daxwaz dikin ku ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî li pêşeroja gelê xwe derkevin. Her wekî din em bang li hemû hêzên Îslamî yên Kurd dikin ku li hember van hewlên hovane ku li ser navê Îslamê tên kirin, xwedî helwest bin û şermezarkirina van êrîşan jî wek erkên xwe yên wijdanî û olî bibînin.

Kondînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
04.08.2013