Em di serî de êrişên hovane û komkûjiyên li Rojavayê kurditasnê di meha pîroza remezan û cejna remezanê ku gehiştiye astek qirkirin û qetliaman şermizar û lenet diken. Êrişên li Rojavayê kurdistanê helwestek siyasî û konsepta sedsalane ya qirkirina, metîngeran û hevkarên wan li hemberê kurdane.

Gelê kurd li Rojavayê kurdistanê rûxmê hemû metîngerî û zilma dagirkeran bi hesasiyet û siyasetek herî demokratîk li gor berjiwendiyê gelê Sûrî û gelê herêmê tevgeriyaye. Rûxmê li herêmê şer pevçun û lîstokên pir mezin hebûn jî lê gelê kurd bi gelên din yê herêmê ku çareseriyek bi rêbazê demokratîk hilbijartine tevgeriya û pêşengtiya vê yekê kir. Derveyê berjiwendiyê gelê kurd berjiwendiyê hemû gelê herêmê girtiye berçav û li gor vê rastiyê tevgeriyaye. Derveyê parastina gelê herêmê û nirxên wan bi ti şêvazî neketiye nêzîkatiyek ku zerer bigehe ti kes û gelî.

Hertim hêzên derve û taybet hêzên ku ji şerê li Surî rant bi dest dixin hewl diden kurdan bikişînin şerê biratî û kurkirina şerê li herêmê. Lê hemberê van daxwaz û zextên hêzên rantçî gelê kurd li bin sîvana desteya bilind û bi qehrimantiya hêzên parastina rewa YPG’ê di parastina xeta çareseriya demokratîk de israr kirin.

Lê belê destekftiyê gelê kurd li Rojavayê kurdistanê berxwedaniya di xeta 3. de ji bona van hêzan taybet metîngerên li kurdistanê weke xeteriyek mezin tê dîtin û ji ber vê sedemê konseptek hevgrtî li hemberê têkoşîna gelê kurd li herêmê tê meşandin. Ji van komkujî û qetliamên ku li Rojavayê kurdistanê tê meşandin dewleta Tirk û hûkumeta herêma Kurdistanê jî berpirse. Di milekê derbasbûna hêzên çete ji tirkiyê li Rojavayê kurdistanê, di milê din baregehên perwerdehiya van hêzan li Tirkiyê û taybet piştgîrî û beşdariya çeteyên Sedat Bûcağ di van êrişan de bi avayek vekirî rastiya wan radixîne ber çav. Di milê din ideayên hebûna wargehên perwerdehya hêzên çete li başûrê kurdistanê, bêdengî û bê helwest mayîna wan û taybet jî girtina deriyên sînor hevkariya wan di van komkujiyan de radixîne ber çav. Di meha pîroza remezan û cejna remezanê ev komkujî qirêjahî û hovîtiya van hêzan, dijminahiya hember gelê me radixîne ber çav. Em bang diken ciwan û gelê me li hemberê van lîstokan bi şiyarî tevgerin û nebin aliyê vê hovîtiyê.

Di demek bi vi rengî ku em behs ji hevgirtina gelê kurd û çarenûsa gelê kurd diken sekna ku rêveberiya Başûrê kurdistanê di vê demê de diyar dike mirov dide fikirandin û cihê gûmanane. Di demek bi vi rengî ji her parçeyî zêdetir pêvîst bû kû başûrê kurdistanê di her warî de piştgîriya gelê me li Rojavayê kurdstanê bikiriba. Lê belê dijber vê hîviya gelê kurd bi siyaseta raber dike raste rast dikeve nav hewldanê şer û komujî dij gelê xwe.

Pêvîste ku rêveberiya başûrê kurdistanê nêzîkatiyên xwe li hemberê Rojavayê kurdistanê diyar bike û dest ji vê siyaseta xwe berde. Gelê me li başûrê kurdistanê heya niha bi hestyariyek mezin tevgeriyaye, lê belê pêvîste ku bi ti şêvazî rê nede siyaseta li başûrê kurdistanê tê raberkirin zerer bide nirxên li Rojavayê kurdistanê û nebin hevkarên kujerên gelê kurd. Bi sed hizaran ji gelê me di asta birçîbûnê dene û ji ber nebûna derman bi hezaran zarok canê xwe ji dest dane. Gelê me li hemberê van kiryaran ji her demê pêvîste şiyartir tevgerin.

Gelê me li Rojhelatê kurdistanê jî pêvîste ku bi hestyariyek mezin li hemberê van kiryaran dengê xwe bilind biken, hemberê van komkujî û êrişan nerazîbûna xwe diyar biken. Di milê menevî û madî de pêvîste ku derdora gelê me li Rojavayê kurdistanê bibin çember. Ciwanê kurd ji li her çar parçeyê kurdistanê ji van destkeftiyê gelê me li Rojavayê kurdistanê berpirsin û pêvîste di her milî de ji bona parastina gelê xwe bi rihek fedayî tevgerin û vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bînin. Jinên kurd bi bilindkirina dengê xwe di her qada têkoşînê de pêvîste van êrişan şermizar biken û ji bona pêşîgirtina van komkujiyan bi rihê Zîlan, Bêrîtan û Şîrînan tevgerin.

Em weke YJRK’ê ji bona parastina nirxên gelê xwe li Rojavayê kurdistanê di her kêliyê de amadene û ger ev êriş berdewam biken bi hemû hêza xwe ya parastina rewa yê li hemberê qirkirin û êrişên ser gelê kurd li herêmê bikevin nav tevgerê. Em hemû hêzên ku îro li hemberê gelê me li Rojavayê kurdistanê di nava şer dene û bi avayek hovane êriş li ser gelê me yê sivîl diken şiyar diken ku dest ji van êrişên xwe berdin. Berdewamkirina konsepta li hemberê gelê me li herêmê yê bibe sedemê ku em jî mafê xwe yê rewa li hemberê van êrişan bikar bînin. Ev siyaseta li hemberê gelê me tê meşandin yê bê bersiv nemîne û bibe sedemê beşdariya hemû gelê kurd di nav vi şerî de.

Gelê kurd hertim hesasiyetê herêmê girtiye berçav û rûxmê hemû êrişan seknek demokratîk û aştîxwaz û diyalog hilbijartiye, lê belê siyaseta hemberê gelê me tê raberkirin qirkirin û qetliamin. Vir û şûnda li hemberê vê siyasetê em ê bêdeng nemînin. Em berxwedana gelê xwe li Rojavayê kurdistanê silav diken û ji bona parastina gelê xwe û destkeftiyê wan yê hestyar nêz bin û li hemberê komkujiyên ser gelê me tê meşandin amadene di parastina maf û jiyana gelê xwe de bi her avayî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Bila dijminên gelê kurd li Rojavayê kurdistanê vê yekê baş bizane gelê me li Rojava bi tenê nîne û li her çar parçeyê kurdistanê em ê vir û şûnda li hemberê komkûjiyên hemberê gelê xwe bê deng nemînin. sebra me li hemberê van qirêjahî û komkujiya nemaye ji ber ku Komkujiya li Rojavayê kurdistanê, komkûjiyeke li hemberê me hemû kurdane.

Kordînasiyona Yeketiya Jinên Rojhelata Kurdistan – YJRK
08.08.2013