Rejima islamî ya Iranê di îdamê da diçe rekorê. Iran û Çîn di îdamkirinê da paralel diçin û adeta di vî karê nemirovî da di nav rekabetê da ne!

Rejima islamî ya Iranê ji roja damezrîna xwe were mixalifên xwe digire, îşkenceyê lê dike, dikuje, îdam dike. Dîroka rejima islamî ya Iranê ji destpêkê were bi xwûn e, zulm e. Ev rejima xwûnxwar ya islamî ya Iranê her kes, grûba civatê, xelk û neteweyên ku daxwaza mafên xwe yên mirovî, demokrasî û azadîyê dikin bi yêk zimanî digel wan diaxive û ew jî tenê şiddet, îşkence û îdam e. Heta nihe bi hezaran Kurd û Kurdistanî ji dezgehê îşkenceyê borandine, hefs kirine, li kuçe û kolanan kuştine û herweha bi sedan têkoşerên demokrasî û azadîyê jî îdam kirine. Ev rejima hov ji xwûnê têr nabe. Roj nîne ku azadîxwazek, demokrasîxwazek neyê girtin, neyê îşkence kirin, neyê kuştin û îdam kirin.

Herî dawîyê têkoşerê Kurd, milîtanê doza mirovahî, demokrasî û azadîyê Hebîbullah Gulperîpûr li zîndana Urmîyeyê hate îdam kirin. Hebîbullah Gulperîpûr ji Îlona 2007ê were girtî bû û li Adara 2010ê jî hukmê îdamê lê hatibû birîn. Gulperîpûr serê xwe li ber vê zulma rejimê neçemandibû û her di roja girtina xwe da û piştî dana hukmê îdamê jî bi serbilindî parastina xwe ya polîtîk kiribû û dijî rejimê dengê xwe yê têkoşînê bilind kiribû.

Rejima islamî ya Iranê îro spêdeyê ev têkoşerê azadîyê li zîndana Urmîyeyê îdam kir. Rejima islamî ya Iranê bi îdama Hebîbullah Gulperîpûr esasen xwe îdam kir. Ev rejima despot bi îdamkirina her tekoşerê demokrasî û azadîyê benikê îdamê dike stûyê xwe û xwe îdam dike. Rejima islamî ya Iranê bi îdamkirina her mixalifê xwe jîyê xwe kurt dike. Îdama Hebîbullah Gulperîpûr dê dawîya rejimê nêzîktir bike, hilweşîna wê bi leztir bêxe. Vê gavê jî bi dehan têkoşerên demokrasî û azadîyê girtîne û ji teref rejimê ve li dora îdamê hatine rêz kirin.

Rejima islamî ya Iranê bi van kir û kiryarên xwe her roj û her seetê mirovahîyê îdam dike. Mirovahî divêt bêdeng nemîne. Îdama Hebîbullah Gulperîpûr divêt alarmeke ciddî ya hişyarkirina mirovahîyê be. Dijî îdamên rejima islamî ya Iranê divêt deng zêdetir bête bilind kirin. Îdam sûcê mirovahîyê ye û rejima islamî ya Iranê bi van îdaman sûcê xwe girantir dike, lê bêdengîya mirovahîyê jî şirîkatîya vî sûcî ye.

Azadîxwaz, demokrasîxwaz, mirovhez divêt aktîvtir bin dijî van îdamên rejima islamî ya Iranê. Mixabin dewletên mezin yên dinyayê ji kaseyên xwe yên pareyan, ji xezîneyên xwe yên zêran pê ve tiştekê nafikirin. Wijdana wan bûye ber, dengê xwe nakin. Lê belê, digel hertiştî mirovahî nemirîye û divêt dengê azadîxwazan, demokrasîxwazan bilindtir derkeve. Têkoşer û milîtanên doza demokrasî û azadîyê, aktîvîstên mafên mirovî divêt her bi çi rengî be nerazîbûna xwe ya beramberî vê polîtîka hovane ya rejima islamî ya Iranê diyar bikin, bangî wijdana mirovahîyê bikin. Bêdengîya di vî warî da dê hejmara îdaman zêdetir bike. Êdî ew roj hatîye ku dijî rejima islamî ya Iranê cepheyekî berfireh yê demokrasî û azadîyê bête vehûnandin, bête aktîv û dînamîze kirin. Roj hatîye ku hemû demokrasîxwaz, azadîxwaz û parêzerên mafên mirovî yên li seranserê Iranê cepheyekî pahn û berîn ava bikin, her dengekî mixalifê vê rejima xwûnxwar organîze bikin û rojek zûtir xelkên Iranê ji vê rejimê rizgar bikin.

Di têkoşîna dijî vê rejima hov ya Iranê da mixalefeta herî organîze û aktîv bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan e. Lewma bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan li rojhilatê erkdar e di vî warî da. Divêt di nav xwe da koalisyoneke neteweyî û welatî ava bikin û vê berbelavîya beramberî rejima islamî ya Iranê bi dawî bînin. Kurd û Kurdistanî li hêvîya pêşêngên xwe ne ku vî erkê xwe yê pêşengîyê layiqen bi cih bînin. Îdama her têkoşerekî Kurd û Kurdistanî guneheke mezin e li ser stuyê van pêşengên Kurd û Kurdistanê.

KNK bi salan e bi dengekî bilind dibêje ku hemû organîzasyonên Kurd û Kurdistanî, şexsîyetên polîtîk û ronakbîrî di nav xwe da yêkîtîkyeke neteweyî û welatî çêbikin. Heta ku koalisyona neteweyî û welatî di navbeyna Kurd û Kurdistanîyên rojhilata Kurdistanê da pêkneyê, têkoşîneke hevpar û hevrayî neyê dan, ev rejima hov van îdaman narawestîne. Bila îdama Hebîbullah Gulperîpûr bibe hawara dawîyê ji bo hemû hêz û kesên ku pêşengîya têkoşîna azadîyê dikin li rojhilata Kurdistanê. Em wekî KNK dubare dibêjin êdî bes e! Hêz û kesên ku xwe berpirsiyar dizanin, xwe di têkoşîna dijî rejima islamî ya Iranê da pêşeng dibînin bibin yêk!

Em wekî KNK sersaxîyê didine binemal û hemû kes û karên Hebîbullah Gulperîpûr. Bila serê binemela wî, serê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan sax be. Têkoşîna Hebîbullah Gulperîpûr berdewam e, alaya di destê wî da neketîye erdî, di destê têkoşerên azadî û demokrasîyê da bilind e û herdaîm jî dê bilind bimîne heta rizgarîyê, heta serkevtina mezin, heta hetayê.

Em rejima islamî ya Iranê ji ber îdama Hebîbullah Gulperîpûr û hemû kiryarên wê yên nemirovî şermizar dikin, protesto dikin. Bila qehir bin!

Dengê mirovahîyê mixabin nagihe vê rejima hov, lê dîsa ve em bangî mirovahîyê dikin ku dengê xwe bilind bikin ku qet nebe îdamên li dorê bêne rawestandin. Em baş dizanin ku rejima islamî ya Iranê ne insaf, nejî wijdan heye. Lê belê em dîsa ve bangî rejimê jî dikin ku êdî bes îdaman bike, dawî li vê polîtîka xwe ya faşîzan bîne, girtîyên polîtîk berde.

Konseya Rêvebir ya KNKê
26.10.2013, Bruksel