Di serî de em berxwedana bê wêne ya rêhavelê xwe şehîdên sêdarê Hisên Xizrî (Hêmin) û Fesîh Yasemenî bi bîr tînin û li hember şehîdên şoreşa azadiyê serê xwe ditewînin. Serê malbata bi rûmet ya qehrimanê mezin Rêheval Hêmin û Şehîd Fesîh û hemû gelê kurd sax be. Siyaseta Sêdare ya rejîmê ku heya niha jî li hemberê gelê me û gelên Îranî bi kar tê nelet û nifrîn dikin.Siyaseta sêdare li hemberê gelan û têkoşîna azadiya me di milê rejîma Îranê de her tim weke çekek bêdengkirin û çewisandin û dîlgirtinê bi kar tê. Rejîma Îranê ji ber ku li hemberê daxwazên azadîxwaziya gelan bê çare dimîne û nikare vî dengî bifetisîne serî li hemû cure rêbazên tunekirinê dide. Di 5ê çileya 2011’an de bi darvekirina milîtanê doza azadiya gelê kurd Hisên Xizrî hewl da ku rihê berxwedanê ku li girtîgehên Îran û Kurdistanê bibû efsaneyek û weke çandekê belav dibû bişkêne. Rejîma sêdarê berxwedana li girtîgehan ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de xwedî ciheke girîng bû ji bona xwe weke metirsiyek herî mezin didît. Di heman demê de ev çand ku weke rih û xetekê li Îranê bilind û bi bandor dibû ji bona rejîmê dihate wateya hilweşîna siyaseta sêdare ku weke çeka dîlgirtinê li hemberê gelan bikar tîna. Ji ber vê sedemê taybet van salên davî, rejîma Îranê bi avayeke herî hovane êrişê berxwedana li zîndanan dike.

Rêheval Hêmin ku di jiyan û têkoşîna xwe de hertim weke milîtanê azadiyê tevgeriyabû ji bona rejîmê weke xeterî dihate dîtin. Rêheval Hêmin meşaleya berxwedan û azadiyê ji rêhvalên xwe Ferzad, Fesîh, Elî (Soran), Egîd, Ferhad û Şîrînan girtibû û bi riheke mezin yê serketinê xeta berxwedanê bilindtir kir. Hisên Xizrî siyaseta sêdare ya rejîmê baş dizanî û ji bona valaderxistina vê siyaseta qirêj bi rihê Seyîd Rizayan, Qazî Mihemedan û Leyla Qsiman tevdigeriya. Di têkoşîna azadiya gelê xwe û gelên Îranî de hertim xwedî venêrîneke sosyalîst û APOyî bû. Milîtantiya Heqîqetê li hemberê înkara sedsalan ya ser gelê kurd dikir.

Ev darvekirin li Îranê di van pêvajoyên davî taybet piştî avabûna dewleta 11mîn hê zêdetir buye û gehiştiye asta qirkirin û cinayetan. Di demeke ku pêwîstiya rejîmê bi hevgirtin û yêkbûna navxweyî heye serî lêdan vê siyasetê kişandaina Îranê nav qeyran û aloziyên hê kurtir e. Dewleta Îranê bi avayeke herî lezgîn pêwîste ku dev van cinayetan berde û girtiyên siyasî bên berdan. Gere ev yek di milê rejîmê de baş bê zanîn ku xeta berxwedan û rihê têkoşeriyê bi van darvekirina her ku diçe bilindtir dibe û berdewamiya vê siyasetê yê tayê sêdarê bixîne gerdenê we bixwe. Di têkoşîna azadiya gelan de tu car zihniyeta faşîzm û înkarê ser neketiye û yê vir û şûnda jî ser nakeve. Berxwedan û helwestên qehrimanên bê mînak yê şehîdên sêdarê ev rastî her kesê re ron kir. Ger hemû gelan û çalakvanên azadiyê bigrin û ser wan hikmê hovane yê sêdare dasepînin jî yê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe ya rizgariyê ber neden.

Em weke Yekitiya Jinên Rojhelatê Kurdistanê (YJRK) di şop û xeta berxwedan û qehrimantiya Şehîd Hêmin û Şehîd Fesîh u hemû rêhevalên vî de yê bi rihê wan tevgerin û di her kêliya jiyana xwe ji bona serxistina doz û armancên wan şehîdan yê têkoşîna azadiyê heya serketinê bi vîna azadiyê bimeşînin. Rêheval Hêmin ji bona me destan û fermana berxwedan û milîtantiya heqîqetê ye, emê hertim bi vê fermana vî rabin û têbikoşin.

Gelê me li her çar perçê Kurdistan û bi taybet jî li Rojhelatê kurdistanê bi bilindkirina rihê berxwedanê, yê vê siyaseta qirkirinê ser mirovahiyê têk bibe. Ciwanên kurd pêwîste ku bi rih û eşqa Hisên Xizrî di têkoşîna azadiya gelê xwe de di vê demê tevbigerin û xwedî ji doz û şopa vî derkevin.

Jinên kurd ku ji ber vê siyasetê herî zêde êş kişandine bi hevgirtin û xwedî derketin ji nirxên vê dozê û nirxê şehîdan pêvste ku van tayên îdamê biqetînin.

Li Îranê ji bona valaderxistina vê siyasetê ku ser hemû gelan, weke qirkirin bikar tê bi rihê van cangoriyan tevgerîn û bi hevgirtin û xwedî derketin ji şehîdên xwe pêşî li vê siyasetê yê bê girtin. Hevgirtin û yek dengbûna gelan li Îranê yê vê siyaseta qirêj û cinayetên reş têk bibe. Her bêdengî dibe sedema sêdare û qirkirinek nû. Têkoşînên azadiyê hertim bi berxwedan û hevgirtina gelan û civaka mirovahiyê hemberê sîsteman ser ketiye, li hemberê siyaseta xwînrij û sêdareyan, pêwîstî bi hevdeng bûn û hevgirtinê heye.

Em careke din di kesayetiya Şehîd Hêmin û Şehîd Fesîh de hemû şehîdên doza azadiya gelan bi bîr tînin û sonda xwe ya serketinê nû dikin.

 

Kordînasyona Yekitiya Jinên Rojhelatê Kurdistanê – YJRK
04.01.2014