Sorxwîn Dersîm —

Perwerde di civakbûnê de xwedî roleke sereke ya nebe nabe ye. Ji bo mirov bijîn û bikarin hebûna xwe bidomînin bêguman pêwîstiya wan bi kombûn anjî bi awayeke hîn akademîktir civakbûnê heye. Civak jî şêweyê xwe domandin û anjî parastina mirov e. Di aliyê bedenî de jixwe mirov ji hemû zindiyên din yên gerdûnî lewaztir e û bi tena serê xwe heta temenekê jî nikare bijî û xwe biparêze. Lê, lawir anjî ajal piştî wexteke kurt çêbû û şûnde bixwe dikare di nava xwezayê de xwe debar bike û biparêze. Bes parastina mirov esasî çiye asta pêşketina mejî ya di mirov de ye. Di mejiyê mirov de jî peresaneke bi milyaran sala çêbûye. Ew mejî dibe sedem ku mirov li şêweyeke xuluqkar ya domandina jiyana xwe bigere. Ev şêwazê jiyanê jî civaka wê ango nasnameya wê ye. Ajal weke komikan dijîn lê, mirov weke civak. Me got civak şêweyê xweparastina hebûna mirov e. Lê, ji bo civakeke madî û rojane were derbaskirin û bi mane were jiyankirin jî pêwîstî bi edeb û anjî perwerdeyeke taybet heye. Perwerde ji bo ferq bixe navbera komik û civak de xwedî wezîfeyeke xwe ya esasî ye.Mirov di perwerdê de fêr dibin ku wê çawa bijîn anjî dixwazin çawa bijîn. Gelek cûreyên perwerdê hene. Lê, em dizanin ku di civaka xwezayî de jiyan bixwe perwerde bûye. Her gava ku avêtine tiştek keşifkirine û li ser tişteke din de çûne. Perwerdeya zarok ku pêşeroja wê civakê ye wezîfeya herkesê ye. Yanî her ferdeke civakê ya gihiştî di ber perwerdekirina hemû zarokan de berpirsyar e. Ji ber civaka seretaye ji lewma perwerde akademîk nebûne zêdetir bi awayeke komînî û jiyanî civak xwe perwerdekirine. Ji ber di ber perwerdeya her ferdeke civakê de giştî civak berpirsyarbûne ji lewma ew ferd jî bi têgihiştin û felsefeyeke komînî ya xwezayî mezin dibe. Civaka sereta civaka xwe kifşkirinê ye. Ji lewma hem bingeha perwerdê di wir de hatiye danîn hem jî weke dibistaneke seretayî ya felsefê tovê felsefê û ilim avêtiye.

Her kû xwe perwerdekirine bi hevre jîyan kirina bi manetir bûye. Ji ber civak bi keda xwe xwe mezin dike, ji lewma mirovên kedkar têde bi perwerdeyeke sirûştî mezin dibe. Ji ber dîtina wan ya li gerdûnê xwezaparêzbû ji lewma ne bi awayeke pragmatîk li ser esaseke du alî li xwezaya nebat û lawiran jî temaşekirine. Ya rastîn giştî hebûnên di gerdûnê de zindî dîtine. Ev zindî dîtin bêguman di encama terbiyeyeke civakî de pêşdikeve. Herkes çav li yê beriya xwe dike û wisa hewl dide bipêşve biçe.

Yek xaleke din ya girîng jî ewe ku perwerdekara civaka xwezayî ji ber jin bû ji lewma ferdê wê jî bi rehma jinê li xwezayê û mirovan temaşe dikir. Bi dilnazikî û estetîka jinê jiyana xwe ya rojane dihonand. Jin wek di her mijarekî de xwedî roleke serekebû di vê mijara perwerdê de jî dayîktiya civakê dikir.

Wexta em çavek li sîstema modernîteya kapîtalîst digerînin ev rewş tam berovajî bûye. Îro karê perwerdê ji destê dê-bav û civakê girtiye û xistiye bin yekdestdariya xwede. Êdî felsefeya dewletê anjî sîstemê çi be wê bi zarok dide elimandin. Di perwerdeyên xwede civakeke li gorî berjewendiyên xwe hedef dike. Ev perwerde ne li ser esasê berjewendiyên ferd û civakê li ser esasê berjewendiyên kulmeke desthilatdar û sermayedaran birêxistin dikin. Li dewsa asta exlaq bilind bike berovajiyê wê exlaqê rast yê heyî jî têk dibe. Li dewsa ku ferd di perwerdeyan de bihêz bibin û bigihijin asta ku xwe bixwe birêve bibin û têra xwe bikin bi navikê ve bixweve dide girêdan û bêîrade dike. Civakeke homojen û yek tîp a dijî xwezaya xwe ava dikin. Di akademî û dibistanên xwede koletî û desthilatî fêr dikin. Dîngerayî, cinsiyetgerayî û milliyetgeriyayî yê pêşdixin. Her wiha heta ku dibêjî civakê atomîze dike û dixe bin çavdêriya xwe û dixwaze bi ew rewşa parçebûyî jî birêve bibe. Civaka sirûştî îro pirsa wê çawa jiyan bike bixwe nake û pêwîstî jî nabîne. Ji ber hindek din li dewsa wan jiyana wan diyar dikin û çarçoveya jiyana wan diyar dikin. Bi vê rewşê civak êdî bûye civakeke bêstar ango bêparastin û nikare xwe li ser piyê xwe bigire. Ya rastîn perwerdeyeke welê ye ku pêwîst nîne mirov bifikire jixwe hindek din li dewsa difikirin yanî her hewl didin aqil û zekayê mirov biçûk bikin da ku mezin nefikirin û mezin nejîn. Îro heta ku tu bêjî qismeke girîng ya civakê bi tiştên biçûk re mijûl dibin û bi tiştên pirr biçûk yên erzan jî têr dibin.

Niha ti kes binasnameya xwe nikare jiyan bike. Biqasî ku tu bibî yeke din û jixwe derkevî tu ewqase pêşketî. Xwebûnê tam têk biriye. Ji ber vê jî çi kes nikare bi çanda xwe jîyan bike, bi zimanê xwe bipeyve. Êdî nasnameya mirovan a netewî, bawerî û civakê jî hatiye bêmanekirin. Yanî ferdekî heta tu bêjî ji koka xwe qut çêkiriye. Ew pêwendiyên manewî yên navber mirovan de pirr lewaz xistiye. Ew pîvana di civaka sereta de ku digotin ‘yek ji bo herkesê herkes ji bo yekê’ hema hema ji holê rakirine.

Li gorî ku em nikarin vegerin civaka sereta wê demê sîstema konfedere ya komînî jî tê maneya modernkirina civaka sereta ya sirûştî. Ne gengaze ku em bi heman şêweyê civaka sereta îro bijîn. Lê, em dikarin li gorî pêwîstiyên mirovan û civakê ya îro wê zêhniyetê nûjen bikin û perwerdeyê ji bin yekdestdariya desthilatdaran derxînin bixin bin xizmeta civakê de. Ji bo vêya jî jixwe rêbertiya me di giştî parêznameyên xwe yên Îmraliyê de perspektîf û projeyên vê yên berbiçav daniye. Çi keseke bixwaze li rêyeke nû ya jiyanê bigere û bixwaze azad jiyan bike dikare bersiva pirsên xwe di parêznameyên Rêber APO (Abdulah Öcalan) de bibîne. Di parêznameyan de ji bo çareseriya her tiştekî rêbertî ta bi derzî ve dike.