Di dawiya şerê cîhanê yê duyemîn de, û piştî bi serkeftina hin ji hêzan, wan hêzan xwestin Iranê bikin du perçe, perçeyê bakur û rojava ku di bin desthilatdariya Sofiyet de be, û başûr û bakurê wê di bin desthilatdariya Birîtanya de be. Li gorî wan mercan, gelên Iranê yên wekî Kurd û Azeriyan xwestin ku ji bin nîrê Farsan rêzgar bibin. Bi alîkarî û xwesteka Sofiyetê Azeriyan komara Azerbayican a Demokratîk ragihandin, Her wiha jî Kurdan bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed û Partiya Demokrata Kurdistanê, Komara Kurdistanê li Mehabad di 22.01.1946 an ragihandin.

Lê mixabin piştî 11 mehan ji berdewama vê Komarê, û di encamên lîstikên navneteweyî de, hêzên Sofiyet ku 18 destkeftî wergirtin, ji Iranê vekişiyan û ji dêlva Sofiyetê, hêzên Emerîkî û Birîtanî cîh girtin. Van hêzan êrîşî komarê kirin, komar di 31.03. 1947 rûxandin û Pêşewa Qazî û hin ji hevalên wî li ser destê desthilatdariya Mihemed Riza Pehlewî de hatin darizandin. Em wekî PYD’ ê Ezmûneya Komara Kurdistan a Demokratîk bi nirx dibînin, ev Komar her ol û netewan cihê xwe têde didît, lê di encama lîstikên qirêj de, bi dawî bû. Iroj li Rojavayê Kurdistanê, me Xweseriya Demokratîk ragihand, ev xweserî di xizmeta hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de ye, em vê ragihandinê mîna peyamekî aştiyê ji bo hemû cîhana azad dibînin, ev xweserî vîna azad ya hemû pêkhateyan derdixe pêş. Bi bîranîna damezrandina Komara Kurdistanê, em Komarê, mîna Xweseriya Demokratîk dibînin û em wê mînaka herî giring ji boyî xwe dibînin. Bi vê boneyê, em Pêşewa Qazî Mihemed bibîr tînin û em silavên xwe li giyanê wîyî paqij, û giyanê hevalên wî dikin û em soz didin bi gelê xwe yê Rojhilat û perçeyên din re, ku li ser rêça wan bimeşin ta ku em hemû hêviyên gelê Kurdistanê pêk bînin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk — PYD
Komîteya Rêveberiya Ewrûpa

22.01.2014