Gelawêj Ewrîn —

 

Cihanekî, bajarekî, gundekî , taxekî û malekî bifikirin ku tê de dengê qêrîna jinan ji her aliyê wê ve bilind dibe. Jina ku ji aliyê mêr, hevser, bira û… rêz dibe diçe heta…, ve têne koştinê. Tu dibêjî qeyê ev mêrên vê dinyayê ti derd û kareke wan tuneye, tenê bi canê jinan dikevin. Ji xwe wusaye jî, karekî wan yê din tuneye, bawerim. Û di kêleka wan qêrîn û hawaran de dengê tîlîlî û gurme gurma mûzîkên ku dilê mirovan dixelîne, jinekî di kefenên spî de ber bi mala mêrê wê ve dibin. Ji bo ku asta vê hovîtiyê veşêrin, hemû dîlanê dikin û kêfxweşin. Çavê hemiyan tije bûye û herkes bi kêleka lêvên xwe kenekî watedar ji hevre dişînin. Weke ku gelekî kêfxweşin ku keç yan jî kurê wan bûye bûk û zava.

 

Ev tablo qet li gel wê tabloya ku jina mirî yan jî kuştî ber bi guristanê ve dibin, ferq nake. Jina kuştî jî bi kefenê spî dibin û di tabûtek kesk de li ser milê mêran ber bi goristanê ve dibin. Tabûta bûkê jî heye, ew jî maşîna xemilandî ku tenê mêr mafê wî heye bajo û ne kesekî din! Û rondik barandin ji bo jina kuştî jî şerme. Jinên weke wê bi dizîka di koşeyekî de rondikan dibarîn ser dilê xwe yê wêran. Û mêr nagirîn, çawa ku di merasîmên dawetan de zava nagirî. Şerme qet mêr digirî! Û di dilê xwe de wuha dibêje; “ger tu ya axa sar be jî, bo te nagirîm, ger tu ya min bî jî, di herdû rewşan de jî ez serkeftî me!” dibe ku xêzkirina vê tabloyê ji gelek kesan re şibandinekî çor were, lê ewqas bûyerên bi vî rengî di jiyana me de diqewimin ku êdî em fêr bûne. Weke ku gelek kes jî dibêjin; “ev zagoneke xwezayê ye yan jî çarenûseke, ma tûyê çawa biguherînî!”

Di van salên dawî de bûyerên kuştin, destavêtin û lêdana jinan ewqas zêde bûye ku êdî weke nûçeyekî ji rêzê li ber ekranê me ve derbas dibe û diçe. Ji xwe şêwazê dayîna nûçeyan jî ewqas bi sosrete ku hema kê guhdar yan temaşe dike, mafe dide kujer. Ji bo wê jî mirov nikare tenê mijara kuştina jinan bi bajarekî yan jî herêmekî re bi sînor bike. îro di civakên qaşo herî pêşketî de ku gotina ser lêva wan bûye demokrasî jî hêjmara kuştina jinan mûyê laşê mirovan bîzbîzî dike!

Heta ku em ji rastiya xwe ya civakî birevin û weke hinek kesên ku xwe weke civaknas dibînin, lê bi kîlometran dûr ji rastiyan, civakê dinirxînin, emê nekaribin bigihêjin sedemên bingehîn ê van rastiyan. ev ne ew bûyerin ku mirov bi hêsanî li kêlekê ve derbas bibe û bê elaqe bimîne. Jin dara jiyanê ye û pergala heyî gelekî bi bêrehmane bivrê xwe li nava wê dide. Gelek kes di wê baweriyê de ne Ku di Rojhilata Navîn de amara xwekuştin yan jî kuştina jinan zêdetire lê nafikire ku jin ji xwe li Rojava ji mêj ve miriye! Êdî ne tenê jin li welatên Rojavayî ruhê civakê hatiye firotin. Civaka bê ruh ji xwe miriye. Ez misoger li vir hewil nadim ku çanda paşverû ya Rojhilata Navîn ku bi ferasetên namûsê derdikevin pêşiya me, biparêzim. Lê belê yek ji sedemên ku Rojhilata Navîna ku rojekî stargehên xwedawendan bû û jin têde dihate pîroz kirin, hatiye vê hale jî zihniyeta pêşketin û demokrasiya çor ya welatên Rojavayî ye. Kes vê yekê lêpirsîn nake, tenê dikarin hinek hevokan ji devê ewrûpî û emerîkiyan bigirin û bibêjin ku Rojhilata Navîn paş ketiye û xilas. Ez dijî kategorîzekirina hişmendiya desthilatdar a meer im. Ev yek veşartina rûyê rastîn ê îdolojiya dij- jin û civakê ye.

dibe ku tiştên ku em dixwazin di vê nivîsê de cih negire lê dîsa jî emê hewil bidin hinekî koka van xwekuştin, kuştin û qetilkirin û lêdanên jinan bikolin;

Civak: civak û ferd du rastiyên jênevegerin ku bê hev nabin. Di civakên berê de civak xwedî li ferdên xwe û ferd jî xwedî li civaka xwe derdiket. Ango heta ku tu bixwazî hestê berpirsayrtiyê di mirovan de li pêş bû. dema mirov li rewşa civaka îro mêze dike, bila kes nebêjin ku mirovên destpêkê gelekî paşketî û hov bûne. Bêguman mijara ku em behsê dikin, ango serdemên Neolotîk heta dema Sûmeriyan, ger baş bêne rohnî kirin, wê gelek rastî jî derbikevin holê. ji xwe Rêber APO di van mijaran de xwedî fikrên hêjane ku divê mirov lêkolîn bike. tişta ez di vir de dixwazim bibêjim ewe ku civaka me ya îro ji ferdê xwe dûr ketiye û egoyîzma heyî di mirovan de rê nade ku mirov bi hevûdû bifikirin. Ya herî girîng jî ewe ku jina ku rojekî xîmê herî destpêkê yê civakbûnê danî, îro ji civaka xwe xeyîdiye û heta ew jê qewitandine. Berpirsyarê pêşketina civakeke bi vî rengî, hişmendiya mêrê serdetse. Me got jin destpêka civakbûnê bû, ger îro ewqas jin têne kuştin, diyare ku civakbûna me jî nefesên xwe yên dawî dikêşe. Ger em dibêjin jin ji jiyanê xeyîdiye û di rewşkî de ku jin jiyane, wê demê jiyan jî ji me xeyîdiye, pişta xwe daye me. Wê demê em vê pirsê ji xwe bikin gelo em jiyan dikin yan em mirîne?!! Ger em ewqas behsa civakbûnê dikin, wê demê emê di serî de li peyê ruhê jiyanê bigerin. Ev erka me hemiyane.

Desthilatdarî: ji xwe me li jor jî behs kir. Ya ku civak aniye vê hale, Desthilatdariye. Kes bila xwe nexapîne û nebêje ku ez ne desthilatdarim, bi taybet ev gotin ji bo mêrane! Tu bi hezarê salan li ser ked û bedena jinê bûyî desthilatdar. Wê demê ger jinek li kêleka te di koletiyê de xeniqiye, ruh, mêjî û bedena wê hatiye firotin, tu bi qasî koletî û têkçûna wê jinê, desthilatdarekî zalim û mezinî. Desthilatdarî li her derî desthilatdariye, mêr her mêre. Tiştên ku desthilatdarî bûne sedemê wê jî, bi taybet di Rojhilata Navîn de evin:

Ol: yê ku herî zêde ol bi kar tîne jî dîsa zihniyeta zilamsalariye. Bêexlaqtiya ku îro gelek kes di bin navê dîn de dikin, di dema Hz. Muhemed de nebûye. Ola ku di bin navê dîn de bênamûsiya herî mezin dike. kesên qaşo dîndar weke fetûlahiyan mirovan ji hemû pîvanên exlaqî dûr dixîne. Bi pereyan hurmet û vîna wî dikire û difroşe. Bi xerîzeyên ciwanan dileyîzin û paşê jî har dikin û berdidin dorhalê jinan. Herçend ev yek tenê di ola îslamê de tuneye. Ez bawerim we herkesî bûyera sosret a destdirêjiya Papayê Vatîkanê li hember zarokên keç bihîstiye. Yan jî zagonên ku li welatên weke Misir û Tûnisê ku şoreşa gelan lê çêbû, rastiyê baştir îfade dike. li van welatan zagonên mafê çend jinî û hwd… hatiye pejirandin. Kesên herî qaşo demokratîk jî dengê xwe ji vê yekê re dernaxe, ji ber ku berjewendiyên wan vê yekê îcab nake! Û weke mînak li Îranê jî Sîxe(zewaca demkurt) bi îmzeya melayan tê kirin. Ew jî xwe firotinekî melayî ye!

Malbat: em naxwazin bikevin dîroka şekilgirtina malbatan. Lê belê ger em her kes bi ziravî li pêkhateya malbatiya xwe temaşe bikin, wê demê emê bibînin ku rola heyî di malbatan de tenê rolên derewînî ne. Carnan jî mirov xwe weke leyîstîkvanekî li ser perdeya şanoyekî dihesibîne. Ez hebûna malbatê bi giştî ji nedîtî ve nayêm û înkar jî nakim. Lê em divê ji xwe bipirsin; malbata min li ser kîjan rastiyan pêk hatiye? Gelo ev binavkirinên civakî ne yan jî zagonên xwezayî ne? Rola ku di malbatê de didin jinan qet ne adile, em nizanin kê daye lê her kê dabe, gelek maf daye mêrê malê! Û ev rol ti caran jî nayê guhertin. Heta gotinek farisan heye ji bo jinan; “bi kirasê spî biçe mala çarenûsa xwe û bi kefena spî jî derbikeve!” çiqasî jî dişibe her dû tabloyên ku me di serî de behsa wê kiribû.

Û mijara herî bi êş ewe ku zêdetirî jinan dibine qurbanê hişmendiya namûsê a malbatê. Ji xwe dewletê karê xwe hêsantir kiriye. Ew bi hemû amûran li ruh û mêjiyê jinê dide û çek yan jî satorekî jî dide destê mêran ji bo ku bedena jinê parçe parçe bikin. Ew herdû korapên ku Hacer Gova Rihayî bi pitika 8 û nîv mehyî ve davêjin binê bîrê, mîkro dewletin ku bi kirinên xwe gelekî piştrastin. A niha çi li zindanê bin û çi jî li derve bin, xizmetkarê serwerê xwe ne. Di bin emrê wî de ne. Çek di destê mêrê ku Huziye Hesenloya Rojhilatî kuştiye, çeka deweletê ye. Xwe firotiye û ew çek danê de. kesê ku xwe û welatê xwe firotibe, jê ne dûre ku mêjiyê hevjîna xwe birijîne erdê û bireve!
Bêguman rola çapemeniyê û zimanê medya û ragihandinan gelekî girînge. Di roja îro de medya beşeke herî bingehîn ê jiyana mirovan pêk tîne. Civak bi medyayê tê perwerde kirin. Medyaya ku xwedî hişmendiyeke zilam salar be, qet divê mirov hêvî neke ku qenciyeke wî ji bo civaka jinê hebe. Û di medyayê de jî du amûrên herî sereke, ji bo texrîbkirina exlaqê civakê tê bikar anîn;

Rêze fîlm: armanca hemû rêzefîlman ewe ku civakê li gor xwesteka xwe çêbikin. Ji li xwe kirina cil û bergan bigire heta divê mirov çawa evîndar be! Ango ji bo ku yek evîndar bibe divê van pîvanan pêk bîne. Karê wan bi dil neketiye, çawa tu bikarî xwe baş pêşkêş bikî. Bi taybet rewşa jinan di van rêzefîlman de rezîlaneye! Ya herî zêde fitne û fesadiyê dike, jine. Ya mêr ji rê derdixe dîsa jine. Ya herî dawî li peyê mêr dibeze, jine. Heta mêrê ku dest avêtibee jî. di van fîlman de dixwazin vê yekê bi civakê bidin empoze kirkin, bi taybet peyama wan ji mêran re eve; jin çavkaniya fesadî û fêlbaziyê ye, jin cedûgere ku dibe her demê te ji rê derbixe. Bila ew li peyê te were, bihele, bigirî, lavahiyan li te bike û tu jî mêrî, bi xurûrî! Û ji jinan re jî vê dibêje; tu bixwazî biçî ber perê ezmanan jî tu ya mêrekiyî. Ger tu mêran aciz bikî, wê te bikujin, heta ger dest avêtibe te jî. Tu divê bibî aşiqê celadê xwe! Ji xwe tişta ku tînin serê netewan jî heman tişte.

Nûçe: em her roj di nûçeyan de dibine şahidê kuştina jinan. Di şêwazê dayîna nûçeyan de jî peyamek heye. Weke mînak dibêje; jinek ji mala xwe derketiye, derengê şevê hatiye malê. Mêrê wê jî dema li ser kar tê dibîne ku ne li male, dema jê re telefon jî dike, tela jina wê bersiv nade. Di navbera wan de nîqaş derdikeve û mêrik jî aciz dibe û guleyekî li serê wê dide! Pirsa di serê civakê de; heta derengiya şevê li kudrê bû û li gel kê bû. çima tela wê girtî bû û hwd… dibe sedem ku herkes maf bide mêrê karker û westiyayî! Gelo bi rastî jî kuştina mirovan ewqasî erzane? Û birastî jî çima mêr ewqasî li hember jinê bi kîn û hêrs tevdigere? Ma ev ne ew jine ku jê re dibêje; “Ezê hemû wêje û edebên cihanê bikim heyrana te!” ji xwe bê edebiya wî di vê de ye ku piştî çend rojan hemû cihan û jinanê dike qurbana bê edebî û bê namûsiya xwe.
Û gelek kes li ser kuştina jinan bernameya çêdikin. Tişta herî sosret jî ewe ku mêhvan hemû mêrin! Yê dikuje ewe, yê dest davêjê ewe, yê tewambar dike ewe û yê diparêze jî dîsa ewe. Ev jî bû mijara zavayê dilrehim ku me li jor behs kir. Hem di dema mirinê de û hem jî di dema jiyanê de li gel jinê ye û ji bo wê çend çipkên derewîn ê rondikan dibarîne! Te carê kuşt bi hişmendiya xwe, bi çek, kêr û satora xwe, ne tu, bihêle bila yên ku êşên wê nas dikin, li ser biaxivin. Qiralên bêmaske bihêle hinek ji te re bibêjin ku tu bê maseke û rûtî!!