Newrorz - KCR

Tekoşîna ku ji aliyê Kawa’yê Hesinkar ve li dijî Dehag’an hate destpêkirin u ji aliyê Mazluman ve hate bilind kirin. Ruhê berxwedanê yê ji aliyê Mazluman ve di zindana da hate pêşxistin di rojame ya îro de jî, ji aliyê ciwanan ve tê berdewamkirin. Şehîd Bahoz û Şehîd Dersîm jî bi tekoşîna xwe re bûne mînak u sembola vî yekê. Li ser vî esasê Newroza sala 2014 li hemu gelê Rojhilatê Kurdîstanê û gelên Îranê bi taybet li ciwan u jinan pîroz dikin. Di salekê nû de bi bangawaziya jiyaneke azad, bi bilindkirina tekoşîna şehîdên Newrozê carek din pîroz dikin û bang li tevahî ciwanan dikin ku di sala nû de her qadê vegerînin qada serhildan u berxwedanê.

Silav û rêzên şoreşgerî
Kordînasyona Komalên Ciwanên Rojhelat — KCR
20.03.2014