Xelîl DağXelîl Dağ —

Ji bo werim destpêka vê çîrokê divê ez tam salekî bimeşim, mîna dînan di her çar demsalan de bibezim û di baranên payîzê de şil û pil bibim, beriya hilatina rojê her şefeq derkevim ew zinarê sor yê sext. Evîn tenê bi vî awayî dikare li ser çiyayên Kurdistanê were jiyankirin… Serpêhatiya her evîndarekî ya dirûv a li ser van axa heye.Li ser nivîsandin û axaftin çiqase zehmet be lê, berovajî, destê xwe dayîna wê jî ewçende xweş e.

Wexta sal berbi dawiyê ve diçe, ez dinava aramiyekî de me. Îro baş fêhm dikim ku, ka çima evqase dem li pey van tiştan bezîme. Hevalên min ji min dipirsin ku tu çubûy kuderê, xêre tu kal bûyî? Ji bo min ya girîng ewe ez baş dizanim ku ka min jiyana xwe di ber çi de fedakiriye. Weke ceste û rih, min di oxira vêya de çi feda kiribe jî, heyfa min lê nayê.

Ez li ber, ew pora xwe ya baya Kurdistanê biriye û qermîçokên di rûyê min de çêbûne jî nakevim. Gelo ji vê rûyê xweşîk jî wêdetir, cûda, min dikarî jiyana xwe di ber çi de feda bikim.

Îsal sala min ya herî xweşbû û êdî çi bibe jî xem naxwim. Li pey jina herî ciwan ya jiyana xwe, ez çiya bi çiya bezîm, li piştî salan ku min êdî dest da ew, rûyê wê yê ciwan ya êdî çi ji min were jî xem naxwim. Gelo, çi ji meşa li pey jinekî di van çiyayan de çûyînê, xweşîktir heye? Gelo ji hîskirina ew zinarên ku ew jin hilkişiyane ser, pelên ku rûyê wan lêketine, bayên ku ramûsandine himbêzkirinê watedartir, di vê cîhanê de çi heye?

Ez amadebûm ku jiyana xwe fedayê jinekî bikim û min kir jî. Ji bo vê yekê êdî xem naxwim.

Wexta berfên destpêkê ketin me dest vê bezê kir û niha jî dîsa sekinîne û li benda ketina berfên destpêkêne. Di nava van demên bi berf de me hevdîtineke mezin jiyankir. Me himbêzkirineke mezin û dest dayîneke bêmînak tam kir. Ji vêya xweşîktir çi heye?

Mezinên me digotin wêrekiyeke mezin dixwaze, wê ev meş, giştî jiyana te bibe. Û di wan rojên ku min biryardabû gava yekê biavêjim de, bêyî ku sedema wê bizanim destê min di recifîn. Ditirsiyam lê, eger min wê jiyana xwe danîba holê diviyabû ji bo vê yekê ba.

Gelo li ser rûyê erdê ji derveyî evînê ti sedemeke xwe ya din, dibe ku heba…

Wexta em gihiştin ew gora wendabûyî em, hifdeh kes bûn. Û min hîna jî bawer nedikir. Tevî ku me bi destê xwe axa ser gora wê di avêt kêlekê, hîna jî ji min re weke xewnek dihat. Min vê kêliyê di xewnên xwede jî nedîtibû. Carek jî be min xeyal nekiribû. Lê, niha ez di hizûra ew evîna mezin a Kurd de bûm.

Em li ser goristaneke gerîlayan a bi salan veşartî hatiye girtin ango 13 sal pêş niha şeveke cotmehê ya bêdeng hatiye girtin de bûn. Rêhevalên wan, tevî du hevalên wê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) veşartibûn. Wê muheqeq rojek ji rojan hatiba vekirin. Lê, ji şefeqê re kêm ma bû. Ji bo xwe bigihînin pevçûnên roja li pêş xwe, bi xemgînî, bilêborîn û bi sonda ku wê careke din li wan vegerin gora wan girtibûn. Tenê dar û kevir şahidê wê şevê, rondik û gotinên wan gerîlayên wana, veşartibûn.

Ew roj hatibû… Piştî 13 salan bi heman bêdengiyê dar û zinar, gerîlayên gotina xwe girtine, dişopandin.

Wexta me hifdeh heval dest bi vekirina goristanê kir, me dizanî ku sê heval ev 13 salbûn di vê goristanê de dirazin. Ango Bêrîtan, tevî du hevalên xwe. Me navê herdu gerîlayên din nedizanî. Tenê me tiştek dizanî ew jî di heman şevê de û di heman pevçûnê de bihevre şehîd ketibûn.

Em bi destê xwe dadiketin gorekî û bêdengiyeke bêdawî tevahî hevalên min yên kar pêçabû. Em ji bo filmeke Bêrîtan çêbikin, ketibûn rê. Me, dê li gorê xwe û biqasî dikarin vêya pêkanîba. Her wiha me dê filmeke dibe ku ti televîzyonek ne weşandiba, ti sînemayek de ne hatiba nîşandan, çêkiriba. Eger ti kes nebîne û temaşe nekin jî me dê dîsa film çêkiriba û eger hatiba xwastin me dê vê filmî, di şikeftên van çiyayan de veşartiba da ku rojek zarokên Kurd hatiba dîtibana…

Helbet wê rojek were ku me çawa Bêrîtan dîtibe, wê ciwanên Kurd jî me bibînin, her wiha dê dest bidin ew berhemên me yên me di şikeftan de veşartine. Hevalên ku beriya niha 13 salan, hevala Bêrîtan û herdu hevalên wê veşartibûn, bawer kiribûn ku dê rojek werin dîtin, heya dawiyê baweriya me jî bi rastiya çiyayên Kurdistanê heye.

Wexta min ew axa wê pêça bû bi destê xwe pak dikir, carekê de çavê min çû ser hevalên min yên di kêleka min de kardikirin û min ji xwe pirsî gelo ev tişteke wer diberxwede çêdibe, bi ti awayî min nedikarî vêya qebul bikim. Em li pey filmeke Bêrîtan dibezîn û hatibûn ser gorekî sekinîbûn. Me xeyalek dîtibû û ev welatê çiyayan a xeyal, vediguherand rastiyê. Û ti tişteke li ser vê axê, wer di berxwede pêşnakeve.

Bêrîtan çima piştî 13 salan xwe nîşanê me dabû. Çima ji cihên evqase dûr me vexwandibû vir û biryardabû derkeve derve…Kîjan hêz me, tevan kişandibû vir… Min bersiva yek ji van pirsan jî nedizanî. Lê, min tenê tiştek dizanî, ew jî ez bi hebûna xwe ya vir şadbûm. Kêyfxweşbûm ku piştî salan di kêliya destpêkê de wexta Bêrîtan cara yekê çavê xwe venekir ez li gel wê bim.

Wexta ez ketibûm nava van xeyalan destê min bi tiştekî ket. Ji nava axê cismeke cihê, di nava tiliyên min de şemitî. Ew recifîn di carekê de hemû laşê min û heta her mûyeke pora min jî pêçabû. Lê, min careke din destê xwe di axê de gerand ji bo peyda bikim. Ew rûyê bi cayeke spî hatibû pêçan ku me tevan wê wechê (rû) nas dikir, di nava tiliyên destê min de baş diyar dibûn. Êdî min xwe hew dikarî bigirim.

Rûyeke çend Ciwane ne wisa….

Gotin ji nava lêvên min wer di berxwede diherikîn. Carekê de hevalên min tev kom bûn. Min carekê din destê xwe da ew rûyê xweş yê Bêrîtan. EW li vir bû… Ew keça ciwan a dîroka Kurd ya di nava tarîtiyan de êdî ne xeyal bû, rastî bû. Bi hemû hezkirina xwe ji me re di bişirî (ken).

Em ji bo filmek çêbikin ketibûn rê û tiştên ku me jiyan dikir bûbûn rastî. Me xeyalek ji xwere çêkiribû û em niha li ber serê xeyalê xwebûn.

Û destdayîna vê rûyê ciwan xelata herî bedew ya ji bo jiyana min hatibû dayîn bû.

 

Wergera Kurdî: Şanstêr Berxwedan