Gelawêj Ewrîn —

Li van çiyan her darek biçûk rêya ku sibêrojê bibe daristaneke azadiyê têdiperîne. Bi wan hestan her gêrîlayekî bi lez xwe digihandin bexçeyê Rêbertî ji bo ku şitlekî ji xwe re rakin. Di destê her kesî de şitlek û dev biken bûn hemû wê rojê. Dara 65.mîlada xwe diçandin û ji wê bû ku ji kelecana vê rojbûnê dilê wan dikeniya. Dil gelekî dixwest ew jî îro li vir ba û ji bo xwe, ji bo gelekî û ji bo ewqas evîndarên xwe darek biçanda. Lê dîsa dema te ewqas gêrîla didît, bêhemedê te ev gotin dihate bîra te: “ev hemû berhemên keda dara azadiyê ne!” qet nehiştiye dara wî zuha bibe, bê av bimîne. Ked uu xwîdana salan îro berhemên xwe dibîne ku şervanên azadiyê ewçend bi kelecan in.

Çavên van keç û xortên leheng ewqas bi zelalî dibiriqe ku mirov di reşika çavên wan tekoşîna bêhempa a baxçevanekî dibîne. Û îro ji bo wê baxçeyek çêkirine. Bi hezaran dar lê çandine. Her salê bi sedan gêrîla têne vir û ji bo azadiya wî darekî diçînin. Û her salê jî hinek gêrîla. Dibêjin ger hevalekî du cara li vê baxçeyê dar çandibe, gelekî bi şanse. Gelek dar şîn bûn, gul û gulxunçe dane. Kê dizane kîjan hevalî û bi çi hêviyê ev dar çandiye. Êdî ew heval ne li wirin, hinek hevalên din, lê darên wan hêj li wir û mîlada azadiyê pîroz dikin. Ji xwe weke kevneşopiyekiye darçandin di vê baxçeyê de.

Tu dixwazî wê kêliya ku gêrîlayek dibe şahidê dîdara ax û darekî her di mêjî û dilê xwe de mayînde bikî. Bikulî vê kêliyê di hestên xwe de. çiqasî jî weke hevin ev sê hebûn ango gêrîla, ax û dar. Li ser hemûyan re jî dema hêviyên xwe berdidine rehên dara nûgihayî, êdî dilê te asûdeye ku li ser vî axî ti darek hişk û bêkok namîne! Ger te her darek bi wê hestê çandibe, êdî di dil û hemû giyanê te de jî qutbûna û dûrbûna ji vê axê ne gengaze. Di çavên biriqî û bi şewq de rastiya van hestên bedew rûyê mirovan nûranî dikir. Qet te pêdivî nedidît tu ji wan pirsa gotina dil bikî. Her darek israra avakirina dunyayek nû bû. her darek guhertin û şûştin û pakkirina qirêjiyan ji canê xwe bû, dema çipkek baranê jî li ser destê kedkar ê gêrîlayekî diket. Her darek şerê bi hemû paşverûtî û bênasnametiyan re bû.

Û her darek ji bo ruhek azad ji bo hevalekî, ji bo dayîkekî û ji bo zarokekî li her bihosteke vê axê. Dema gêrîlayan dar diçandin, min dikir ji wan bipirsim tu ji bo kê diçînî, dema serê xwe bilind dikir û bi min re bi awirek nîvken û huzûn temaşe dikir, êdî wê demê te maf di xwe de nedidît vê wêneyê şîrove bikî. bila gotina dil di dil de bimîne. Gelo dibihîst van daran dengê hestên wan. Li dara şîn temaşe dikim, ew jî bi min re dikene. Min êdî bersiva xwe girtibû. Dilasûde ku êdî li ser vî axî bêhna xwebûn û azadiyê tê. Herkes darekî diçîne di serî de ji bo afirênerê vê rojê, afirênerê ewçend hestên bedew û bêhempa, paşê ji bo hevalekî şehîd, hevalek dûr ji te yan jî li kêleka te! min jî îsal darek çand weke her salên din. Dara îsal jî min ji bo rêheval Dêrsim ku demek beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, çand.

Min behsa awirên biken û huzûn kiribû. Ken ji bo ku îro li her cihekî bi sedan şervan hestekî parve dikin û axa mirî piştî hezarê salan ruh digire. Huzûn… xweziya ew jî li van çiyayên azad ba û me bi wî re ev mîlad pîroz bikira. Dengê jinek gêrîla bi vê gotinê min ji xeyalan vediçiqîne. Ber wî ve vedigerim û wê huzûnê gelekî baş di çavan de dixwunim. Lê her min re dikene, ji bo êşên xwe veşêre di vê rojê de û ez jî pêre dikenim û em bihevre dikenin. Li kêleka hemû êşan jiyan bedewe û îro bedewtir bûye bi rojabûna te.

Rojbûna te pîroz be!