Xelîl Dağ

Xelîl Dağ —

Rê, yekem mekane ku em di têde xwe û hev nas dikin. Tenê em carekê hewl bidin bi meşin, her wisa carekê biryara gav avêtina wê meşê bidin bes e. Tenê em carekê bikarin cesaret bikin li wê temaşe bikin. Her wisa tenê em carekê hewl bidin ji wê mekanê ku em bûne dîlê wê rizgar bibin. Bila tenê carekê kelecana dîtinê û kişfkirinê bikeve dilê me. Tenê carekê em biryarê bidin dest bi lêgerîna li heqîqeta xwe bikin û bikevin rê…

Dê rê, wê çaxê bi hemû şîrîniya xwe, li ber me dirêj bibe. Ji ber rê ti carî û ti kesî red nake…

Gelo, tiştek ji xwe kifşkirinê ciwantir heye? Cewhera herî xweşîk a li ser rûyê erdê were dîtin gelo ne tak bi xwe ye? Rêwîtiya jiyana me ya herî xweş gelo ne ew rêwîtiya em ji xwere dikine?

Em heya niha qet nemeşiyan ku…Di bajarên çîmentoyî de ew meşên her dizivirî serî, qet ne rêwîtiyên me bû. Ew rêwîtiyane bi ti awayî me ne kir ayîdê xwe ango xwebûnê di me de çênekir. Me her timî ji dûrve li wan bajarên ku ne yên mene temaşe kir. Em di hemûyan de jî xerîp ango biyanîbûn. Eger wexta roj hiltê em di deriyekî de derdikevin û wexta roj diçe ava jî tên di heman deriyê de disekinin, ev wêneyê cemidîn ango bêtevgerbûnê ye.

Her gerîlayeke tê çiya destpêkê êşa rê dikişîne. Her gaveke em di avêjin êşên dijwar bi me dide kişandin. Em li beramber evqase bêhêzbûna lingên xwe matmayî dimînin. Va em wê demê fêhm dikin ku ka erdên betonkirî çiqase me xapandiye.

Wexta em di çiyayan de dest bi meşê dikin di rojên destpêkê de ling, mil û destên me êşên dijwar tam dikin. Di her gaveke em di avêjin de laşê me di nava êşên dijwar de dimîne. Ji mirov re wer tê ku wê her tişt her wisa biçe anjî berdewam bike. Ango em wer bawer dikin ku her tişt bi vî awayî wê berdewam bike. Em li rêze çiyayên li pêş xwe temaşe dikin û dihizirin ku vê meşê bisernaxin.

Lê, hemû ew barên ku ne yên me ye em di van rêyan de ser xwe diavêjin. Di hemû rê û rêbaran de maskeyên me yek bi yek dikevin. Di qontarên çiyayan de em dest ji ew elimandinên hezarî salane ku fêrmbûne parçe parçe berdidin.

Di rêyên çiyayan de wexta ku dimeşin wer dihesin ku laşê me parçe parçe ji me dibe. Her ku dimeşin dibînin ku ew qalikê ku rih û laşê me pêçabû dişike. Êşa vêya zehf dijwar e. Em her ku dimeşin pêdihesin ku ji cîhna dûr dikevin.

Her ku dimeşin ferq dikin ku em hindek li pey xwe dihêlin. Ev tinebûna me ye…

Em her ku dimeşin pêdihesin ku nêzê cihekî dibin. Her ku dimeşin pêdihesin ku hindek tişt li rih û laşê me zêde dibin. Ev jî hebûna me ye.

Wexta ji me, laşê me, rihê me tiştni qut dibin, hindek tişt lê zêde dibin. Lingê me li zinar û tehtan dikevin… Cilê me di eliqin diriya û didirin. Gihayên bi sitrî (bîj) dest û rûyê me xîz dike… Westandin tevahî laşê me dipêçe. Ew kêliya ku em tam dibêjin êdî dawiya me hat em xwe bi rêhevalên xwe digirin. Yeke din di tariyê de destê me digire û hêdî hêdî dide meşandin. Yeke din nanê xwe parve dike, qurteke av dixe ser lêvên me. Rêya ku em têde di meşin, tê ber çem anjî rûbarekî û em nikarin xwe bi ser re biavêjin aliyê din yê avê. Herkes xwe diavêje û derbas dibe. Em bi ti awayî nikarin biryara derbasbûnê bidin. Baweriya me bi lingê me, bi me nîne.

Hevalên li aliyê din destê xwe dirêj dike û gazî te dike. Em di carekê de ji xwere wer disekinin, hemû hêza xwe kom dikin, bêhna xwe dikişînin nava xwe û di carekê de xwe di avêjin hêla din ya avê. Dibînin ku em bêyku ferq bikin derbasê aliyê din yê avêbûne, me xwe avêtiye û hîn jî bi çavê serê xwe bawer nakin…

Em her ku dimeşin pêdihesin ku lingê me diguherin. Ew ling di şevê tarî de berxwede rêya xwe dibîne û dimeşe. Em bawer nakin, matmayî dimînin ku gelo ev lingên wer di berxwede û bê astengî dimeşin lingê me ye, dipirsin ji xwe. Êdî çavê me her tiştî dibîne, gûhê me her xişîniyek dibihîse. Piştî laşê me dilê me jî êdî diguhere. Bêrî û xeyalên me jî diguherin. Êdî em xeyalên xwe di xewnên xwede dibînin. Birastî jî vê carê em bi laş û rihê xwe dihesin.

Va êdî em bixwene. Ew rihê me yê ji qalikê xwe derketî û laşê me ya ji qeyd û bendên xwe rizgarbûyî ye. Xewn û xeyalên me ne. Û êdî ew rêya em ser dimeşin jî rêya me ye. Wê me bibe asoyên nû.

Wexta di rêyên çiya de bi kelecan dimeşin, ew asoyên ku me ti wextî di nava bînayên beton de nedîtibûn û me nedidîtin, me êdî didît. Wê demê fêhm dikin ku aso ne xîzikeke di dûr de ye. Pêdihesin ku aso, her timî xwedî sekneke cihê bûye û her ku dihilkişinê fêhm dikin ku li benda hatina kifşkirinê ye. Her çiyayeke em dihilkişinê ji me re asoyeke pirr cûdatir pêşkêş dike. Her rojavayek li çiya pirr cûdatir çêdibe. Li çiya ti rojek dirûvê roja din nabe û êdî mîna rojeke din bi dawî nabe. Li vir ti tiştek dûbare nîne.

Ji ber me kişf kir ku li pişt her lûtkeyeke em dihilkişinê de asoyeke din heye.

Em Kurd, hîna nû nû hînê meşê dibin. Em fêr dibin ku gav biavêjin û berbi pêşve bimeşin. Yekem care ku em rê çêdikin û meşa di rêya xwe bi xwede îmtîhan dikin. Piştî hezar salan em di kolanên şaristaniyê de meşiyan şûnde, ev cara yekê ye ku em di vê labîrantê de derdikevin.

Cara yekê ye ku em ji labîrenta xwe rizgar dibin û cara yekêye ku em li asoya xwe temaşe dikin…

Û êdî em nikarin ne dest ji rêya xwe, ne dest ji sekin û ne jî dest ji riwangeya xwe ber bidin…

 

Wergera Kurdî: Şanstêr Berxwedan