Gelawêj Ewrîn —

Hêj li hinek cihan jin mafê wan yê hilbijartin û deng dayînê tineye. gelek jin hene ku hêjî tekoşîna vê didin. Li cihanê gelek caran qada siyasetê ji mêran re dimîne. Her tiştî bi xwe dibirin û bi xwe jî didurûn. Hêviyên wan jî ewe ku desteka herî mezin jî ji jinan bigirin. Dizanin ku jin hêza pêşeng û diyarkere di civakê de, herçiqas dengê jinan bigirin wê ewçend jî bikaribin bi rêya wan qanûnên xwe li ser civakê ferz bikin. bêguman jinên hişyar di civakekî de, hişyariya civakê bi xwe ye. zaneyî û asta famkirina civakê nîşan dide. Lê berovajî vê rewşê, desthilat gelekî bi hêsanî dikarin jinan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Di gelek şoreşan de rola jinê, roleke pêşeng bûye. Lê weke tê zanîn çawa ku şoreş bi ser ketiye û mêrên desthilatdar çawa fam kirine ku êdî welat di aramiyê de ye, hema jin vegerandine malê! Meslea di şoreşa 79’an a Îranê de herkesî got; dem dema xwedîderketina netewî ye, jinan bi can û dil xwedî li îradeya netewî derketin. wexta şerê Îran û İraqê qewimî, dema jinan mafê xwe dixwestin herkesî digot dem dema şer û parastina netewiye, wextê azadiya jinê nîne! Şer jî bi dawî bû, êdî makezagon kete rojevê, dema jinan li vir jî daxwaza mafê xwe kirin, meleyan êdî behaneyek nedîtin, gotin; mafê çi, şerîet çi bibêje hûnê li gor wê tevbigerin, maf û qanûn şerîeta xwedêye û kesên ku dijbertiyê bikin, dijminatiyê bi xwedê re dikin! Bi vî awayî hemû deriyên bejdarbûna qadên civakî ji jinan re bi qurnastî girtin. Ev mînaka Îranê ye, li gelek welatan bi vî awayî jinan dixapînin û bikar tînin.

Li Tirkiyê jî jinên ku deng didine AKP’ê gelek ji wan haya wan ji siyaseta qirêj a AKP’ê li ser jinê tineye. bi qasî ku di dema hukumeta AKP de jin hatine kuştin, di ti demî de nebûye. Qaşo wezîra jin Fatma Şahîn li hember pirsgirêkên jin û malbatê berpirsyar bû. lê şêwazên ku bikar anî, tenê şêwazeke teknîkî bû. wer difikire ku wê mêrê bi cezakirinê sererast bibin. Li şûna ku bingehê rastîn ê harbûna mêran li ser jinê lêbikole, li peyê bûyerên teknîkî û çawa mêran ceza bikin digere. Ji xwe gelek caran jî jinan weke sûcdar dibînin û serê wê digirin. Mijareke din ku hukumeta AKP ji bo xwe weke amûreke siyastekirinê bikaranî, mafê zarok anînê bû. serokwezîreke derdikeve û maf di xwe de dibîne ku ji jinan re bibêje; ewqas zarokanîn başe yan xirabe. Yan jî mafê zarok li ber xwe birinê jî êdî bûye qanûn û leyîstokên destê wan. Zêdegaviyên di jiyana jinan de bûye merîfeta van desthilatdaran, kî zêde li ser jinê siyasetê bike, weke wê ye ku yê herî serkeftiye. Ji xwe mijara sergirtinê jî bi salane bûye mijara siyaset kirina hemû hukûmetên ku hatin û çûn. Ji bo wê jî carnan mirov ji xwe dipirse; bi rastî ger jin nebûna, van mêran li ser çi siyaset bikirana, yan jî wê li ser çi biaxivîna? Yên ku herî zêde qaşo mafê jinan diparêzin ewin lê dema tê pratîkê diyar dibe ku qet jî ne wusane.

Mînaka herî berbiçav jî hilbijartinên vê dawî ê şaredariyan bû. ji nav bi sedan şaredarên mêr, du sê jin weke sembolîk li kêleka wan qet xûya jî nedikirin, sekinîbûn. Ji xwe Emîne Erdoxan çawa ku karê wê tenê bûye serhejandin ji axaftinên Erdoxan re, dixwazin hemû jinan jî weke wê bikin. ango jin tenê ji siyaseta wan re serê xwe bihejînin. Li Tirkiyê navê jinê di siyasetê de tineye. asta tevlîbûna jinê di qadên civakî û siyasî de, asta demokratîkbûna civakê nîşan dide. Tirkiye û bi taybet jî partiyên desthilatdar ku ji hevûdû xirabtirin, ti nîşaneyek ji demokrasiyê di wan de tineye. lê belê îro rewş li Kurdistanê berovajî ye. ji xwe di nav partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûn, ya ku herî zêde xwedî şaredarên jine, BDP ye. di van hilbijartinan de jin bi ser ket. Serkeftina jinan serkeftina civakê ye jî. ya rast ji ber pergala hevserokatiyê bi awayekî fermî nekarî bejdarî hilbijartinê bibe, li hinek cihan hevserokên jin û li hinek cihan jî hevserokên mêr bi fermî beşdar bûn. Lê êdî ne girînge kê bi serketiye, ya girîng ewe ku du hevserok hene û divê bi hevre, rêveberiya şaredariyê parve bikin.

Serkeftin tenê têrê nake, karê herî esasî ji niha û şûnve destpê dike. barê herî giran dikeve ser milê hevserokan. Divê pergala hevserokatiyê tenê di şekil de nemîne û bi rastî di dilê civakê de rolê xwe bilîze.

Li hinek cihan BDP bi ser ket û li hinek cihan jî wenda kir. Ev rewş divê bi awayekî baş were xwendin. Dibe ku BDP li hinek cihan dengên kêm anîbe, nayê wê wateyê ku em pişta xwe bidinê û wê herêmê ji bîr bikin. ne tenê Kurdistan hemû Tirkiye ya meye. Ango ya hêzên demokratîk e. Hêj me nekariye projeya xwe ya xweseriya demokratîk bi hemû Tirkiyê bidin nasîn. Bi taybet me bi jinan nedaye nasîn. Ji ber ku pergala xweseriya demokratîk, pergaleke jinane û hemû pergalên li derveyî wê jî ya mêran e. Jin divê bi vê zanebûnê siyasetê bikin. bajarê ku jin ava bike, divê gelekî ji bajarê ku bi hezarê salan bi hişmendiya mêrê desthilatdar hatiye çêkirin, cêwaztir û bedewtir be. divê kes nebêje hilbijartin bi dawî bû û bikeve rihetiyê, karê herî zor ji vir û şûnve destpê dike. jinên şaredar li hember hemû civakê berpirsyarin. Ger li bajarekî ku jin şaredare, jinek bê kuştin, yan jî rastî zext û şîdetê bê, herdû hevserok bi taybet hevseroka jin berpirsyare. Êdî dem hatiye ku jin rêveberiya bajarên xwe bikin. bajarên ku rêveberiya wan bi qurnaztiya mêrê bihêz ji destê jinê hatiye stendin. Nabe ku şaredarên me li peyê siyaseta rojane birevin û ji pirsgirêkên di nav civakê de bêxeber bimînin. Bêguman kareke van şaredaran jî siyasete lê ji xwe siyaset jî hunera avakirina civakî ye û ne tişteke din. Divê bi taybet şaredarên jin ji her cûre siyasetên ku şerê desthilatdariyê ferz dike, dûr bisekinin. Jin divê li benda mêran nemînin ku weke wan bifikirin, biafirînin û pêk bînin, bi xwebawerî û hêza xwe ya cewherî bibe pêşenga hizr û ramana azad. Ev yek jî bi tekoşîna cewherî a bi hemû paşverûtiyan re pêkane. Li cihekî ku şer û tekoşîna cewherî di bin navê wekheviyê de nayê meşandin, li wir nakokî jî tineye. li cihê ku nakokî nebe ji xwe rexne û rexneli xwegirtin jî namîne. Wê demê jiyan weke avekî di cihê xwe de disekine û naherike, bi demê re jî genî dibe û bêhn dide derûdora xwe.

Tekoşîna di nava dilê pergala çend hezar salî de ne kareke ji rêzêye, divê mirov xwedî vîn û biryardariyeke gelekî bi hêz bibe ku li hember wan tekoşîn bike. her lawaztiyeke di vê qadê de wê siyaseta demokratîk lawaztir û lîberal bike. ji bo tekoşîneke radîka divê dem û dezgehên dewletî li pêş me nebin astengî. Avantaja şaredaran ewe ku bi hêsanî dikarin ji xet û nîşanên ku qanûnên desthilatdaran xêz kirine, derbikevin û xwe berdin hemû rehên civakê. Her jinek divê bajarekî azad bike. bajarek azad jî civak û welatê azad e. Civak weke dareke hişk lêhatiye ku ji mêjve av bernedaye rehên xwe, şaredarên jin divê şev û roj kar bikin û bi kulma destê xwe avê ji rehên darê re bikşînin, da ku hişk nebe û ji nûve şîn bibe. Ger em dereng bimînin dibe ku ew dar qet careke din bi ser xwe de neyê û rizî bibe!