Ji raya giştî û Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re

Bi bilind kirina asta têkoşîna azadîxwazî û berxwedana di xeta fedayî ya Şehîd SARYA, ŞÎRÎN ELEMHULÎ, BERFÎN Û EVÎNDAR’an neteweya demokratîk ava bikin û hişmendiya zilamsalarî, her cure şîdeta dij bi jin bi davî bikin.

4mîn Konferansa YJRKê bi dirûşmeya “Di bîrdoziya rizgariya Jin de kûr bibin, Xewseriya Demokratîk ava bikin” pêk hat. Konferans li pêvajoyekî pir hesas de kû giştî cîhan û bi taybetî jî Rojhilata navîn ber bi guhertin û veguhertinên ciddî gav davêje, pêk hat. Guhertinên heyî di encama têkoşîna azadîxwaziya gelan de pêk hatiye. Bi taybet di pêvajoya bihara gelan de jin ji Tunis heya Rojavayê Kurdistan hêza pêşeng û berbiçav ya şoreşê bû, heta ya kû di vî şerî de herî zêde bedelên mezin da dîsa jin bû. Hem li qada serhildan û hem li qada şer li hember pergala desthilatdar, bi fedakarî û berxwedanek bêhempa têkoşîna azadîxwazî bilind kirin.

Îran jî weke yek ji welatên Rojhilata Navîn bi dasepandina siyaseta dijî mirov û bi taybet dij bi jin, civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi alozî û qeranên siyasî, civakî, abûrî û çandî re rûbirû hiştiye. Ev qeyrana heyî jî, ji bin pê kirina mafê gelan û bi taybet jin çavkanî digre. Bandora guhertin û veguhertinên herêm û cihanê, her wisa alozî û nerazîbûna gelan ji pergal û siyaseta li Îranê bû sedema kû Îran li pêvajoya serok komariya Hesen Ruhanî de, formalîte jî be mijara guhertin û veguhertina civakî û bi taybet rewşa jinan bixe rojevê. Berdewamiya siyaseta înkar û qirkirinê, rêjeya kesên îdam kirî bi taybet hejmara kuştina jinên kurd balkêş bû, ew jî siyaseta heyî ya Îranê li Kurdistanê de bi awayekî eşkere diyar dike. Bi taybet ev nîqaş û guhertinên ku Hesen Ruhanî behs dikir di mijara jin de dewsa pêşketin, bi xwe re paşketin anî. Li hemberê ronbûna vê siyaseta dewleta Hesen Ruhanî, têkoşîn û nerazîbûna jinên rewşenbîr, aktîvîteyên cuda cuda, rojnamewan û parêzvanên mafê mirov û jinan hişmendiya kevneşop û paşveru ya komara îslamî ya îran, asta şiyar bûna jinan li hember rewşê heyî diyar dike; viya jî ji bo bihêz kirina xebat û têkoşîna wan dij bi hişmendiya heyî xalekî pozîtîv û girîng e.

Lê belê israra jinên têkoşer û azadîxwaz li hember rejîma sêdare û dij bi jin ya Komara Îslamiya Îranê her berdewam bû. weke mînak mirov têkoşîna Şehîd ŞÎRÎN ELEMHULÎ li zîndanê, ji bo bi dest xistina mafên bingehîn ya jiyana hemû jinên ku berxwedanî kir û hate darve kirin, ji nedîtî nayê girtin. Li berdewamiya siyaset û mîrateya heyî li Îranê de Zeyneb Celalyan, Mehdiye Gulru û bi dehan jinên din kû navê wan nayê zanîn, bi berxwedanî û îradeya ku li hember îşkence diyar dikin jiyana azad û rizgariya gelan diparêzin û ti caran teslîm nebûne. Dibe kû li Rojhilatê Kurdistanê de lêgerîn ji bo pêşeroja azad her tim berdewame, lê belê derbasbûn ji pêvajoyekî nû re ji bo bi davî anîna aloziyên civakî çê nebûye û yekîtiya gel û bi taybet jin li gorî pêwîst pêk nehatiye. Lewma pêşketina yekgirtina jinan û gelan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo çêkirina şert û mercekî demokratîk hêmaneke sereke ye.

Ev mijarên heyî û siyasta Îranê ya demê li hember jin di civak de şîrove bûn û di konferansa me de pir bi awayekî berfireh hatin nîqaş kirin. Ji bo bi davî anîna siyaseta heyî, beşdarbûna jinan bi şêwazekî aktîf li siyaseta demokratîk de weke şertê bingehî ji bo gehîştina azadiyê hat esas girtin. Li hemen demê de weke alternatîfa jiyan kû dagirtî ji nakokî û astengiyane, jiyanekî komînal û xwe rêveberiya- demokratîk li ser esasê konfedralîzma demokratîk kû Rêber APO pêşkeş kiriye hate niqaş kirin. Ev jî ji bo çareseriya pirsgirîka jin li rewşa niha de rêbaza herî goncave. Li hemen demê de siyaset û stratejiya xeta 3. kû li herêm de pêş ketiye, bi pêşengiya tevgera azadîxwaziya jinan dikare bingeha pirojeya çareserî û azadî ji bo hemû gelan û bi taybet jinan be. jin dikare bibe damezrêner û pêşenga têkoşîna siyasî ya rast. Di pêvajoya heyî de damezrandina pergala konfediralîzma demokratîk ji nedîtî nayê girtin! me weke YJRKê li çend salên derbasbûyî de ji bo vegûhastina ezmûnên pergala demokratîk, têkoşînêkî bênavber meşandiye. Lê belê pirsgirêka jin weke pirsgirêkek civakî gehiştiye astêkî kûr û ji bo çareseriyê pêwîstiya xwe bi gavên nû û damezrandina pergala nû hebû.

Lewma me weke YJRK li gor guhertin û veguhertinên giştî li cihan û Rojhilata Navîn û rewşa heyî ya jin û civakê biryara ji nû ve damezrandin bi şêwazê pergala Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) da. Taybet ji bo derbas kirina hemû pirsgirîkên civakî û siyasî kû rejîma Komara Îslamiya Îranê li hember têkoşîna azadîxwaziya jinan weke asteng çê kiriye û derfeta her cûre xebatên medenî li civak û jin girtiye, me demezrandina pergala demokratîk weke alternatîf ji bo azadiya jinan esas girt. KJAR li pêvajoyekî kû civaka jinan hatiye ji bîr kirin û heya niha jî ji bo giheyştina azadiyê bi destxistina nasnameyekî serbixwe her roj bedelên bi nirx û mezin dide, hat damezrandin. Bêgoman serhildana gelên azadîxwaz li ser vê esasê ji bo serxistina şoreşa gelan dest pê kiriye û heta astekî jî hatiye. Di nav hemû şoreşên heyî de jinan bo gehiştina serkeftin û azadiya civaka xwe rola pêşeng dane ser milê xwe. KJAR ji hemû deskeftên heyî re rêz digre û weke ezmûnên gelek bi nirx ji xebatê xwe ya pêşeroj re dike bingeh. Armanca me li damezrandina pergala heyî ewe kû bikarin ser esasê gihîştina civakeka azad û demokratîk di mijara pirsa jin de pêngavên dîrokî bavêjin. Damezrandina Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên jin di pêvajoyekî wisa de mizgînî û gavên dîrokîne. Komelgaha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hemû jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hembêz dike û dibe nûnera rast ya têkoşîna azadîxwaziya jinan. Komelgha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li ser bingehêkî wisa ku peyama aştî û demokrasî jinan re bide, hatiye damezrandin.

li ser vê bingehê:

1. KJAR, rêxistina sîwan a tevgera azadiya jinê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.
2. Ji pêkhateyên rêxistinkirî yên xwe bi armanca avakirin û parastina civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, birêxistin dike û têdikoşe, pêk tê.
3. Cûdahiya nasname, çand, bawerî û mezhebên netewî weke dewlemendiya civaka dîrokî dibîne; rêxistinên demokratîk û azad yên gelan, bawerî û çandan weke rêgeza bingehîn a netewa demokratîk dizane. Li ser bingeha hewcedariya tevahî qisim û ferdên civakê, girîngî bi rêxistinbûn û beşdarbûna demokratîk dide.
4. Bi perspektîfa “Kurdistana Xweser û Azad – Îrana demokratîk”, ji bo dana pejirandina statuya xweseriya demokratîk a gelê Kurd têdikoşe.
5. Bi tevahî li dijî pêkhateyên zayendîperestiya civakî, dewletperest, netewperest, zanistperest û olperest yên hiyerarşîk û hişmendiya baviksalar têdikoşe. Li heman demê de bi armanca derbaskirina malbata kevneşop a weke amûreke desthilatdarî ya civaka baviksalar û pergala modernîteya kapîtalîst e, bi hişmendiya dike kole û milk re têdikoşe. Bi pêşxistina zanebûna civakî, hevjiyaneke azad û demokratîk ya malbatekî ku azadiya jin û zilam hedef dike, esas digire.
6. KJAR pergala xwe ya konfederal, li qadan ser her cure rêxistinbûn û sazîbûnên weke komîn, komîte, meclis, akademî, koperatîf, weqif, komele û hwd ve birêxistin dike. Bi xwe sipartina rêxistinên xwecihî yên demokratîk re siyaseta demokratîk û sazîbûnan pêş dixe.
7. KJAR li hemû qadên xebat û pergala demokratîk de, pergala hevseroktî pêşwazî dike û li hemû mekanîzmaya rêxistinî a civakê de esas digre.
8. Xeta parastina rewa ya KJAR li ser bingeha pirensîpa parastina cewherî xwedî li nirx û deskeftên jin û civa derdikeve. Di vê çarçoveyê de her cure şîdet kû sinira parastina rewa derbas dike, red dike.

 

Konferansa me li çarçoveya berfireh kirina xebatên YJRK bi şêwazê pergala demokratîk a KJAR, pêwîst bi yekgirtina rihê netewî û yekitiya jinên Îranî û Kurd li ser esasê xeta berxwedaniya Şehîd ŞÎRÎN ELEMHULÎ, SARYA, BERFÎN Û EVÎNDAR dibîne û xwe gihandina hêzêkî rêxistinkirî di hindir pergalê nû de dike hedef. Li ser vê bingehê erk û berpirsiyariya sereke ya jinan li pêvajoya heyî de çiye, zelal û diyar bûye. Pêkanîna wan erkan kû dikeve ser milê hemû jinên azadîxwaz, bêguman li nav rejîma dagirker, dij bi jin, çewsêner û deshilatdara Komara Îslamiya Îran li gorî xeta Konfediralîzma Demokratîk û neteweya azad, guhertinekî gûncav bi şêwazê “Îrana demokratîk” pêk tîne. Hemû jin bi deng, raman, bîrdozî û siyaseta xwe dikarin ji pergala demokratîka KJAR re beşdarbûn bidin çêkirin. Pirsgirêka jin pirsgirîkekî civakiye û ji bo çareserkirina wan em li hember xwe sinirên siyasî, olî, netewî, nijad, ziman û hwd weke asteng nas nakin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistan, avakirina rêxistina hevbeş, yekitî û hevdengiya jinan pewîstiyeke esasiye. Weke jin ji bo pêşxistina siyasetekî demokratîk li Îran û ji bo nûnertiyekî rast bikin, pêwîste mesafeya (valatî) dîrokî navbera jinan de kû di aliyê hişmendiya zilamsalarî û dij bi jin hezaran sale hatiye çêkirin û jin ji hevdu dûr xistiye, dabigrin û bînin gel hev. KJAR jî weke rêxistinekî taybet bi jinan hewl dide bibe deng û rengê hemû jinan li Kurdistan û Îranê. Di heman demê de her jinek bikare têde nûnertiya xwe diyar bike û xwedî hêza parastina cewherî û rewa ya jin û xwe derbikeve ye. Dîsa ji bo kû pergala demokratîka KJAR bikare li ser bingeha parastina maf û nasnameya civak û jinan bibe xwedî hêz û îradeya serbixwe û azad. Pêwîste hemû jin bi taybet jinên ciwan bi avayeke çalak beşdarê pergala demokratî ya jinan bin û bi avakirina civaka azad û demokratîk li îran û Rojhilatê Kurdistan bibin hêmanê azadiya hemû jinan.

Em weke KJAR li dar xistina kongreya 4mîn a PJAK û her wiha damezirandina pergala Komelgeha Demokratîk û Azad ya Rojhelatê Kurdistanê (KODAR) silav dikin. Em weke Komelgeha Jinên Azadê Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ku erka pêşengtiya damezirandina pergala demokratîk û azad girtiye ser milê xwe beşdarî û pêşengtî di nava pergala KODAR de dipejirînin û bi îradeya rêxistinî û azad weke jin xwe li ber biryarên wê de berpirs dibînin.

Konferansa heyî û ava kirina Komelgha Jinên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) di serî de li damezrênerê pergala Konfêdralîzma Demokratîk, Rêber APO û her wiha li hemû jinên azadîxwaz, bi taybet jinên Kurd û Îranî û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan û hemû gelên li Îranê pîroz dikin.

 

Silav û rêzên şoreşgerî
Kordînasyona Komelgeha Jinên Rojhilatê Kurdistan — KJAR
15.05.2014

 

[gdl_gallery title=”damezrani-kjar” width=”120″ height=”90″ galid=”1″ ]