Gelawêj Ewrîn

Weke navê xwe bû berz û serbilind. Li welatek dûr bi rêketibû, ber bi çiyan ve hatibû. Tenê çanteyek li piştê lê tije evîn û hezkirina ji çiyan. Hatibû xwe bike parçeyek ji vê rastiyê. Hatibû bibe dilopek ji deryayek bêdawî. Barê li piştê qet giranî nedikir li ser milan. Deredê evîna nîvcomayî di paşila welatekî de bi xwe re dianî. Diçû bigihêje Agiriyê. Şev û roj bi wê hêviyê pêlî vê axê kir û meşiya û meşiya, bêrawestan. Qet di çavan de şûna westandin û bêhêvîtiyê nebû û nemabû.

Cara yekê dema me ew nas kir, em hemû ji xeyalên wî re dilxweş bûn lê me hêdîka di ber xwe de wuha jî got; gelo di şert û mercên van çiyan de tiştên ku hevalê Xelîl xeyal dike, pêkane? Me ji xwe pirsî tenê rojekî û xilas. Lê ew ji bo wan xeyalan pêkbîne şev û roj xebitî. Vî axî gelek pakrevan ji bo azadiyê gorî kir. Gelek destanên bêwêne û bêmînak neqişandin bi xwîna xwe ya zelal. Serpêhatî û destanên qehremantiya her yek ji wan dibe romaneke jiyanê. Her kenek, her kêfxweşî, girî û hezkirinek romaneke bêdawiye ku hêjî nehatiye nivîsandin. Her şoreşek li cihanê bi wêjeya xwe ya şoreşgerî tê nas kirin. Pir caran qehremanên xwe di wêjeyan de diafirînin û bilind dikin û dikine sembol. Lê li Kurdistanê ti wêje dibe ku qet têra ewqas destanan nekiribe. Em di nav dilê wêjeya herî pîroz a cihanê de dijîn lê em bilêv nakin, nanivîsin, nakin wêne û dîmen. Her şoreşek bi wêjeya xwe tê nas kirin. Ma dibe ku mirov xwedî şoreşek ewçend watedar û dîrokî be û nekaribe bilêv bike. bêguman heta astekî şoreşa îroyîn a li Kurdistanê hatiye nivîsandin lê hêj gelek maye ku mirov mafê ewqas rastiyên bêwêne bide. Li van çiyan kêlî û serpêhatiyên wer têne jiyan kirin ku carnan dilê mirovan çîk pêdikeve û mirov heyfa xwe bi wan kêliyan tîne ku çima nayê nivîsandin yan jî wêneyek ji wan nayê kêşandin. Lê tenê heyfa me bê wê çi bibe ya rast vegotine. û Xelîl Dağ kêliyekî li hember van bûyeran çavên xwe neqirpand û hewil da li ku û di kîjan şert û mercan de dibe bila bibe, hemû hest, ken û êşen evîndarên van çiyan mayînde bike.

Xelîl hunermendeke xweşbîn bû, kêliyên ku qet li ber çavên me neketibû, didît. Perdeya ku li pêş çavên me bû, li pêş çavên wî nebû. Ji wê bû ku hemû bedewiyên vê jiyanê bi çavên rût û tazî didît. Tenê bi dîtinê jî qayîl nedibû. Ji bo ku bike dîrokek zindî, dinivîsand yan jî wêne û dîmenek ji wan dikêşa. Di çanteyê qurs ê li piştê de deftera wî ya bîranînan, kameraya wêne û dîmenê hebû. Barê wî gelekî giran bû, raste ji ber ku hemû hestên jiyana azad bi xwe re digerand. bi xwe re hestên hemû gêrîlayan radikir. Bi çavê hemû gêrîlayan li jiyanê temaşe dikir. Bi wan re dikeniya, bi wan re dimeşiya. Li kêleka wan şer dikir di sengeran de. bi wan re xwêdan dida piştî her meşeke giran û çayek li ser agir bi wan re vedixwar piştî her bêhnvedanê. Bi wan re li dor agir heta sibê nobedarî dikir û dengê dilê wan guhdar dikir. Awirên çavên wan bi kameraya xwe nêz û nêz dikir û di reşika wan çavan de bi carekî xwe didît. Ya rast di hemû jiyana gêrîlayan de xwe didît. Berê bûyîna gêrîla jê re xeyalek bû. çiyayî bûyîn tenê xeylek bû dema li welatek dûr bi rêketibû û ber bi van çiyan ve hatibû. Lê niha êdî ew jî bibû parçeyek ji van hemû rastiyên pîroz.

Di arşîva Xelîl Çiyayî de mirov rastî gelek wêne û dîmenan tê. û şahkara wî ya herî hêja jî fîlma jina kurd şehîd Bêrîtan bû. di nav şert û mercên zor û bi derfetên herî kêm, jiyana şehîd Bêrîtan di bîra me hemiyan de hêşt. Gelek berhemên wî di sînemaya gêrîlayan de heye ku yekemîn berheman îfade dikin. Ji bo rexenyên ji fîlma şehîd Bêrîtan re jî gotibû ku; ger qusûrek di fîlmê de hebe, ya mine ne ya Bêrîtanê! Li van çiyan her kes ji her kesî re dibe çavkaniya hest û îfadeyê. Çima ez vê dibêjim, ji ber ku şehîd Bêrîtan yek ji xeyalên wî ew bû ku romana Rêber APO binivîse. Lê weke hûn jî dizanin bi qehremantiya xwe bû romanek ji deryaya mezin a romana Rêber APO. Xelîl Çiyayî jî xwest fîlma gelek qehremanan bikşîne lê jiyana wî jî bû fîlmek ku divê bê kêşandin. Bû destanek ku divê romana wê bê nivîsandin. Çiya xwedî vê rastiyê ye, ger tu bixwazî vê heqîqetê fam bikî divê tu jiyan bikî. ji bo tu rengê derdê van çiyan bizanibî divê tu bibî rengeke ji van derdan. Xelîl ev yek gelekî baş fam kiribû. Ji bo bizanibe gêrîla li çiyayên herî jor li lûtkeyên bilind çawa jiyan dikin, bi rojan berê xwe dida wan deveran û xwe digihande cihên herî bilind. Hest dikir û diafirand, ji wê bû ku wêne û dîmenên wî hema heqîqet bi xwe bûn. tiştên heyî weke xwe nîşan dida, zêdegavî nedikir di ti kêlî û hestan de!

Û her rêwî bû Xelîl, rêwiyên van çiyan. Soz dabû Agiriyê ku bigihejê û bibe dengek, dîmenek û wêneyek ji bêdengiyên Agiriya serbilind. Dixwest bizanibe birastî van çiyan kîjan serpêhatî di xwe de hewandine ku ewçend bêdeng û di berf û ewrînan de xwe veşartine. Hatibû bibe zimanê hemû çiya, çem, dar û kevirên vî welatî Xelîlê weke wan serbilind, herikbar, berxwedêr û bihêz… rêwîtiya ber bi Botanê, ew ewqas kêfxweş kiribû ku di çeremê xwe de cih nedibû. Ew heyraneke dengê Delîlayê bû. beriya ku rêbikeve, heta sibê li dor agir li dengê Delîlayê guhdar kiribû û qet jê têr nedibû. Te digot qeyê dizanîbû êdî wê vê dengê nebihîze û te digot qeyê Delîlayê jî dizanibû ku strana dawî ji me re dibêje. Bi vî awayî xatir ji me xwestin herdû hunermendan û Xelîl wêneyek ji xwe û Delîlayê ji me re bi cih hişt û sînor derbas kir wê şevê.

Li Botanê êdî ew jî şervanek bû ku diviyabû kêlî bi kêliyên jiyana wî bihata nivîsandin. Lê qehremanên wî, ne ew, hemû şervanên li gel wî bûn. Di ti wêneyan de ew nebû, heta di deftera dilê xwe de jî behsa rêhevalên xwe dikir. Ne ji bo xwe ji bo çiyan navê xwe kiribû Xelîl Çiyayî. Ger ji destê wî bihata û derfet heba wê jiyana hemû gêrîlayên li van çiyan bikira fîlm. Gelek caran ji ber ku nekariye wêneyekî ji hevalekî bikşîne û ew heval şehîd bûye, xem û xibte xwariye. Ji ber ku kameraya wê şikestiye di dema kemîna dijmin de, nekariye wêneyên şer û cenga pakrevanan bikêşe, xem ketiya dilan. Ji ber ku di destan de kamera nebûye û nekariye dîmenên hevaleke jin ku di bin tava heyvê de keziyên xwe yên dirêj şeh dike, bikêşîne, gelekî xemgîn bûye. Bi caran û bi caran kêliyên ku dixwest bi me re parve bike lê derfet nebûye û di dilê wî de maye. Lê qet rê neda bêhêvitiyê di hestên xwe de û hertim bi şêwazekî bûye zimanê hestên çiyan.

Lê em gelekî bexwetewerin ku deftera xwe ji me re bi cih hiştiye û em îro hemû hestên ku me doh jiyan nedikir, bi hestên bedew ên Xelîl re jiyan dikin. Hestên ku ew ji meşeke gêrîla li ser şîverêyeke dirêj digire û dike helbest, êdî dilê me jî hişyar dike ji bo em jî vê bedewiyê bibînin û bibin helbestvanê dilê Xelîl û Wêneyê çavê jinek gêrîla şopeke ji wênekêşiya Xelîl ku me dike evîndarê vê jiyanê.

Xelîl em fêr kirin ku bi kîjan çavî û çawa li vê jiyanê temaşe bikin. perdeya li pêş çavê me rakiriye. Xweşik jiyan dikir ji wê bu ku bi çavê xweşik li jiyanê mêze dikir. Heta roj û kêliya dawî jî qusûr nekir di hestên xwe de. her bedew jiyan kir û bedew ma. Her çiyayî ma weke xwe Xelîl Çiyayî… li Botanê şehîd bû lê qet di hestên me de ew ji Agiriyê dûr neketiye. Ew gihişte Agiriyê, ji roja ku dil da van çiyan û hestên xwe bi wan re parve kir…