Di 26’ê cotmeha 2013 di milê rejîma sêdare ya dewleta Îranê Hebîbûllah Gûlperîpûr şervanê azadiya gelê kurd û milîtanê pêşeng yê PJAK û Reza Îsmaîlî Mamedî kadroyê herîmî yê PJAK, bi avayeke hovane hate darvekirin, di serî de em van kiryarên îdam’ê ya rejîma Îranê şermizar û nelet diken. Em Rêhevalên xwe yê doza heqîqetê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberê têkoşîn û berxwedana van ya bê wêne ditewînin û ji malbata van û hemû gelê berxwedêr yê kurdistanê ku îro di kolanan xwedî ji nirxên têkoşîna azadiyê derdikevin sonda serxistina doz azadî û şopandina rêya cangoriyên azadiyê diden.Rêhevalê me Bahoz (Hebîbûllah Gûlperîpûr) di têkoşîna azadiya gelê xwe de bi sekna xwe ya milîtanî hertim rist û roleke mezin di têkoşîna azadiya gelê xwe de lîst û di pêvajoya li girtîgehê jî bi rihê berxwedêrî siyaseta inkar û dîl girtinê vala derxist. Rêheval Bahoz rihê berxwedêrî ku li hemberê siyaseta dîl girtinê meşand îro ev rih li Kobanê, şengal û her çar parçê kurdistanê gehiştiye lûtkê. Têkoşîn û vîna Bahozan, Arînan, Karoyan, Hakanan yê her jîndar be û bi ked û destkeftiyê wan avakirine yê têkoşîna azadiyê bi serkeftinê bê tacîdar kirin. Rejîma sêdare ya Îranê bi salane ku bi siyaseta darvekirin û çewisandin, girtinan li Îran’ê hewl dide pêşî ji têkoşîna gelan ya azadîxwazî û demokrasiyê bigre û hebûna xwe bi vi şêvazî bidomîne.

Di sala 2013 bi hatina ser kar ya dewleta Rohanî heya niha bi sedan siyasetmedar û kesên bê tawan hatine darvekirin. Darvekirina Hebîbûllah Gûlperîpûr û Reza Îsmaîlî qirkirineke siyasî li hemberê gelê me li Rojhelatê Kurdistan û hereketa me bû ku di milê dewleta Hesen Rohanî pêk hat. Rûxmê ku salane dewleta Îranê vê qirkirina siyasî li ser gelan dide meşandin lê belê rûxmê van kiryaran bi ti şêvazî nekariye pêşî li berxwedan û têkoşîna azadîxwaziya civakê bigre û her sêdareyek bûye sedemê têkoşîneke hê bilintir û mezintir. Pêvîste ku Rejîma Cimhûriya İslamî ya Îranê êdî vê rastiyê baş bizne ku bi van siyasetan yê bi ti şêvazî nikaribe ku gelan, ciwanan û têkoşînên azadiyê dîl bigre.

Ev siyaseta ku heya niha hatiye meşandin qetl û kûştina gelê xwe bi destê xwe ye. Ev siyaset kur kirina nakokî û nerazîbûnê civakê zêdetir dike rê li ber qeyranên siyasî û civakî ku rê li ber birînên kur vedike. Di milekê yê zarokên vî gelî qetl bikin û di milê din bnga hestyarî û rihê millî biken, ti civak, netew û gel vê siyaset û qirkirinê yê nepejirîne û hemberê vê yekê bêdeng nemîne pejirandin û bêdengî hemberê van kiryaran bi xwe derveyê rastiya civakê ye.

Rûxmê ku bi salane li ser gelê kurd li Îranê ev siyaseta darvekirinê tê meşandin jî, lê belê her darvekirin bi xwe re dibe sedemê berxwedan û israrek zêdetir ya gelê kurd di têkoşîna azadiyê de. Îro gelê me li Rojhelatê Kurdistanê bi rihê Bahozan, Ferhadan, Şêrkoyan, Şîrînan ne tenê ji bona azadiya xwe ji bona azadî û destkeftiyê gelê xwe li Kobanê, Şengalê tevdigere. Ev rih û sekna milîtanî ya Bahozan îro li Kobanê, li her çar parçê kurdistanê dij siyaseta dîl girtin û qirkirinê tê jiyîn û her roj bilintir û berxwedaneke bê wênetir derdikeve pêş. Ti hêz, rêbaz û şêvazê ku li hemberê gelê kurd ji bona dev ji têkoşîna xwe berdanê bê meşandin jî, milîtanên azadiyê û gelê kurd dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernaden û di vê dema dîrokî ku hêzên cihanî bi rêya çeteyên DAİŞ’ê êriş ser gelê me diken berxwedan û rihê netewî k udi milê gelê kurd derket pêş ev rastî careke din ji her kesê re raxist ber çavan.

Gelê kurd di dîroka dagirkirin û parçekirina welatê xwe heya niha hertim ji bona mafê xwe yên xwezayî û insanî bi avayeke rewa berxwe daye û xwe ji qirkirin û jinosaytan parastiye, lê belê ev yêk ji vi gelî re weke teombarî hatiye dîtin û bi şêvzên herî hovane mafên herî rewa ya vi gelî hatiye bin pêkirin û bi şêvazên herî hovane tên qetlkirin û qirkirin. Darvekirina militan û zarokên vi gelî berdewam û encama vê siyaset û bêdadiya li hemberê gelê me ye. çewa ku DAİŞ û hevkarên vî li kurdistanê bi avayeke hovane êriş gelê me dike û jin û zarokan digirin û ser jê diken, dagirkeriya li kurdistanê jî bi darvekirin, qedexekirina çand,ziman û nasnama siyasî ya gelê me haman kari dike.

Siyaseta darvekirina ciwan û gelê me jî ti cudahiya xwe ji van qirkirinan nîne, di nava çend xûlekan de bê ti mafê xwe parastinê tên darijandin û darvekirinê. Ji ber ku zimanê me kûrdiye û em ji netewa kurd’in û cûdahiyên me yê çandî hene ciwan û gelê me tê darvekirin û di girtîgehan de cizayên herî giran re rû bi rû dimînin. Em bang li ciwan, jin û gelê kurd diken ku bi xwdî derketin ji şehîdên xwe û doza wan siyaseta sêdare û qirkirina siyasî ku ser gelan tê meşndin bi ti avayî nepejirînin û hewladan û nerazîbûnên xwe ji bona rakirina vi hikmê derveyê xweza û zagonên mirovahî raber biken. Xwedî derketin ji şehîdan xwdî derketin ji destkeftî û têkoşîna bêhempa ya van qehriman û dilêrên bêhempaye ku ev erka ser milê her kesê ye û taybet gelê kurd çewa ku hertim xwdî ji cangoriyê xwe derketiye pêvîste ku vir şûnda jî bi heman helwest û rihê welatparêzî û dilsoziy bi şêhîdên xwe re diyar bike. Îro xwedî derketin ji Kobanê, şengal xwedî derketin ji şehîdan û nirxên wan ku bi canê xwe yê pakrewan avakirine ye.

Tene rêya çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî ku li Îranê tê jiyîn pêk anîna demokrasî û avakirina hîmekê ku civak bikare daxwazên xwe bîne ziman û çand û nasnama xwe ya siyasî bijî û îfade bike.

 

Silav û Rêzên Şoreşgerî
Meclîsa Partî Jiyanî Azadî Kurdistan — PJAK
25.10.2014