Rejîma Îranê wek her timî careke din jî mafê mirovan û exlaqê îslama demkoratîk binpê dike. Bi hêza xwe ya milîtarîst û zêhniyeta xwe ya klasîk re wisa difikire ku wê çavê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bitirsîne, ji bo ku dest ji rûmeta xwe ya azadiyê berde û gav bi paşve pê bide avêtin.

Ev meheke 29 girtiyên Kurd yên siyasî li hember polîtîkayên rejîma Îranê yên kujer, zordar û faşîzman ku dixwaze bi siyaseta şikandina rûmeta hevalên me û welatparêzên me li zîndana Urmiyê û her wiha li zîndanên din yên wan biçewisîne. Li hember van polîtîkayên qirêj yên Îranê girtiyên zîndana Urmiyê dest bi greva birçîbûnê kirine û bi ti awayî radestê siyaseta qirêj nebûne û berxwedana xwe gihandine asta herî jor.

Çawa ku rihê Kemal û Xeyriyan li zîndana Amedê û rihê Ferzad û Şîrînan li zîndana Êvînê nîşandan, îro li zîndana Urmiyê ev rih bilind dibe û zindî dibe.

Em weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) çalakiya berxwdana rûmet a zîndaniyên siyasî silav dikin, pîroz dikin û rêz digrin. Ev çalakiya ku li zîndana Urmiyê birêve diçe, em ji bo xwe wekebangek dest digirin û em weke YRK bang li rejîma Îslamî ya Îranê dikin ku demek ji demeke din zûtir daxwazên berxwedêrên girtiyên zîndana Urmiyê bicîh bîne û nehêle ter û hişk bihevre bişewite. Divê were zanîn ku eger yek şahadet di wê berxwedanê de çêbibe wê mafê me yê bersivdayînê jî çêbibe. Eger rejîma Îslamî ya Îranê naxwaze bikeve nava qeyraneke jêneveger wê demê divê ji bo pêkanîna mafên girtiyan bi awayeke lezgîn gav biavêje û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk bi rêya mûzakere û diyalogê bi cîhên pêwendîdar re bide destpêkirin. Divê bizane ku gelê Kurd êdî ne Kurdê berê ye ku li hember zext û zorên desthilatdaran serî bitewîne û ji mirinê bitirse. Ji bo mafê xwe yê jiyanê û azadiya xwe wê her tiştê bike. Sebra gelê Kurd jî li hember neheqiyên sedsalan heta vir bû. Bi yekîneyên xwe yên leşkerî wê xwe bi her şêwazî biparêze heta serkeftinê.

Li ser vê esasê em bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî li ciwanên Kurd dikin ku helwesta xwe bi tundî diyar bikin, bi ti awayî û ticaran wek di dîroka Kurdistanê de tê dîtin ji Seyîd Rizayan heya Şêx Seîdan ji Berzenciyan heya Qazî Mihemed û Qasimloyan, ji Mazlum, Kemal û Xeyriyan heya Ferzad û Şîrînan ti caran gelê Kurd li hemberî rejîmên despot, totolîter û faşîst serî netewandine û natewînin.

Ji bo vê jî banga me ji hemû ciwanên hêja yê gelê Kurd yê fedekar yê Rojhilatê Kurdistanê re ewe ku îro, dem dema xwedî derketina li rûmet û azadiyê ye. Divê herkes li kuçe û kolanan, li qad û bajaran xwedî li zarokên xwe, canfeda û pêşengên azadiyê, li girtiyên Urmiyê û hemû girtiyên siyasî yên li zîndanên Îranê xwedî derkevin û bi awayeke herî tund helwesta xwe diyar bike.

Bijî rihê Fedayî ya gelê Kurd îro li zîndana Urmiyê, li Kobanê û li her devereke Kurdistanê tê jiyankirin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê — YRK
20.12.2014