Di vê demê dewleta îranê bi siyaset û nêzîkatiyên xwe yê faşîst li girtîgehan helwest û siyaseta xwe li hemberê gelê Kurd her ku diçe diyar dike. Siyaseta ku dewleta Îranê dide meşandin bi avayeke pir vekirî Îranê ber bi felaketeke navxweyî dehf dide. Bi milîtarîzma ku li ber deriyên girtîgeha Urmiyê pêş dixe tenê rê ji bona şereke navxweyî vedike. Pêvajoya heyî dixe nava rîskê û bi van kiryarên xwe, me û gelê me ber bi helwestên pir cûda dehf dide. Em Siyaseta ku îro li hemberê gelê me tê meşandin, biryar û helwesta demê ya rejîmê li hember gelê xwe û hereketa xwe dibînin. Ya ku tê ferzkirin ti deriyên ku em hesasiyetên demê bigrin ber çav bi xwe re nahêle. Heya niha ji ber hesasiyeta me ya ku hin hêz û mil ji nakokiyên di navbera gelê kurd û dewleta Îranê feyde negirin û pirsgirêka kurd bi dewletê re ji bona berjiwendiyê xwe bi kar neînin, em bi xwe weke dû hêz pirsgirêkên xwe çareser biken tevgeriyan. Lê belê rûxmê hemû siyaseta inkar û kiryarên dewletê di vê demê em pir zêde hestiyar nêz bûn û bi rêbazên demokratîk û aştiyane me hewl da ku pirsgirêka kurd bi rêya diylogê û rêyên demokratîk û ser bingehê li hevkirinê bê çareserkirin. Lê belê dewleta Îranê bê ku vê hestyarî û nêzîkatiyê gelê kurd bigre berçav di nava maratona wê deye ku weke demê bihorî rê ji şerên dijwar veke. Di demeke bi vî rengî ku di Rojhelta Navîn de Kaosên pir mezin tên jiyankirin û yek ji hedefên sereke yê pilansazî û destwerdana Rojhelata navîn Îran bi xwe ye jî lê belê kiryar û siyseta ku Îran raber dike xwe bi xwe ber bi agir diçe. Hesasiyeta ku heya niha hereketa me û gelê me di van deman de hemberê Îranê raber kir Îran di wê astê de hesas û şiyar tevnegeriya û şûna ku vê helwesta me ji bona xwe weke derfet û alîkariyek mezin bigre dest bi dijminahî nêz dibe û dev ji netewperestiya xwe bernade. Ev siyaseta dewletê her ku diçe hêvî û baweriya me ya ku yê pirsgirêkên gelan li Îranê bi rêya diyalog, bi rêyên demokratîk çareser be ji ber vê siyaseta çewt ya rayedarên rejîmê lewaz dibe. Îro dewleta Îranê di rewşeke wisa de nîne ku ji serî rakirina gelan re amade be, ne rewşa siyasî ya Îranê dest dide, ne jî xeteriya ku li ser sinorên Îranê heye û rewşa li herêmê tê jiyîn. Ruxmê ku ji sala 2011 de rewşa li herêmê tê jiyîn herî zêde rejîma Îranê hedef dike, hebûna DAÎŞ û siyaseta ku li pişt vê hêzêye ji bona Îranê weke xeteriyeke herî mezin be jî, rejîma heyî bi kurkirina pirsgirêkên gelan û derî girtin ji rêbazên demokratîk ve xwe bi xwe ber bi agireke gûr diçe. Pêwîste rejîma Îranê vê baş bizne ku careke din ger şerek li hemberê kurdan pêş bikeve ev şer ne weke şerên berê bibe, vê rabûnek di milê gelan de çêbe ne em ne jî rejîm yê bikare pêşî lê bigre. Ger dewleta Îranê ji rewşa Sûrî, Misir, Tûnis, Îraq ders dernexe xwe parastin hemberê rewşek bi vî avayî yê bi ti şêwazî serkeftî nebe. Ger rewşa wan welatan gehişt vê astê ji ber siyaseta şaş ya rayedarên dewletê li hemberê gelan û civakê bû ku rê ji destwerdanê derve re jî vekir. Dewleta Îranê jî rûxmê ku bi vê xetiriyê re rû bi rû ye rûxmê hemû şiyarî û pêşbînî û hesasiyetên ku di milê gelan de tê kirin di ya xwe de îsrar dike. Em careke din dewleta Îranê şiyar dikin ku vê siyaseta xwe ya li girtîgehan bi avayeke lezgîn bi davî bike û vir û şûnda li Îranê çi biqewime dewlet û rayedarên wê berpirsin.

 

Jin û ciwan û gelê me li Rojhelatê Kurdistan û her çar beşên kurdistanê li hemberê van nêzîkatiyên dewleta Îran û rayedarên wê ku derî ji hemû rêbazên aştiyane re digirin pêvîste ku bi rihê serhildanê bersiv bidin û bi vê şêwazê em siyaseta 200 salî ya înkar û qirkirinê ser gelê xwe bi davî bikin. Bêdengiya raya giştî û pir partî û saziyêm mafê mirov, parlemana Ewrupa û CPT û saziyên civakî hêz dide dewleta Îranê û ew jî bi vê bêhelwestiya xwe bûne hevkarê van kiryar û siyasta ku îro dewlet hemberê gelê me raber dike. Em banga şiyarbûn û xwedî derketin ji erkên însanî ji her kesê dikin ku bi bêdengiya xwe berxwedêrên li girtîgeha Urmiyê ber bi sêdare û mirinê dehf nedin. Çalakî û piştgîriya gelê xwe li her çar beşên Kurdistanê ji bo çalakiya girtiyên rûmetê silav dikin û ji vê kêliyê şûnda pêwîstî bi xwedîderketineke hê mezintir heye.

 

Hevserokatiya Partî Jiyanî Azadî Kurdistan — PJAK
21.12.2014