Di vê dema dîrokî ku gelê me tê de derbas dibe li hemberê siyaseta ku hebûna îrade û nasnama gelê me înkar dike berxwedanên bê wêne di tekoşîna azadiya gelê Kurd nirx û destkeftiyên pir mezin bi xwe re ava kirin. Li Kobanê, Kerkûk û Şengl gelê me li hemberê êrişên DAÎŞ û hevkarên wan bi xwedîderketin û berxwedana xwe ya bêwêne hem siyaseta ku li hemberê gelê me û mirovahiyê dihate meşandin vala derxistin, di heman demê de berxwedan û şerê rûmetê bi navê mirovahiyê ku tê meşandin pilansaziyê ser herêmê vala derxist. Di milekê de ev berxwedana bê wêne ya gelê me li parçeyên din yê Kurdistanê, ji milek din jî hemberê siyaseta înkar û helwest û kiryarên rayedarên dewleta Îranê li girtîgeha Urmiyê berxwedaneke bê wêne dijîi bênasnamekirin û siyaseta dîlgirtinê hate meşandin. Ev berxwedana ku bi biryardariyeke mezin û helwesteke şoreşgerî pêş ket di demeke bi vî rengî de xwedî girîngî û encamên pir xort û mezin ji bona tekoşîna azadiya gelê me bûn. Li zindana Urmiyê îradeya siyasî û rihê berxwedêr yê gelê kurd di rûpelên dîrokê de nirx û destkeftiyên mezin û dîrokî ji vî gelî re bi cîh hişt. Di şert û mercên herî zor de û di bin zextên herî giran de berxwedan û çalakiyên bi vî şêwazî her tim rê ji pêşketinên pir mezin vekiriye û serkeftinên siyasî ji gelê me re aniye. Bêgûman berxwedana ku nêzî 40 rojan dewam kir hem ji ber hin pêngavên ber bi çav yê rejîmê li hemberê vê helwset û çalakiyan di heman demê ji ber ku rewşa çalakvanên azadiyê ketibû qonaxeke pir xeter de û ji xwe çalakiya wan gehişt armanca xwe ji ber vê jî pêvîstî bi davî anîna wê hebû. Em vê çalakî û sekna berxwedêr û bi wate ya demê pîroz dikin û tekoşîn û helwesta gelê Kurd ya ji bona piştgîriya vê berxwedanê silav dikin. Ev çalakî û berxwedana bi wate bêgûman di tekoşîna azadiya gelê kurd de serkeftin û pêngaveke pîroz û watedar bû. Destkeftiya herî mezin û pîroz ya vê çalakiyê yek rih bûn û hestyarbûna gelê me ji Silopî, Qamişlo, bigre heya Şengal û Kelarê derxist pêşberê me. Rihê ku ji bona Kobanê, Şengal û Kerkûkê bû yek heman rih û Helwest ji bo Urmiyê jî sînor nenasîn û derket pêş. Çewa ku hertim girtîgeh bûne cihê derketinên pir mezin û navenda berxwedana îradeya gelê Kurd, ya ku li girtîgeha Urmiyê jî hat jiyankirin heman rih bu ku hate raberkirin û bi encam bû.

Em careke din vê berxedana bi wate û xwedî derketina gelê xwe silav dikin û serkeftina vê çalakiyê bêgûman bandora rihê ku li her çarparçê Kurdistanê derket pêş vê re jî girêdayî bû. van şervanên azadiya demê erk û berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk anîn û vir şûnda pêwîste ku em xwedî ji destkeftî û tekoşîna wan derkevin.

Bijî berxewana gelê kurd!

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê — PJAK
23.12.2014