Em çalakiya mezin û bi wate ya Senem Erîşen (Ronahî Denîz) şervana azadiya gelê Kurd, li hemberê siyaseta sêdare û qirkirinê ya Rejîma Îranê bi bîr tînin, bejna xwe li hemberê çalakiya, fedaiya Rojhelatê Kurdistanê û Şehîdê rûmeta gelan û mirovahiyê Emîr Qobadî û hemû şehîdên doza Azadiyê ditewînin. Di dîroka têkoşîna azadîxwaziya me de her tim li hember êrîşên hovne yê dagirkeriya li Kurdistanê riheke fedayiyane derketiye holê êrîşê û pîlanên dijminan têk birine. Di dîroka têkoşîna azadiya gelê me de hertim kesayetên ku bedenê xwe kirine mertal derketine û di têkoşîna azadiya me de destkeftiyê siyasî û nirxên mezin bi xwe re avakirine. Ş. Ronahî milîtantiya demeke bi vi rengî bû.

Dema ku Rêhevalê me ‘Egîd (Hesen Hîkmet Demîr) roja 20.12.2007 ji aliyê rejîma kevneperest a Îranê ve bi avayeke hovane hate darvekirin, li hemberê vê kiryar û siyaseta dijminane ya rejîmê, Rêhevala me Ronahî bi rihê tolgirtinê û berpirsyartiyeke mezin û vicdanî tevgeriya û di dîroka 01.01.2008 de bi çalakiya xwe ya fedayî di nav dilê dijmin de helwesteke şoreşgerane raber kir.

Ev çalakiya Rêhevala me Ronahî, tolhildan ji pergal û hişmendiya desthilatdar û rejîma sêdare û qirkirin û inkarê bu ku pêş xist. Çalakiyan jin û gerîlaya kurd li hemberê zihniyeta 5 hezar sal ya serdestiya zilamsalariyê, banga têkoşîn û serî rakirin û berxwedan li hemberê vê siyaseta rejîma Îranê ku li hemberê gelan û taybet gelê kurd dida meşndin bû. Şehîd Ronahî bi vê çalakiyê, li hember pergala dagîrker, talankar, zordar, azadîkuj, înkarger, qirker, şkencekar û kujera Îranê banga berxwdana Kurdan bû. Rêheval Ronahî rihê fedayî yê Zîlan û rihê berxwedêr dij bi teslîmiyetê li Rojhelatê Kurdistanê jîndar kir û bû tirsa dilê dijmin.

Rihê ku Ronahiyan ava kir û xeta ku bi vê çalakiya pîroz pêş xist, li girtîgehan di kesayeta Şîrîn û Rêhevalên wê de bû berxwedana dij bi dîl girtinê, li Rojava di kesayeta milîtanên qehrimantiyê, Jiyan û Eser de bû sembola têkoşîna netewî ya gelê kurd, li Kobanê di şexsê Ş.Emîr Qubadî ku hemwelateke farse, bû rihê hevgirtina gelan û şikandina sînorên navbera gelan.

Îro li ser şopa Rêheval Ronahî Denîz hezaran jinên azadîxwaz ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji netewên cûda serî rakirine û li hemberê rejîma kujer ya Îranê li çiyayên azadê Kurdistanê têkoşîna azadiyê rêve dibin, şervantiya heqîqet û azadiyê diken. Encama berxwedan û qehrimantiya Ronahiyan di têkoşîna azadîxwaza gelê Kurd de, îro bûye çavkaniya îlham ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û Îranê.

Em li hemberê çalakiya fedayî ya Rêheval Ronahî Denîz û Şehîdê doza gelan, Şehîd Emîr Qubadî û hemû şehîdên doza azadiyê sonda bilindkirina doza wan û pêkanîna armanc û xeyalên wan yê doza azadiyê bi serketinê tacîdar ken diden û ji bona kurdistaneke azad û Îraneke demokratîk yê bi rih û hişmendiya wan tevbigerin.

Bang li hemû gelê xwe li Rojhelatê Kurdistanê diken ku bi xwedî derketin û jiyanîkirina xeyal û rihê şehîdan xwedî ji nirxên doza azadiya xwe derkevin û ji bona jiyaneke azad û bi rûmet bi rihê Ronahî û Emîran beşdarê têkoşîna Rûmetê bin.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê — PJAK
29.12.2014