Em sala nûh ya mîladî li hemû gelan û gelê Mesîh û hemû aştîxwazan pîroz diken û hîvîdarin ku sala 2015 bibe sala aştî, azadî û aramiyê li hemû cihana mirovahiyê, bibe sala davîbûna şer û wehşeta ku ser mirovahiyê tê meşndin. Ji dema ku Îsa Mesîh hat dinyayê heya daviya jiyana xwe bi rêbazên demokratîk ji bona sekinandina bêdadî û çareseriya pirsgirêkan bi rêyên aştiyane berxwedana û kedeke mezin bi navê hemû mirovahiyê daye. Bi rêbazeke felsefîk û ser bingehê şoreşa zihniyet pêxembertiya mirovahiyê kir. Bi şoreşa ku pêş xist bi milyonan li derdora vê felsefa xwe ya jiyan û hebûnê kom kir, Li hemberê rêbazê şidetê her tim rêya diyalog û lêpirsa vicdan da pêş. ji bona di navbera gelan de vê felsefê pêş bixwe û dinyayeke ku di milê vicdanî de dadweriyê, xwe bimeşîne ava bike bedel û êşên pir mezin kişand, lê belê dev ji şoreş û têkoşîna xwe berneda. Her kes û milê ku derketin û berxwedana û çanda ku Îsa Mesîh pêşkêşê mirovahiyê kiriye ji dil hemêz dike pêvîste ku vê şoreş û têkoşîn û berxwedanê baş bixwîne û di vê dema dîrokî ku mirovahî tê de derbas dibe, rêbazê aştiyane û vicdanî bide pêş û ser wê bingehê ji bona sekinandina van şerên dijwar li cihanê xwedî rol be. Ji ber ku di felsefeya Îsa Mesîh de inkar û şidet nebû, û bedelê ku da jî ji bona wê bû ku îro em di dinyeke di nava xwîn û bêdadî û wehşetê de nejîn. Ger em sala 2015’ê li gor vê rastiyê bixwazin pêşvazî biken pêvîste her kes bi van hest û têgînê li gelan, cûdahî û daxwazên aştîxwazane û demokrasiyê yê temaşe bike û erka xwe li hemberê dîrokê bi cih bîne.
Sala 2014 ji bona hemû gelan saleke pir bi êş û saleke ku herî zêde xwîn hate rijndin û şidet hate jiyankirin bi hezaran jin, zarok û kes ji ber hin berjiwendiyê siyasî û olperestiyê hatin qetilkirin û kûştin û hê jî ev wehşet û hovîtî tê jiyankirin û ger bi vi şêvazî dewam bike qetliam û jinosaytên ku kes nikare pêşî li wan bigre yê bên jiyankirin. Li şûna vicdan û heskirin û dadê îro li cihanê berjiwendiyê mirovan û kesan serwer bûye û dibe sedema van qirkirin û vê wehşetê. Ev rewşa ku tê jiyankirin ne ji bona mirovahî û ti kesî yê ti berjiwendiyê xwe derveyê xwîn rijandin û mirinê yê bi xwe neîne. Ji bona ku cihana ku em lê jiyan dikin bi destê hin hêz û kesên ku ti pêywendiyê xwe bi demokrasi, vicdan, azadî û têgîna wekhevî û dadê nîne ber bi vê kaosê ve neçe em hîvî diken sala 2015 bibe sala têkoşîn û helwest nişandan hemberê van hêzan û dijminên jiyan û demokrasiyê.

Em hîvîdarin ku sala 2015 bibe sala bi davî bûna şerê li cihan û taybet şerê li Rojhelata Navîn ku rojane hezaran bi avayeke herî hovane qetil dike. Her miroveke bi vicdan û demokrat ji bona ku ev sal ji gelên bindest û gelên ku ji bona azadiya xwe berxwedana diken bibe sala azadî û serketinê pêvîste û ku bi erka xwe ya dîrokî û vicdanî pêk bînin.

 

Meclisa Partî Jiyanî Azadî Kurdistan — PJAK
31.12.2014