Em 4mîn salvegera şehadeta şervanê heqîqetê, sembola berxwedana ciwanên Kurd Şehîd Hêmin (Hisên Xizrî) bi bîr tînin di kesayeta wî de bejna xwe li beramberê hemû şehîdên doza azadiya gelê xwe ditewînin. Vê siyaseta rejîma Îranê ku ti car ser neket nelet diken û yê gelê Kurd û mirovahî van kiryarên hovane bê bersiv nehêle.Berxwedêr û milîtanê doza azadiyê Şehîd Hêmin di dsala 2011 de di milê rejîma sêdareya Îranê de bi avayeke hovane ji ber ku nasnameya xwe ya kurd bûnê û berxwedaniya di rêya azadiyê de înkar nekir hate darvekirin û gehişte mertebeya bilind ya şehadetê. Dewleta Îranê ku li hemberê rihê berxwedêr yê şervan û ciwanên kurd bê çare û di nava tirseke mezin de bû ji hebûna şervanên heqîqetê li girtîgehên xwe jî ditirsiya û ji ber vê sedemê dest bi hovîtiya darvekirinê kir. Bi girtin û her cûre siyaseta qirkirinê vê rejîmê hewl dida ku gelê me û milîtanên şoreşger ji doza azadiyê û nasnama wan ya netewî dûr bixîne û dîl bigre. Lê belê li hemberê vê siyasetê ne gelê kurd ne jî milîtanên me pêngavek paşve avêtin û ji vê dozê paşve ziviriyan. Gelê kurd her tim bi berxwedaniya xwe ji dîrokê heya niha hebûna xwe, rûxmê hemû wehşet û qirkirinên ku bi destê dagirkeran ser hatiye ferz kirin tûcar serê xwe netewandiye û her tim bi şerkerî û berxwedana xwe li hemberê bêdadî û dagirkeriyê hatiye nasîn. Rêhevalê me Ş.Hêmin jî ji wan kesayetan bû ku bi riheke mezin yê şoreşgerî sonda domandina vê çandê xwaribû û evîndarê welat û gelê xwe bû. Hem di têkoşîn û jiyana xwe de hem jî li girtîgehê weke pêşeng û milîtaneke demê ku bi berpirsyasrtiyên dîrokî tevdigeriya radibû. Li girtîgeha Urmiyê rihê Elî Çîçek dijiya û girtîgeh kiribû yek ji navendên bingehîn yê tekoşînê. Hem bi helwestê xwe li hemberê dijmin hem ji ber sekna xwe ya ku navenda kişandina mirovan bû, girtîgeh kiribû cîhê tekoşîn û rêxistinkirinê. Rejîma heyî ev sekn û helwest weke xeteriyeke mezin didît û ji bona ku vî dengî ji holê rake her cure siyaset li ser girtiyên siyasî û şervanên azadiyê dimeşand. Rejîma ku li hemberê berxwedanî û helwestên şoreşgerane yê milîtanên heqîqetê bêçare mabû û hemû şêwazê hovane ku vê berxwedanê bişkêne ceribandibû ser neketibû vê carê dîsa serî li tinekirina fizîkî da û rêbazê zihniyeta xwe ya kûjer ser gelê kurd ceriband. Bi darvekirina Şervanê APOyî hewl da ku tirs û xofekê di dilê ciwanan de pêş bixîne û li girtîgehan çanda xwe ya dîl ketinê ferz bike, lê belê ne bi vê siyaseta xwe ya qirêj karî berxwedêrên li girtîgehê dîl bigre ne jî karî pêşî ji beşdar bûna bi hezaran Hêminên din bigre. Di roja me ya niha jî rihê ku Hêmin’an li Zîndana Urmiyê pêş xist weke çandekê di serî de li girtîgeha Urmiyê li hemû girtîgehên din tê jiyankirin.

Girtîgehên ku her tim di dîroka gelê me de bûne navenda tekoşîn û berxwedanê di dilê dagirkeran bi Pêşewa Qazî Mihemedan dest pêkir û heya roja me ya niha jî ev xet û rih tê jiyankirin û berdewame. Wan cangorî û berxwedêrên li girtîgehan ti daxwaziyeke şexsî derveyê gehiştina azadî û welateke azad û şopandina rêya wan ji me nekir. Em hemû li henberê van cangoriyan deyndarin û pêkanîna daxwaz û hildana ala wan erka her Kurd û ciwaneke Kurde. Pêwîste ku sonda me hemûyan ya yekane ev be ku em rihê Hêmin û hemû cangoriyên vê têkoşînê jîndar bikin û di xeta wan de bimeşin. Bersiva herî rast a ku em ji bo bîranîna wan bidin û nirxên ava bûne bi serketina gel û welatekî azad re tacîdar bikin meşa me ya azadiyê israr di xet û têkoşîna wan de be.

Pêwîste gelê me vê bizane ku ji bona ku jiyaneke azad û birûmet were pêşxistin, tekoşîna afirandina welatekî azad, demokratîk û aştiyane ku armanca bingehîn ya şehîdên me yên qehremanin, dê bi berxwedana bi heybet ya gelê me re bilindtir bibe û bigihîje serkeftinê. Pêwîste ku her kes xwedî ji şehîdên vê dozê derkeve û ji bona davî anîna siyaseta sêdare ku qirkirineke siyasî li ser me ferz dike xwedî helwest be.

Di vê salê de bi sedan ciwan û jin ji gelên cûda cûda hatin darvekirin, sala herî xwînî ya dewletê li girtîgehan bû û van du rojan jî li girtîgehên cûda cûda bi dehan kes hatin darvekirin û metirsiya darvekirina hezaran heye, ev rêbaze tenê hirsa gelan û civakê li hemberê rejîmê bilindtir dike û ti destkeftek derveyê dijminahî û serî rakirina gelan û civakê hemberê vê rejîmê bi xwe re yê neyîne. Ger rejîma heyî dixwaze ku xwe ji pirsgirêkên civakî û nakokiyên navxweyî û rewşa aloz ya siyasî rizgar bike pêwîste lezgîn dev ji van kiryarên hovane berde. Bi darvekirinan serweriya ser welat bi ti şêwazî çênabe berovajî nakokî û pirsgirêkên heyî kûrtir dike.

Li hemberê van kiryarên rejîma heyî bêdengiya raya giştî û navnetewî û saziyên mafê mirov cihê fikarane û bêdengiya heyî her roj li van qetlên rejîmê zêde dike û her bêdengiya heyî jî şirîkê van kiryarane. Em banga hestyarî û pêşî girtin ji darvekirinên ku vê demê li Rojhelatê Kurdisatn û Îranê ser gelan û civakê tê meşandin li hemû mirovahî û raya giştî dikin.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê — PJAK
05.01.2015