Em weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK, şehîdê sêdare û welatparêzê doza xwe ya azadiyê Fesîh Yasemînî bi bîr tînin û di kesayeta wî de li hemberê hemû şehîdên sêdare û welatparêzên doza azadiyê ku bi rihê qehrimantiyê di tekoşîna azadiya gelê xwe de beşdar bûn û gehiştin mertebeya bilind ya şehadetê bejna xwe ditewînin û sonda bilindkirina doz û pêk anaîna xeyal û Armancên wan ji hemû gelê xwe re didin.Rejîma sêdare ya Îranê bi sedsalane ku bi rêya kuştin û tinekirina fîzîkî (cesteyî) hewl daye ku gelê kurd û berxwedana vî gelî li Îran û Rojhelatê Kurdistanê ku mînakek ji bona hemû gelên bindeste tine bike û gelan ji tekoşîna wan ya azadiyê bê par bike. Dewleta ku bi pergaleke dîktatorî îro li Îranê li ser civakê hikm dike ji hewildan û daxwazên herî piçûk yê gelan dikeve nav heras û wehşetê, ev Rejîm ji bona ku dengê gelan, demokrasî û jiyaneke azad bifetisîne û cihan û mirovahî vî dengî nebihîse bi rêbazên herî hovane û bêdadiyeke mezin kuştin û tinekirinê weke çeka tirsandinê bi kar tîne. Li Kurdistanê bi darvekirina welatparêz û çalakvanên kurd bi salane vê siyaset û rêbazê hovane yê Xalxalî û zihniyeta wî ya qirkirinê dimeşîne. Lê belê ne Xalxalî, ne rêvebirê din yê dewleta sêdare di van rêbazên xwe de ser ketin ne jî yê dewleta Rohanî û zihniyeta ku her roj li Kurdistanê ciwanên me darve dike yê ser bikeve.

Darvekirina welatparêzê Kurd Fesîh Yasemînî û bi dehan welatparêzên din yê kurd, encama zihniyeta nijadperestî û faşîst ya rejîma Îranê ye ku beramberê Kurdan dide meşandin. Rejîma sêdare ku her tim çanda berxwedêrî ya gelê Kurd xwe re weke xeteriyek dîtiye dema ku ru bi ru yê vê helwest û sekna Kurdan dibe, hemû zagon û mafan bin pê dike ji bona tunekirin û sekinandina helwestên welatparêzî vê rêbazê jiyanê yê gelê Kurd. Rûxmê vê siyaset û rêbazê wehşiyane ya rejîmê, gelê me tu car serê xwe netewandiye û bi hezaran sale ku ev çand di nav gelê kurd de bûye rêbazeke jiyanê ku bi vê çandê gelê kurd li hemberê qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê hebûna xwe parastiye. Şehîd Fesîh Yasemînî sembola vê çanda gelê me bû, ku bi beden û canê xwe ev rastî careke din anî bîra dijminên gelê kurd û hemû hêzên cîhanî.

Di kesayeta Şehîd Fesîh de rejîma sêdare hewl dida kû welatparêziya gelê kurd û girêdana vî gelî ya ax û nasnama xwe bûnê bişkêne û tune bike. Lê belê dema vê rejîmê li girtîgehê hemû rêbazên hovane bi işkence li hemberê milîtanê me yê welatparêziyê, Fesîhan bi kar anî û ser neket serî li çanda xwe ya hovne ya sêdare da. Bi sêdaredana Fesîhan, hezaran ciwanên Kurd ji bona tolhildan û jîndarkirina sekn û rihê cangoriyê doza rûmetê berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û îro şopdariya rê û doza vî dikin.

Di tekoşîna azadiya me de keda bê wêne ya welatparêzên Kurd bi xwe re nirxên mezin afirandiye û her roj tekoşîna azadiya gelê Kurd ber bi serkeftinê dibe. Em deyîndarê van şehîd û rihê tekoşerî yê welatparêziyê ne, emê bi hemû hêza xwe û îsrar di serkeftinê de xeyal û doza van cangoriyên azadiyê bi serkeftina welat û gelê xwe tacîdar bikin. Wê rihê Fesîhan her tim roniya rê û têkoşîna azadiya gelê me û ciwanên welatparêz be.

Em bang li hemû ciwanên Kurd û gelê xwe li Rojhelatê Kurdistanê dikin ku xwedî ji doza Fesîhan derkevin û li hemberê vê siyaseta ku her roj li girtîgehan û di kolanan de gelê me qetil dike bi çanda berxwedanê û rihê Fesîhan rabin. Serkeftina doza me bi bilindkirina rihê Hêmin û Fesîhan yê tacîdar be.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê — PJAK
06.01.2015