Em weke KJAR (Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistanê) sê jinên tekoşerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin û di kesayeta wan de bejna xwe li hemberê hemû cangoriyên tekoşîna azadiya gelê kurd ditewînin û zihniyeta ku ev komkujî pêk anî û siyaseta pişt vê êrişa hovane ser jin û gelê Kurd lenet dikin. Ev êrişa ku li hemberê sê jinên tekoşerê Kurd pêk hat di rastiyê de faşîzma dewleta Tirk li hemberê gelê Kurd û lîstokên navnetewî ku dixwastin pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd bigirn bû. Di demekê ku li Kurdistanê ji bona çareseriya pirsgrêka kurd hewildanên Rêberê gelê Kurd û hereketa azadiya gelê kurd hebûn komkujiyeke bi vî şêwazî ji rêzê nebû û li pişt vê komkujiyê lîstok û berjiwendiyên pir milan yên siyasî heye. Bêdengiya dewleta Firansa û veşartina kûjer û belgeyên vê bûyerê her roj vê rastiyê bi avayeke vekirî derdixîne pêşberê me.Hilbijartina Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez di demeke bi vî rengî de bêgûman bê armanc nebû. Zihniyeta ku bin vê êrişê de bû pir bi pilan û li gor hisabên siyasî tevgeriya û hê jî ev lîstoka dîrokî û konsepta ku gelê Kurd armanc dike vê lîstoka xwe didomîne. Qûrbankirina tekoşera Kurd Sakîne Cansiz ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd û di tekoşîna rizgariya jin de bi berxwedêrî û sekna xwe ya şerkerî dihate nasîn pir bi pilan bû. Hemû milên ku di vê konseptê de bi şêwazên cûda cîh girtin hisabên xwe di şereke mezin di navbera gelê Kurd bi dewleta Tirk re hebûn. Di milekê berjiwendiyê hêzên navnetewî di milê din faşîzma dewleta Tirk ku kûjerek weke Omer Gûney bi kar anîn rastiya vê êrişê bi avayeke vekirî radixîne ber çavan. Dewleta Tirk ku bi destê qatilek weke Esed Oktay nekarî li zindana Amedê, yek ji şahid û berxwedêrê dîroka xwe ya wehşetê li girtîgeha Amedê, pêşeng û ji damezerenerên PKKê û ezmûnê zindî yê têkoşîna jina Kurd ji holê rake li Parîsê bi maskeyeke din ev komkujiya hovane û zihniyeta xwe ya faşîzan nîşanê cihanê da.Zihniyeta zayendîparêz û modernîteya kapîtalîzm ku rojava (Ewrûpa) nûnertiya vê dike di kesayeta Şehîd Sara, Fîdan Doğan û pêşenga jinên ciwan Leyla Şaylemez de tekoşîn û destkeftiyên herketa jinên Kurd di sedsala 21mîn de ku ji bona xwe weke metirsiyekê dibîne hedef kir. Zihniyeta desthilatdar û zayendîparêz û faşîst ku bi vê êrişa hovana jina kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd armanc kir bêgûman yê ti car negehe hedefa xwe û tu hêz, rihê ku Sakîneyan pêşengtiya wê kir û dîroka jîndar bûyî ya têkoşîna azadiya jin û mîrasê ku ava bûye yê nikare ji holê rake. Di kesayeta Sakîne Cansiz de mîreseke dîrokî ya tekoşîna jin kom bibû û ezmûneke mezin yê şerkerî û xwe rêxistinkirin û îradebûna jin pêş ketibû. Li her çar perçê Kurdistanê ser vê ezmûn û mîrasê mezin jina kurd xwe gehande partîbûn, artêş bûn û sîstema xwe ya xweser ava kir. Destkeftiyên tekoşîna azadiya jin li her çar perçê Kurdistanê ezmûnên vê berxwedana û têkoşîna jina azad û şerkera Kurd Sakîne Cansiz bû.

Di pêşvebirin û xwe rêxistinkirina tekoşîna azadiya jin li Rojhelatê Kurdistanê û derketina kesayetên weke Şîrîn, Zîlan û Dîcleyan bandor û keda bêhempa ya Sakîne Cansiz diyarker bû. Em li hemberê vê ked û mîrasê ku di oxira wê de Sakîneyan canê xwe feda kirin deyîndarin û sonda serxistina tekoşîna azadiya jin gelê Kurd didin.

Em bang li hemû jinên Kurd û taybet jinên Rohelatê Kurdistanê dikin ku bi şîndarkirina rihê Sakîneyan û bilindkirina tekoşîna azadiya jin tola hemû cangoriyên doza azadiyê ji zihniyeta desthilatdar û zayendîparêz bigrin û sala 2015 bi azadiya jin û civaka mirovahiyê tacîdar bikin.

Em hêvîdarin ku hemû jinên cihanê ji bona ronîkirina vê qetliamê û bi davîkirina vê zihniyeta kujer ya ku jin û mirovahiyê armanc dike bi jinên kurd re di meydanan bibin yek û ev roj bibe roja hevgirtin û yek dengbûna jin li hemberê zihniyeta zayendîparêz û faşizman.

Sakîne û hemû cangoriyên têkoşîna azadiya jin û mirovahiyê yê her tim di mejî û dilê me de bijîn û erka me ya bingehîn di vê demê de yê pêkanîna armanc û pêşvebirina meşa wan ya azadiyê be.

 

Koordînasyona Komelgay Jinanî Azadî Rojhelatî Kurdistan — KJAR
07.01.2015