Di serîda em hemu hevalên kû di berxwedana Kobanê de şehîd kitine bi rêzdarî bîrtînin û rizgar kirina Kobanê li hemu gelê xwe û hevalên kû di sengerên şer dene û gihîştine serkeftinê pîroz dikin. Îro li Kobanê dîroka gelê kurd ji nuva hat nîvîsandin. Kobanê nîşanî hemu cîhanê da kû tû hêz nikare li hemberê xeta azadiyê bisekine. Berxwedana kû bi serkeftinê tê tacîdar kirin bi pêşengtîya jinên YPJê pêk tê. Jin û ciwanên kû li hember dagirkeriya hêzên hegemonîk û faşîzma DAÎŞ ê radibin bi awayikî tûnd li hember êrîşên dijmin rubiru dimînin.

Hêzên dagirker ên kû berxwedanî û serkeftinên gelê kurd napejirîne di her qadê da êrîşên xwe li hember tevgera me zêde dikin. Îro rejîma Îranê li hember ciwanan û jinên ciwan bi hemu şêwazê, bi bê îradekirin û bi gertin bi ser wan de diçe. Heman politîka li girtîgehên Îranê de jî tê meşandin, Zeynep Celalîyan a kû ji sala 2009an û vir ve di girtîgehê de ye ruxmê kû rewşa wê ya tenderostî her kû diçe xerab dibe, bi awayekê pir xurt bewxwedaniyekê hember dijmin raber dike. rejîma îranê bê kû rewşa wê ber çav derbas bike û tedawîya wê bike wê koçberê zindaneke din dike. Bi vê politîka ya xwe ya li diji mirovhî dixwaze dengê azadîxwazan qut bike. Em wek Komalên Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ev polîtîkaya rejîma îran ya kû bi ser jinan de dimeşîne em şermezar dikin û berxwedaniya rêhevala zeynep celalîyan piştgirî dikin û emê tekoşîna wan a azadîyê bilind bikin, û ji bo azadiya wan pêk bînin erkê kû dikeve ser milê me bê teredud pêk bînin. Ji bo wê em bangawazî dikin li hemu jinên ciwan li Rojhilatê Kurdistanê xwedî li berxwedaniya girtîyên azadîye derkevin û bi ruhê şoreşa azadîya Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin.

Bijî berxwedana gelê Kurd!

 

Silav û rêzên şoreşgerî
Koodînasyona Komalên Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê
27.01.2015