Em weke Hêzên Parstina Jin li Rojhelatê Kûrdistanê (HPJ) rizgarkirina bajarê rûmetê Kobanê, ji destê dehakên xwînxwar û hemû hevkarên van çeteyan li şehîdên vê dema qehrimantiyê, gelê Kurd, dayîkên şehîdan, gelê bi rûmet û qehrimanê Kobanê û sembolên berxwdana mirovahiyê şervanên azadiyê YPJ û YPG, hemû dostên Kurdan ku di vê demê de Kobanê tenê nehiştin û li hemû mirovahiyê pîroz û silav dikin. Serkeftina Kobanê serkeftina azadîxwaz, demokrasixwaz û aşîtxwazane.

Serkeftina Kobanê pêngaveke dîrokî ya gelê Kurd û hemû dostên wan ya vê demê li hemberê zihniyet û siyaseta ku li Rojhelata Navîn dixwastin bi rêya van çeteyan têkoşîna azadî û demokrasiye ya gelan bê hîvî bikin bû. Li Kobanê tekoşîna dihate meşandin, berxwedana hêzên demokratîk li hemberê dijminên çand û biratiya gelên li herêmê bû. Dema ku ev çete ji bona berjiwendiya hinek siyaset û hêzan ketin Kobanê, lîstokên mezin ji bona gelê Kurd hatibû darijandin û li Kobanê hewl hat dayîn ev lîstok pêk bê û çarenûsa vî gelî û tekoşîna azadiya gelê Kurd bi vê ve girê dan. Gelê Kurd ku dîroka dijminahî û pilanên ser xwe dizanin bi şiyariyeke pir mezin ji Rojhelat, Bakûr û Başûrê Kûrdistanê bi sonda ku yê vê lîstokê têk biben bi riheke netewî bi hezaran berê xwe dane Kobanê û îro em encama vê helwest û şiyariya gelê xwe bi cejneke mezin pîroz dikin. Rizgarkirina Kobanê di dema salvegera damezirandina Komara Kurdistal li Mahabadê de xwedî girîngî û peyameke pir bi wate ji bona hemû cihanêye. Li Kobanê rihê netewî yê gelê Kurd, berxwedan û têkoşîna azadiyê da meşandin dîroka qehrimantiya vî gelî û şervanên vê hat nivîsadin. Kobanê bibû Kurdistan û her çar parçê Kurdistanê berê xwe dabû vir û bi xwîna ciwanên her çar parçê Kurdistanê destana berxedana Kobanê hat xemlandin û navenda têkoşîna gelê Kurd li hemberê siyaseta dagirkeriya li Kurdistanê bû. Gelê me li her çar parçê Kurdistanê bi silogana vir Kobanê ye û em ê Kobanê rizgar bikin daket kolanan û bi vê azweriya bilind hemû xeyalên dijminên gelê Kurd têk şikandin û ev peyam dan cihanê ku êdî Kurd Kurdê berê nîne û kes nikare rihê netewî yê gelê Kurd bişkêne û nav Kurdan de cûdahî û parçebûnê pêş bixîne.

Bêgûman li vir û şûnda jî erk û berpirsyartiyên dîrokî dikeve ser milê her Kurd û hereketeke Kurdî ku bi vî rihê mezin yê welatparêzî ji bona rizgarkirin cîhên ku hê bindestê dagirkerane û ji bona parastina van destkeftiyên mezin yê gelê Kurd bi vî rihî parastina ax û welatê xwe bikin. Gelê Kurd di vê dema dîrokî de li her çar parçê Kurdistanê helwesta xwe ya netewî diyar kir û peyamên bi wate dane hemû hêz û partî û rêxistinên li Kurdistenê. Di demeke bi vi rengî hevgirtina Kurdan bi xwe re ev dîmen û serketina dîrokî ava kir ji bona parastina van destkeftiyan û azadiya gelê Kurd li her çar parçê Kurdistanê bêgûman pêvîstî bi damezirandina Kongireya Netewî di demeke pir nêz de heye. Gelê me û şervanên azadiyê erkên xwe ya dîrokî pêkanîne, vir û şûnda hêzên siyasî jî pêvîste ku li gor vê rastiyê tevbigerin û erka xwe ya dîrokî pêk bînin.

Em weke HPJ careke din serkeftina tekoşîna azadiya gelê Kurd û şervanên azadiyê li hemû mirovahî û taybet li Rêber APO pîroz dikin. Em coşa gelê xwe ku ji Rojhelatê Kûrdistanê heya her derê cihanê belav bûye parve dikin, ev serkeftin ya hemû gelê me û şervanên azadiyê bû. Taybet gelê Rojhelatê Kurdistanê ku di vê berxwedaniya dîrokî de qehrimanê weke Jiyan, Dîcle, Eser, Karo, Dilgeş, Rojwan û dehan pakrewanên mezin dane, pêvîste ku bi coşeke mezin xwedî ji nirxên ku zarokên wan bi bedenê xwe xûlqandine, derkevin. Her ciwanek Kurd vir û şûnda ji bona parastina van destkeftiyan berpirsyar e û pêvist dike ku bi rihê van cangoriyên azadiyê tevbigerin. Bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku ji bo parstin û rizgariya welatê xwe ji dest dagirkeran beşdarê refên parastina rewa bin.

 

Bijî Berxwedan û Serkeftina Kobanê
Fermandariya Hêzên Parastina Jinê li Rojhelatê Kurdistanê – HPJ
30.01.2015