Di serî de em pîlangeriya navdewletî ya 26ê Rêbendana 1377 (15ê Sibata 1999) roja reş ku li hember Rêberê Gelê Kurd hat meşandin lenet dikin. Îro em gihîştine qonaxekî ku hemû gelên cîhanê rizgariya xwe di bîrdoziya Rêber APO û hebûna xwe di berxwedana gelê Kurd de dibînin. Hêzên ku bi pêkanîna pîlangeriyê navdewletî hewl dan gelê Kurd ji rûpelên dîrokê rakin ev yek nexistin hesabê ku bi dîlgirtina Rêber APO nikarin rêxistin û gelê ku Rêber APO afirandiye û ji nû de zindî kiriye ji doza azadiyê dûr bixin, hesaba vê nekirin ku Rêber APO di Kurdistanê de bûye çanda jiyan û berxwedanê û nasnameya geleke înkarbûyî di xwe de dihewîne. Hêzên ku bi terorîst îlankirina PKK’ê pîlana dîlgirtina Rêber APO darijandin heman hêzin ku îro DAÎŞ damezrandine û di kesayeta gelê Kurd de li dijî mirovahiyê teror dimeşînin.

Îro ev, ji bo hemû gelên cîhanê eşkere bûye ku yekane hêza di sedsala 21 de kariye li hember êrîşên herî xedar û xwînmij li ber xwe bide felsefa APO’yî ye. Ya ku li Kobanê, Şengal, Mexmur, Kerkuk û tevahî Rojavayê Kurdistanê li hember êrîşên dijê mirovahiyê DAİŞê li ber xwe da û dide û dijmin bin xist, bîrdozî, felsefe û rihê Rêber APO ye. Lewra gelê Kurd, dostên wê û hemû gelên azadîxwaza cîhanê di vê baweriyê de ne ku rizgarî û azadiya mirovahî ji êrîşên terorîstî û komkujiyan, wê bi azadiya Rêber APO pêk bê.

Em careke din vê pîlangeriyê û konseptên ku hê li pişt vaya li hember gelê Kurd tên meşandin bi nefret, lenet û şermezar dikin û ji gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, dostên wê û hemû azadîxwazeke Îranî dixwazin ku 26ê Rêbendana îsal bi germahiya sala 1377 pêşwazî bikin; dema ku Rêber APO hat girtin mîlyonan Kurd û dostên wê bi diruşma “Kes nikare roja me tarî bike!” rijiyan nav kolan û şeqaman û tevî hemû êrîşên polîsan jî bi rojan çalakiyên xwe domandin. Îro jî pêwîste di wê rojê de tu kes bêhelwest nemîne û bi diruşma “Bi rêbertiya azad ber bi welatê azad” ji hêzên pîlanger hesab bixwazin, ji bo azadiya Rêber APO ku azadiya wane li ser pêyan bin û tevlî her awayê çalakiyekî bibin. Em di kesayeta Şehîd Hanî Îlam de bi rêzdarî bejna xwe li hember hemû şehîdên ku bi diruşma “Kes nikare roja me tarî bike” bedena xwe li dora Rêber APO kirin zincîrek ji agir, ditewînin û sonda pêkanîna xeyala wan a azadiya Rêber APO dûbare dikin.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ─ PJAK
13.02.2015