16 sal di ser komployê re derbasbû lê, komplo hîna jî bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di kesayeta Rêber APO de tinekirina Rêbertî û tevgera azadiyê hedefkirin lê serneketin û ev tevger û gelê berbi azadiyê ve dimeşe her roja paştir mîna lehiyek mezinbû û herikî. Ya armanc dikirin tinebûna gelê Kurd, tevgera azadî û rêbertî bû lê, dema em îro lê temaşe dikin ev gelê bi felsefeya APOyî jiyan dikin ji her demê zêdetir girseyî bûye, tevgera azadiyê di dema xwe ya herî serkeftî de ye û Rêbertiya me greva Îmraliyê veguhertiye greva felsefe, fikir û aşitiyê. Rêbertî li greva Îmraliyê her tiştê ji nû ve vejand û serdemeke nû li Kurdistan û herêmê da destpêkirin. Bi feraseta xwe ya nû ya tekoşînê, rê û rêbazên afrîner yên tekoşînê yên nû hînê me kir. Hemû tiştên ku hêzên desthilatdar hedefdikirin ji roja hatiye girtin heya roja îro pûç kir û pûç dike. Kesayet û civaka klasîk a Kurd ya ji hêza xwe bêbawer têk bir û feraseteke nû ya tekoşînê saz kir. Bi parêznameyên li Îmraliyê derxist re li hember zilmê û hovîtiyê gelek parast. Di hucreyek de civakek û gelek azad divejîne. Pêvajoya ku îro li Îmraliyê daye destpêkirin tê wateya têkçûna komployê.

Bi 15ê Sibata 1999’an re gelê Rojhilatê Kurdistanê derbasê serdemeke nû bûbû û helwesta xwe ya netewî ya hêjayî xwe raber kiribû. Hevdîtineke watedar di serdema komployê de bi Rêber APO re çêkir. Bersiva herî watedar a gelê Rojhilatê Kurdistanê xwe li ser esasê felsefeya Rêber APO rêxistinkirin bû û vêya jî serxist. Ev xwe rêxistinkirina gel îro li pêşiya her cûre komkujî û qirkrinan digire. Rêber APO şêweyê tolhildana Kurd a klasîk guhert û veguhert tolhildaneke watedar.

Em weke Yekîneyên Rojhelata Kurdistanê, YRK, careke din vê komploya navdewletî ya ne mirovane şermezar û lanet dikin û weke pêşengên Rojhilatê Kurdistanê jî hêjayî berxwedana Rêber APO tekoşînê bilind bikin. Ev tekoşîna vale derxistina komplo wê bi sala 2015’an re jî bikeve qonaxeke xwe ya nû û emê vê salê bikin sala azadiya Rêberê xwe. Di serî de berxwedana Rêber APO ya ev 16 sale li grevê raber dike, şehîdên tekoşîna azadiyê, hemû rêheval û şervanên azadiya Kurdistan û gelê ber bi azadî û rûmetê ve diçe silav dikin û sonda bilindkirin û berfirehkirina tekoşîna azadiyê didin.

Bang li ciwanên Rojhilat dikin ku ji bo azadiya Rêbertî û gelê xwe bi awayeke çalak di nava tekoşînê de cih bigirin û vê salê bikin sala azadiya Rêbertiya xwe. Ji bo vê em bawerin ku wê ciwan bibin xwedî helwestên hêjayî xwe û sekneke layiqî şehîdên qehreman raber bikin.

 

Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Rojhelata Kurdistanê ─ YRK
15.02.2015