Em weke Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistanê, KJAR, di serî de plangeriya nawdewletî a 15ê sibatê li hemberî Rêber APO pêkhat lanet û şermezardikin. Hêzên dagirker û hegomen ji bo ku gelê kurd negihîje azadiya xwe di şexsê Rêber APO de xwestin dîsa gelê kurd tine bikin. Lê, gelê me li hemû qada daketin kolanan û li hemberî komplo nerazîbûna xwe û helwestên xwe raberkirin û dan diyarkirin ku kurd êdî ne kurdê berêne û serê xwe li hember tû dagirkeriya natewîne. Gelê me dizanî ku hêzên plangerî dixwaze ku di şexsê Rêberê APO de gel jî tûne bike. Lê ev jî rastiyeke ku hêzên nawdewletî hesabê gelê me nekiribû û her bi siyaseta berê li Kurd mêze dikirin, gelê me di 15ê sibatê refê xwe ye azadiyê da diyarkirin û got ku tu kes nikare roja me tarî bike. Hem hewlesta Rêber APO û hem jî helwesta gel plangerî vala derxistin. Bêgûman bersiva herî mezin gelê me yê rojhilatê Kurdistan û jinên rojhilatê Kurdistanê da komplogera, piştî 15ê sibatê bi sedan ciwanê rojhilatê Kurdistanê, keç û xortê wê berê xwe dane çiyayê azad û tercîha xwe bo azadiyê dan diyarkirin. Li her perçê kûrdistanê gelê me hêza xwe ya rêxistin mezin dike. Jina kurd jî li hemberî komplogera girêdana xwe bi Rêber APO daye diyarkirin. Bi tekoşîna Rêber APO a bêhempa siyaseta qirkirina ser gelê me hatiye pûç kirin. Îro hezaran keç û xortên ciwan li hemberî hêzên dagirker yên ku nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtine, têkoşîn û şerekî mezin dide meşandin. Têkoşîna gelê me li hemberî DAÎŞ daye meşandin û serkeftina Kobanê hemû encamê têkoşîna Rêber APO ye. îro têkoşîna gelê kurd û jina kurd buye cîhanî û li hemberî dagirkeran mafê hemû gelên bindest diparêze. Gelê me û rêbertiya me bi mezinkirina têkoşînê, bi taybetî têkoşîna jina Kurd li hemberî DAÎŞ ê re derkete holê ku gelê rêxistînî tu hêz nikare berxwedan û vîna wan bişkîne.

Divê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariyeke çalak ji tevgera azadiya APOyî ya Rojhilatê Kurdistanê û KJAR’ê re xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û vê salê bikin sala azadiya Rêbertiya xwe û ji lewma jî azadiya xwe. Em careke din weke jinên Rojhelat sonda xwe dubare dikin ku emê hêjayî keda Rêber APO li ber me de daye derkevin û felsefeya wî bigihînin hemû gelên Îranî û xwe di her warek de rêxistin bikin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistanê ─ KJAR
2015.02.15