Em roja 8ê Adarê li hemû jinên Azadîxwaz, jinên kedkarê cîhanê û mirovahiyê bi taybet jinên ku li Kobanê ji bona rûmeta mirovahiyê têkoşîna azadiyê didin pîroz dikin. Bi minasibeta vê rojê hemû jinên ku di meşa azadî, demokrasî, aştî, wekhevî û jiyaneke azad û cîhaneke azad de bedel dane bi bîr tînin. Roja 8ê adarê di têkoşîna azadiya jin de bi bedelên pir mezin û di encama têkoşîneke dîrokî ya meşa azadiya jin ava bûye em îro minetdarê vê kedê û şervanên serxistina vê dozê ne.

Ger di sedsala 21mîn de jin bi îdeaya ku ev sedsal yê bi azadiya jin bê tacîdarkirin tevdigere, ev yek encama têkoşîn û nirxên vê meşa azadiyê ye ku ji me jinan re weke mîras û deskeftiyekê hatiye hiştin. Di vê meşa 5000 salî de li hemberê zîhniyeta desthilatdar ya zilam û pergala zayendîparêz ku jiyana azad û wekhev ya mirovahiyê dagir kiribû derketinên pir mezin û qehrimantiyê mezin ji bona azadiyê milê jinan de hatin jiyankirin, rûxmê ku qirkirin û şêvazê herî hovane ji bona dîlgirtin û xistina jinan hatibe meşandin jî tu car jinan dev ji vê têkoşîna xwe ya azadiyê ber nedan û bi azweriya azadî, jiyaneke demokratîk û aştiyane ji bona hemû mirovahîyê, meşa xwe ya azadiyê de bi îsrar bûn, rûxmê ku bi sedan jin bi navê cadû hatin şewitandin, zindî hatin bin axkirin û ber bi sêdareyan birin lê jinan her tim îdea û girêdana xwe ya azdiyê dûbare kirin. Jinên ku li kargeha New York hatin şewitandin, Rosa Luxemburg, Clara Zetkin, Sakîne Cansiz, Şîrîn Elem Hûlî, Arîn Mîrkan û bi hezaran jinên din di dîroka azadiya jin de bûn efsane û pêşengên vê têkoşîna azadiyê ku di sedsala 21mîn de gehiştiye lûtkeyê.

Jinên Kurd di vê pêvajoya têkoşîna rizgariya jin de ji ezmûnên dîrokî yê têkoşîna jin her tim sûd girt û bi xwe rêxistin kirin di her qadê de her tim li hemberê desthilatdarî û zihniyeta zayendîparêz ya pergalê serî rakir û ji bona nasnameya xwe bi zanista xwe bûn tevgeriya. Jina kurd di nava têkoşîna azadiya netewa xwe de jî her tim têkoşîna zayendî esas girt û bi vê zanista ku “şoreşa ku jin tê de azad nebe ew ne şoreş e” tevgeriya û têdikoşe. Ger di vê dema dîrokî ku mirovahî tê de derbas dibe gelê kurd û berxwedaniya bê mînak ya wan li hemberê çeteyên DAIŞ’ê bûye efsane, ev yek bi rihê berxwedêr û pêşengtiya bê wêne ya jin ve elaqedar e. Li hemberê çeteyên DAIŞ’ê qehrimanên weke Arîn Mîrkan û Eseran dîroka têkoşîna dij bi dijminên jin û mirovahiyê de rûpeleke nûh bi navê jinan nivîsîn. Li Rojhelata Navîn jinên Kurd bi berxwedanî û têkoşîna xwe ya azadiyê hîviyeke mezin ji bona hemû jinan û mirovahiyê ji bona gehiştina heqîqet, azadî û demokrasiyê afirand. jinên kûrd bi vi şêvazî û rihî, 8ê Adarê pêşvazî dikin û bi bilindkirina têkoşîna azdî û demokrasiyê yê her rojê bikin roja jin û roja azadiya mirovahiyê. Azadiya jinê ku temînata azadiya civaka azad û insaniyetêye ji bona me jinan yek ji sedemên têkoşînê ye. Jina ku temsîla Jiyan, azadî û wekheviyê dike bi xwedî derketin ji vê rista xwe ya dîrokî yê hemû cûre desthilatdarî û bêdadiya li cihana mirovahiyê ser xweza, civak û gelan û cûdahiyan tê ferz kirin hilweşîne û azadiyê ji mirovan re peşkeş bike. Tenê rêya rizgariya mirovahiyê ji van tengaviyên civakî, siyasî, aborî, çandî bi azadiya jin û gûgertina zihniyeta zayendîparêz re yê mîsoger bibe.

Beşdarî û têkoşîna jinan di sala 2015 de pêwîste ku bigehe asta davîkirina çanda tecawiz û qirkirina jin û jiyanê. Ger her jinek bin silogana “Em bi rihê jina ku li Kobanê berxwe dide jiyanê azad bikin” tevbigere wê demê hemû cure bêdadî û mîrasê zihniyeta zayendîparêz ku her roj jiyana mirovahiyê qetil dike yê nikare hebûna xwe bidomîne. Em bang li hemû jinan dikin ku di vê rojê û her kêliya jiyana xwe de ji bona bi davîkirina kûştina jiyanê li hemberê her cûre zihniyeta ku jin ber bi sêdare, kûştin û tecawizê dibe bi rihê hevgirtî yê jin, vê şerma mirovahiyê mehkûm bikin û eman nedin ku ev zihniyet jin û jiyanê qetil bike.

Em weke KJAR bang li jinên Kurd, Belûç, Azerî û Fars û her jineke Îranî dikin ku ji bona bi davîkirina çanda sêdare, esîd avêtin, sîxe û siyaseta li girtîgehan li hemberê jinan tê meşandin di roja 8ê adarê xwedî ji ked û bedela jinên qehriman yên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine derkevin û di meydana têkoşînê de bibin dengê Reyhane Cebarî, Şîrîn Elemhûlî, Şeyda û Sûreyayan û ji vê zihniyet û qatilên jinan û jiyanê tolê hilînin.

Em careke din roja 8ê adarê li hemû jinan pîroz dikin. Biryardariya xwe ya serxistina têkoşîna rizgariya jin û jiyanê û cîhaneke azad û demokratîk dûbare dikin.

 

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhelata Kurdistanê ─ KJAR
07.03.2015