Em cejna vejîna Newrozê li rêberê gelê Kurd Rêber Apo, tevahî gelên Newroz’bawer, taybet li gelê Arî û gelên Rojhilata Navîn, hemû jinên Kurd û taybet Dayîkên Şehîdan û Dayîkên Aştiyê pîroz dikin. Şehîdên vê dema berxwedanê li her çar parçê Kurdistanê ku ev Newroz bi rihê berxwedanê tacîdar kirin bi bîr tînin.

Em îsal di wextek de Cejna Newrozê pîroz dikin ku weke gelê Kurd me saleke hem tijî êş, jan û trajedî derbaz kir, hem jî di vê sala buhurî de qehrimantî û berxwedaniyê bê mînak hatin jiyankirin û hê jî tê jiyankirin û me gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Jixwe di vê salê de vê berxwedana ku ji Şengal, Kobanê û Kerkûkê dest pêkir û didome cejna Newroz ango cejna berxwedan û serî rakirin li hember komkujî, înkar û zilmê gehande wateya wê ya rastîn.

Di vê serdemê DAÎŞ’a ku bi maskeya Zehakan bi her awayî li dijî nirx û rûmeta gelên Kurdistanê êrîşên tunekirinê pêş xistin bi berxwedana bêhempa ya şervanên azadiyê ku bi dilêriya Kawayê Hesinkar beşdar bûn re rûbirû man. Lewre çawa ku di dîrokê de tucar Ehrîmen li beramber Ahura Mezda serneketiye sala buhurî jî Ehrîmenê DAIŞê li hember Ahura Mezda’ya hemdem ku bi rihê berxwedana APOyî rûmeta xwe diparastin serneket; berovajî careke din gelê Kurd û jinên Kurd hemû mirovahî ji hovîtiya van çeteyan rizgar kirin. Lewre Newroza îsal ji ya her salekî watedartir û binirxtire. Gelê me di vê salê de ji bona parastina ax û rûmeta xwe bedelên herî mezin dan û efsaneyên mezin li dîroka mirovahiyê nivîsîn vê newrozê jî pêvîste bi vî rihî bi serkeftina doza xwe ya azadiyê tacîdar kin.

Gelê me yê Rojhelatê Kurdistanê ku di vê salê de ji bona têkoşîna rûmetê sedan ciwanên dilêr xwe weke Dilgeş, Karo, Jiyan, Dîcle, Eser, Armanc û Şerbek sipartina axa pîroz û di meydanan de xwedî ji vê berxwedana dîrokî derketin, pêvîste ku ji salên buhurî bi hêztir û bi coştir Newroza xwe pîroz kin. Ji ber ku Newroz bi wateya rizgarî, raperîn û serhildane divê pîrozbahî jî veguherin pîrozbahiyên girseyî û li navendan bi hevre bên pîrozkirin. Lewre bi rihê fedayîya van Şehîdan xwedî derketin li Newroza îsal ji bo her azadîxwazekî û dostên gelê Kurd erkeke dîrokî û exlaqiye. Gelê me bi şiara ‘’Bi Rêberê Azad Ber Bi Welatê Azad’’ pêvîste ku vê cejna berxwedanê pîroz bike. Gelê Kurd çewa ku bi riheke netewî Kobanê rizgar kir di vê newrozê jî bi vi rihî ji bona Azadiya Rêber APO pêvîste ku xwedî ji erka xwe ya demê derkeve. Jinên kurd çewa ku di vê pêvajoya dîrokî bi rihê Jiyan û Arînan tevgeriyan di vê newrozê jî pêvîste ku meydanan bi rengê jin û azadiyê bixemilînin.

Em weke KJAR bi minasibeta vê sala qehrimantî û cejna berxwedana Newrozê sonda bilindkirina doza azadî û serkeftinê ji gelê xwe û hemû gelên li Kurdistan û Îranê re dixwen û bi rihê serkeftinê careke din cejna gelê xwe pîroz dikin.

 

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ─ KJAR
18.03.2015