Em weke gelê kurd di demên dîrokî yê şoreşê de derbas dibin di oxira Azadî û vê têkoşînê de qehrimantî û bedelên pir giranbiha hatine dayîn û nirxên pir mezin û pîroz bi keda van cangoriyan hatin destxistin. Di Meha Gûlanê ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de weke meha şehîdan tê zanîn qehrimantiyên bê wêne hatine jiyankirin. Di 9’ê Gûlana 2010’ê, di milê rejîma sêdare ya Îranê 4 berxwedêr û tekoşerên doza azadiya gelê Kûrd û ciwaneke çalak yê fars ji ber daxwazên xwe yê jiyaneke azad û bi rûmet hatin darvekirin. Em di kesayeta van cangoriyên rêya azadiyê Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderiyan, Ferhad Vekîlî, Ferzad Kemanger û Mehdî İslamiyan hemû şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê bi bîr tînin û li hemberê wan bejna xwe ditewînin.

Rejîma Îranê her tim li hemberê kurdê azad û berxwedêr bi avayê herî hovane êrîş kiriye û sedan komkûjî û qetliamên reş li dîroka xwe zide kiriye. Di 9’ê gûlana 2010 de jî rejîma sêdare ya Îranê careke din ev rûyê xwe yê reş li hemberê gelê me, demokrasî, berxwedana ciwanên kurd û ciwanên azadîxwazên Îranî li Girtîgeha Evînê nîşan da. Di her demên dîrokî ku gelê kurd pêşengtiya azadî û demokrasiyê dike û çalak dibe dewleta Îranê ji ber zihniyet û feraseta xwe ya nijadperest û faşîzan hewl daye ku pêşî ji van pêngev û serkeftinên gel û hereketên azadiyê yê gelê Kurd bigre. Sala 2010 ku di dîroka gelê Kurd demeke girîng ya têkoşîna azadiyê bû, li girtîgehan berxwedanek li hemberê siyaseta dîlgirtinê hebû. Pergala ku rejîmê li girtîgehan ji bona şikandina îrada gelan û têkoşîna azadiyê pêş dixist têk diço û di milê din PJAK, jî ji bona pêşengtî kirin di vê qonaxê di nava amadehiyeke mezin de bû. Rejîma heyî ji van pêşketinan bi hirs bû û serî li rêbazên xwe yê hovane da.

Rejîma sêdare ya Îranê ku avabûna komara xwe li ser kûştin, darvekirin û qetilkirina ciwanên Îranî û ji netewên din yê li Îranê damezirandiye, van kiryarên xwe rewa dibîne û hewl dide ku her kes vê siyasetê re serî bitewîne. Bi girtinan hewl didin ku pêşî ji çalakbûna civakê bigrin, ango girtîgehan bikin cihê rizandina berxwedan û têkoşîna demokrasî û îrade. Her çiqas ev siyaset li girtîgehan bi avayeke pir rêk û pêk û bi sîstem hatibe meşandin jî lê belê berxwedanî û vîna azadiyê ya gelan ev siyaset vala derxistiye. Sedema bi çavsorî darvekirinên 9 gulanê jî bêgûman hirsa vê pergalê ji ber têk çûna siyaseta wan li girtîgehê bû.

Li Girtîgeha Evînê berxwedaniya ferzad, ferhad, ELî û Şîrînan di têkoşîna azadiya gelê me de qonaxeke nûh ya têkoşînê pêş xistibû û girtîgeh, bibûn cihê rêxistinkirin û berxwedana rûmet û îrade. Girtîgeha Evînê Rûxmê hemû hovîtiya ku lê dihate meşandin ji bona gelê kurd dibû navendeke têkoşîna siyasî. Lê belê rejîma ku bi salan hebûna girtiyên siyasî û azadiya raman înkar dikir êdî nedikarî pêşî li vê têkoşîn û pêşketinên li Girtîgehê bigre. Rihê 14 Tîrmehê yê zindana Amedê li girtîgehên Rojhelatê kurdistanê dihate jiyîn û çanda berxwedanê ku li girtîgehan bi xwe re sekneke siyasî û têkoşîneke nasname derdixist pêş, zindan dibûn navendeke girîng ya têkoşîna gelê kurd. Ev çanda berxwedanê dihate wateya têkçona siyaseta vê rejîmê. Êdî vê rejîmê di şexsê Şîrîn û Ferzadan de nedikarî inkar û dîl ketinê ser gel û ciwanên Kurd bi ser bixîne. Bi navê demokrasî, azadî, wekhevî û pêşxistina civaka azad van şervan û milîtanên azadiyê mohra xwe li têkoşîna mirovahî û sosyalîzmê dan. Rejîma Îranê pêvîste ku vê yekê baş bizane bi siyaseta rehîne girtina girtiyan û heman dem bi darvekirinan yê nikaribe siyaseta xwe ya inkar û dûrxistina gelê kurd ji têkoşîna azadiyê ser bixîne, berovajî vê her zext û kiryarek vê rejîmê dibe sedema bilintir kirina doza azadî û kîn û nifreta vi gelî hemberê vê rejîmê.

Rejîma kûjer ya Rohanî di milekê xwe nûnerê namus û exlaqê civakê nav dike û rojane dehan ciwanan bi vê tewanê ber bi sêdare dibe, di milê din de li hemberê gelê me li Mûhabadê ku dij bi destdirêjiya nûnerên wê dewletê nerazîbûnê xwe nîşan dide êriş dike. Ev êrişa ku ser gelê me li Mûhabetê pêş dikeve rewşeke kû bi ti şêvazî nayê qebûl kirin. Ev helwesta rejîmê pir siyasî û nijadperestiya vê rejîmê li hemberê gelê me ye. Em vê xwedî derketin û sekna bi rûmet ya gelê xwe kû li Mûhabadê bi rihê demê derket pêş silav dikin. Bang li gelê me li her bajrê Kurdistanê û derveyê welat dikin ki bi rihê Şîrîn û Soranan vê doza rûmetê de cih bigrin. Ev êrişa li hemberê rûmet û helwestê gelê me ye. Bi rihê 9’ê gûlan’ê Xwedî helwest bûn li hemberê êrişên faşîzan û tecavûzger(destwerdêr) yê rejîmê li Mûhabadê, erka esasî ya jin û ciwanên kurde, em bang dikin hemû ciwanên kurd xwedî ji vê erka xwe derkevin. Rejîma Îranê pêvîste vê bizane ku bi van kiryarên xwe li Îranê rê li ber rewşekê kû pêşî lê girtin mûmkin nebe vedike. Êriş ser rûmeta gelekê bi agir lîstine.

 

Meclisa Partî Jiyanî Azadî Kurdistan ─ PJAK
08.05.2015