Em weke HPJ ev êrişa li ser Ferînaz Xusrawanî şermezar û lanet dikin û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin. Xwedî derketina gelê me li Ferînaz bêguman xwedî derketina li nasnameya xwe ya azad û serhildêr e. Em xwedî derketina gelê me yê Mahabadê, Şino, Seqiz, Sine, Kirmaşan, Bokan, Urmiye Maku, Serdeşt, Mêrîwan, Pîranşar uu tevahî Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin û çalakiyên wan silav dikin. Di vê jinên Kurd û gelê Kurd bi riheke netewî li dijî zilma dewleta Îranê ya bi salaye li ser wan birêve dibe bisekinin û gelê Mahabadê tenê nehêlin. Divê yek kuçe û bajareke Kurdistanê bêdeng nemîne. Îro Ferînaz sibe wê dor were yeke din. Ji bo bes Ferînaz, Şeyda û Reyhane werin qetil kirin, êdî dem dema şoreşa jinê ye ku jin di şexsê bûyera Ferînaz de dawî li faşîzma dewletê ya dijberê jin û Kurd bînin. Ev bûyer gelek aliyên xwe hene. Komara Îslamiya Îran ku îcadê zilamê tecawizkare êrişeke heya dawî siyasî û tije peyamên îdeolojikin pêkaniye. Ji bo vê divê tenê weke bûyereke bi ser Ferînaz de hatiye, neyê destgirtin ku evê sûcê dewletê sivik bike û bibe sedem ku dewlet xwe dibin vê buyerê de veşêre. Jina Kurd ku îro li dijî DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe disekine û şer dike, di heman demê de wê li dijî rejîma îslamî jî bikare bi hemû awayî şer bike û xwe biparêze.

Em weke HPJ vê rewşê ji nêzve dişopînin û bi ti awayî qebûl nakin ku rejîm êrişê jinan û heta tevahî gelê me bike. Em helwesta gelê xwe ya xwedî derketinê pîroz dikin û dibêjin divê tevahî jin pêşengî ji vêya re bikin û heta encamgirtinê divê kes di malên xwede nemîne. Gelê me divê bizane em weke HPJ û YRK li herderê Rojhilat hene û emê li pişt wan bisekinin. Ji bo parastina jinan çi bikeve ser milê me emê bikin û gelê me bi tenê nîne.

Bi vê armancê hêzên me 10 Gulanê di demjimêr pêncê êvarê de li ser rêya di navbera Seqiz û Bane de li navendeke kontrolê yê Nîroy Întîzamî ya bi navê Sabitlo daye. Di encamê de du kes hatine kuştin, yek jî giran birîndar buye.

Ev çalakî bi mebesta hişyarkirinêye ji bo Komara Îslamî ya Îranê û siyaset û kirinên wê yên qirêj yên li hember jinan û gelê Kurd yê azadîxwaz e. Eger şîdeta li ser jin û li ser îradeya siyasî ya gelê Kurd berdewam bike, her wiha seranserê Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze bike wê helwesta me tundtir bibe û ji vê yekê jî rejîma Îranê berpirsyar e.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan ─ HPJ
11.05.2015