Di Civakê de û bi taybet jî di civakên Rojhilata Navîn de şîdeteke sîstematîk a li ser jinê serê xwe girtiye û diçe. Şîdet êdî bûye çandek û parçeyeke asayî ya jiyana jinan. Balkêşe ku her lêgerînên azadiyê yên jinan pêşdikevin, jin xwe di her qadek de birêxistin dikin, zanista wan a xweparastinê û parastina rûmeta xwe pêşdikeve zêdetir rastê êrişên hovane tên. Destdirêjî, tund û tujî û her cûre êriş nîşaneya harbûna pergala desthilatdar a mêre û ev çandekî îfade dike. Her êrişek çêdibe hêza xwe ji paşverûtiya civakî, cinsiyetgera û qanûnên dij jinan digire. Li pişt her êrişek de bêqanûniyên dewletê û paşverûtiya civakî diraze. Êriş, tund û tujî, destdirêjî çandek û zêhniyeteke. Ji lewma nabe ku ev êrişane tenê weke karê yek zilamî û komekê were destgirtin. Gelek caran tê gotin pirsgirêkên van yên psîkolojîk hene yanjî meyla wan a şîdetê heye. Lê, ticarî nayê pirsîn ku, ka ev hovîtiya mêr a her diçe tundtir dibe jêdera xwe ji çi digire, pişta xwe dide kuderê û çawa dikarin ev çende rehet û hêsan êrişê jinan bikin?

Rejîma îslamî ya Îranê yek ji wan dewletane ku li hember jinê şîdeteke piralî, sîstematîk û hovane birêve dibe. Dewleta Îran di şîdet û dijminiya xwe ya li hember jinê de tiştek ji leza xwe wenda nake. Îran ku li herderê Besîcên xwe bicihkiriye û nahêle çûk bifire dema dor tê şîdeta li ser jinê çavê xwe jêre digire û ji nedîtîve tê.

Li Îranê hîna duh asît avêtin ser ruyê jinan, piştre jin hatin kêr kirin, jin di nava malê de ji aliyê malbata xwe ve hatin qetilkirin, xwendekara Kurd Şeyda Hatemî hate qetilkirin, Reyhane Cebarî ku hate darvekirin tenê ji hindek bûyerên ku derketine çapemeniyê û ji aliyê rayagiştî ve tên zanînin. Jin her kêlî dibin metirsiya destdirêjî û êrişa mêr de jiyan dikin. Li Îranê ti ewlehiyek jinê ya jiyanê nîne. Jixwe li Îranê hiqûq nîne û hiqûqa heyî jî, li ser esasê berjewendiyên dewleta mêrsalare û dijberê jin e.

Weke KJAR êriş û destdirêjiya li hember jina ciwan Ferînaz Xusrewanî şermezar û lanet dikin û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin. Ferînaz ji bo nehişt destdirêjî lê were kirin, xwe ji qata çaran avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî. Kesê ku xwast destdirêjî li Ferînaz bike karmendekê îtlaatêbû. Balkêşe ku hemû tecawizkar û êrişkar karmendên dewletê bixwene. Yê êrişê Reyhane Cebarî kiribû jî yek endamên îtlaatê yê kevinbû. Ev jî asta zêhniyeta tecawizkar û hovane ya dewleta Îranê nîşan dide. Ev bûyerane bûyerên wer ji rêzê nîne, raste rast karê dewletê ye.

Dibêjin ku divê malbat li pey vê bûyerê bikeve û di mijara zelalkirina buyerê û cezakirina êrişkar de roleke çalak bilîzin û gelê me û bi taybet jî gelê Kurd û jinên Kurd divê piştevaniya malbatê bikin û heya êrişkar neyê cezakirin dest ji tekoşîna xwe bernedin.

Jin dema rastê destdirêjî û êrişê tên hewl didin xwe biparêzin, lê dema dibînin ku ti çareyek nîne xwe biparêzin jî, çareyê di xwe kuştinê de dibînin. Ev jî jêdera xwe ji wê digire ku gelek jinên weke Reyhane Cebarî dema xwastin xwe biparêzin û ji lewma mafê xwe yê parastina rewa bikaranîn, bi cezayê îdamê hatin mehkumkirin û qetilkirin. Yanî dewlet ji wan re dibêje dema mêr êrişê we bikin û destdirêjî jî li we bikin divê hun xwe neparêzin yan wê dawiya we weke ya Reyhane Cebarî be. Yanî bi ti awayî maf ji jinê re nasnake ku jin xwe biparêze. Ji lewma kujerê Ferînaz Xusrewanî ne tenê ew êrişkarê karmendê Otela Taraye, kujer û tecawizkarê esas dewleta Îran ya dijminê jinê ye. Ev êrişkar û tecawizkarane tev berhemên zêhniyeta pavşerû ya dewleta Îranê ye.

Divê di serî de jinên Kurd, jinên Îranî û tevahî gelê me li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin. Xwedî derketina li Ferînaz Xusrewanî xwedî derketina li rûmeta xwe ye û dawî anîn li çanda tecawizê ye. Eger em weke civak û weke jin naxwazin di nava bêrumetiyê de jiyan bikin û xwedî wijdanin divê bê helwest nemînin û li dijî ev polîtîkayên tecawizkar serî rakin. Divê jin bizanin ku ev ne tenê êrişa zilameke êrişeke sîstematîk a dewletê ye. Heya ku li dijî vê zêhniyetê tekoşîn neyê kirin, xwe rêxistin û zana nekin, hêza xwe ya parastinê ya kolektîv pêşnexin jiyana wan tev di xeteriyê de ye û her roj dor tê jineke din. Çawa ku jin li Efganîstanê xwedî li Ferxunde derketin û dengê nerazîbûnên xwe bilind kirin, divê dibin pêşengiya jinên Kurd de jî ev helwest pêşbikeve. Her ferdeke civakê jin-zilam tev eger nexwazin bi çanda tecawizê re jiyan bikin divê ji van êrişan re bêjin ‘Êdî Bes e‘. Ji bo tecawizkar bên cezakirin û bibe îbret divê her cûre tekoşîn were dayîn.

Bang li rêxistinên medenî, rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên parastina mafê jinan dikin ku tekoşîneke hevpar li dijî vê hovîtiyê bidin û weke jin hêza xwe li hember dewleta Îranê û desthilatiya mêr bikin yek.

Careke din di şexsê Ferînaz Xusrewanî ku tekoşîna parastina rûmeta xwe da û di vê oxirê de dawî li jiyana xwe anî tevahî jinên li rastê her cûre êrişên mêr û dewletê tên bibîr tînin û dibêjin bila çavê we li paş wede nemîne ku emê weke KJAR û HPJ dawî li vê çanda tecawizê bînin.

 

Kordînasyona Komalgaya Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê ─ KJAR