Di demeke bi vî şêvazî zîhniyeta ku hewl dide sazî û rêxistinên jinan bisekinîne û biryara girtina wan dixe rojevê, tenê xizmeta zîhniyeta DAÎŞ û dest avêtinê ya zilam dike. Di vê pêvajoyê ku li Kurdeistan û taybet Başûrê Kurdistanê di milê çeteyên DAİŞ û zîhniyeta destavêtina ya zilam ew qas qetliam û bûyerên bi êş hene, şûna ku rê ji xebatê jinan re bê vekirin û astengiyên heyî bi lezgînî bên rakirin, çûyîna biryara girtina Rêxistina RJAK hemû jinan dide fikirandin. Em kes û zîhniyeta ku di pişt vê biryarê dene, weke jin bi tûndî şermizar dikin û vê weke helwesteke siyasî û bîrdozî li hemberê têkoşîna azadî û îradeya jin dibînin. Pêvîste kes û hêzên ku di pişt vê biryarê de hene bi lezgînî ji vê zîhniyeta ku di milê civaka me de yê rê li ber nefret û kîn veke dest berdin. Ti kes di demeke bi weha de kû di her milî de taybet ser jina Kurd êrişên hovane hene wate nade biryareke bi vî rengî.

Zîhniyeta ku hebûn û rêxistinbûna jin, û têkoşîna azadiya wê ji bona xwe weke xeterî dibîne, li Şengelê bi deh hezaran jinên Kurd revand û bi şêvazên hovane qetilaman re derbas kir, li Rojhelatê Kurdistanê Ferînaz Xûsrawanî qetil kir, li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim ber bi sêdare bir û îro jî pêşî li RJAK digre. Di rojên ku salvegera darvekirina Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî tên bibîranîn û di demekê kû ji ber zîhniyeta zayendîperest a ku Ferînaz Xûsrewanî qetil kir, li Mûhabadê gelê me di kolanan de ye û bedel dide, çûyîna birayareke bi vî şêvazî gelo xizmeta kê dike? Em bang li gelê Kurd û taybet jinan li Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberê vê nêzîkatî û biryara ku xizmeta qetilkirina jina Kurd û çanda dest avêtine dike nerazîbûnên xwe nîşan bidin û bi xwedî derketin ji RJAK xwedî ji azadî û demokrasiyê li Başûrê Kurdistanê derkevin. Hem bêdengî li berambarê vê zîhniyetê hem jî pêkanîna vê biryarê ji bona gelê Kurd di qonaxeke bi vî rengî weke şerm û xeteriyeke mezin û şaşitiyeke dîrokî ye. Li Kurdistanê parastina destkeftiyên gelê Kurd û azadiya gelê me bi rêxistinbûn û azadiya jina ve girêdayî ye.

Em weke KJAR careke din vê zîhniyetê, û lîstok û berjiwendiyên siyasî yên ku di pişt vê biryarê de hene şermezar dikin û banga xwedî derketina jinan li RJAKê dikin.

 

Koordînasiyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistanê ─ KJAR
12.05.2015