Jin li kîjan devera cîhanê bin bila bibin êşên wan yekin. Îro adeta pirsgirêka jinê bûye pirsgirêke gerdunî. Ji jina herî modern bigirin heya jina dibin zexta civakeke dînperest û klasîk de heman pirsgirêkan dijîn. Çawa ku îro pirsgirêk hevpar û yekbin çareserî jî divê hevpar û gerdunî bin. Li her devereke cîhanê jin qurbanên herî mezin yên zilamê desthilatdar û berhemê wê dewletêne. Jin ji ber li herderê dibin qurbanên zêhniyeta zilam û dewletê ji lewma yên herî zêde li dijî dewletê serî radikin û ji pergalê nerazîne jî jinin. Eger di cîhanê de wê behsa muxalefeteke radîkal û hevpar a li hember dewletê were kirin jî wê jin be.

Ji ber vê sedemê ye ku îro dema jinek li devereke cîhanê li rastê terora dewletê û zilam tê li seriyeke din a cîhanê jî nerazîbûn nîşandan didin. Bêrehmiya mêr û dewletê her dijwartir dibe yekîtiya di navbera jinan de jî zêdetir dibe. Her diçe refleks û nerazîbûnên jinan hevpar dibe û jin li hember pirsgirêkên hev hişyar nêz dibin. Ji bo azadiya hevûdû xeman dixwin, êşa hev hîs dikin û di warê pratîkî de jî xwedî hêza çareseriyeke hevparin.

Li Îranê bi ti awayî azadiya fikir nîne û dewleta Îranê li hember hemû fikir û çalakiyên muxalifên xwe bi awayeke herî hişk diçewisîne. Jin ku ti maf û ewlehiyeke xwe ya jiyanê li Îranê nîne qurbanên herî mezin yên vê pergala mêrin. Jinên Kurd ku hem mafên xwe yên ji însanbûnê tên hem jî weke jin mafên wan yên hatine binpêkirin diparêzin li rastê her cûre hovîtiya dewletê tên. Hevala me Şîrîn Elehmhulî tevî sê hevalên xwe hate darvekirin. Hevala me Zeynep Celaliyan bi salane dibin şert û mercên herî giran yên zîndana rejîma Îranê de li berxwe dide. Her cûre şerê taybet û psîkolojîk li ser birêve dibin. Cezayê wê yê darvekirinê di encama tekoşîn û hestyariyeke hevpar a jinan de veguherandin cezayê muebet. Lê, îro ji ber êşkenceyên mezin yên rejîmê hevala me çaveke xwe ji dest daye û çavê din jî pir kêm dibîne. Her diçe jiyana wê zêdetir dikeve xeteriyê. Li roxmê hemû hewldanên me jî hevala me nayê azadkirin û ti mûdexeleyeke dermankirinê jî nayê kirin. Me dît ku eger jin dengê xwe bikin yek, tekoşîneke hevpar bidin û li hember êşên hev hestyarbin dikarin bi rejîmên herî dîkdator jî gav bi paşde bidin avêtin. Rejîmên dîkdator bi destê însanan hatiye çêkirin ancax bi destê însanan jî were hilweşandin. Ji lewma di mijara hevala me Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên jin yên çalakên siyasî, civakî de tekoşîneke radîkal û hevpar a jinan ferze û wezîfeyeke exlaqiye. Ji bo me jinan divê ti sînor nebin û em sînorên sunî yên desthilatdar ji bo me çêkirine divê di zêhnê xwe hilweşînin. Dibe ku weke coxrafya em ji hev durbin lê, îro em ji saya ragihandin û teknolojiyê dikarin di heman kêliyê de ji hev agahdar bibin û ev ji bo tekoşîna hevpar jî awantajeke.

Em weke KJAR piştevaniya Jinên Arjantînî ya xwedî derketina li girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û her wiha rakirina posterê Zeynep Celaliyan û Ferînaz Xusrewanî silav dikin û sipasiya xwe îfade dikin. Xwedî derketina wan a li Zeynep Celaliyan weke xwedî derketina li tekoşîna azadiya jin li Îranê dibînin. Em weke KJAR ev helwesta jinên Arjantînî pir watedar dibînin û qîmeteke mezin didinê.

Hem weke jin hem jî weke jinên Kurdistanî gelek xalên me yên hevbeş yên bi jinên Arjantînê re heye. Çawa ku Arjantîn ji ber dewlemendiya xwe tim bû hedefa hêzên dagirker û kolonyalîst, Kurdistan jî her timî bûye û dibe hedefa hêzên dagirker. Ji ber dagirkeriya li Kurdistanê em hem weke jin hem jî weke Kurd li rastê her cûre hovîtiyan hatine û hîna jî tên. Arjantîn jî her timî bûye hedefa dagirkeran û hemû cûre dikdatorî û zilm li ser gel û jinan birêve çûye. Ji ber zilm û dagirkeriya mezin a li Arjantînê jî çandeke Kur a serhildêriyê ya gelên Arjantînê û jinan hebûye. Ti carî vê pergalê qebûl nekirine û her timî bûne xwedî çandeke berxwedanê. Ev çanda wan a serî netewandinê, şoreşgeriyê û berxwedaniyê hiştiye ku ti car hêzên desthilatdar nekarin li Arjantînê temen dirêjbin. Ji tekoşîna dayîkên Arjantînî ya li hember zilma dewletê bigirin heya rêxistinên jinan yên parastina mafeke wekhev a ji bo gelan û jinan xwedî dîrok û çandeke binirxin. Hem weke jinên Kurdistanî hem jî weke jinên Arjantînî gelek tişt hene ku em bihevre parve bikin û bidin hev. Gelek ezmûn hene ku em bihevre parve bikin. Helwesta wan a hişyar û hestyar a li hember girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û rakirina postera keça Kurd a serî ji tecawiza dewleta Îranê re netewand Ferînaz Xusrewanî pir hêja dibînin û weke peyama tekoşîna hevpar a jinên Arjantînî û Kurd dixwînin.

Ev çalakiyên hestyar û xwedî derketinê wê bibe sedem ku em zêdetir nêzî hev bibin û zêdetir hev hîs bikin. Helbet wê tekoşîna me ya li dijî pergala zilamsalar jî bihêztir bike û çareseriyeke lezgîn ji bo pirsgirêka jin bîne. Çawa ku jinan bi rejîma Îranê gav bipaşve dan avêtin û cezayê darvekirinê yê hevala me Zeynep veguherandin muebetê em bawer dikin ku wê ev çalakî û helwestên pir hêja yên jinan jî azadiya hevala me zeynep û hemû parêzvanên jin yên îro dibin zexta rejîmêdene jî mîsoger bike. Hêvîdarin ku ev helwest her biçe bihêztir bibe û tekoşîn û çareseriyeke gerdûnî ji bo pirsgirêkên jinan bîne û di tekoşîna wan de serkeftinê dixwazin.

Em weke KJAR amadene ku li gel hemû kesayet û komên ji bo parastina jinan têdikoşin werin gel hev û hevdîtinên watedar ji bo azadiya jinan pêk bînin û ezmûnên xwe bihevre parve bikin. Ancax tekoşîneke hevpar a jin pergala dîkdator a dewletê û zilamsalar têk bibin.

 

Koordînasyona Komalgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistanê ─ KJAR
21.05.2015