Ev 4 salin ku em li gel Komara Îslamî di nav agirbestekê de ne, lê hikûmeta Îranê pir caran madde û pîvanên agirbestê bin pê kirin û bi girêdayi ragehandinê Komara Îslamî jî dest bi şerê propagandayî dijî hereket û gelê me kirin. Hereketa azadîxwaz a Rojhelatê Kurdistanê her ji destpêke heta niha li pey çareser kirina pirsgirêka Kurd bi rêka mûzakere û çareseriyên siyasî bûye, lê dewleta faşîst a Îranê, pir caran vê niyeta baş sûîîstîmal kiriye. Sîstema komara Îslamî, bi şêwazên tecawûzkarî û înkargerî li hember gelê Kurd û bi taybet dû salên dawiyê de zext û zoriya xwe zêdetir kiriye. Bi heman armancê ji bo ku hêzên me têk bibin, her plan ceribandin. Rûxmî giredayî Yekîneyên Parastina Rojhelatê Kurdistanê bi madeyên agirbestê, lê saziyên çewsîner yên sîstema faşîstiya Îrane wek Sipahê Pasdaran, hêzên întîzamî û saziyên Îtlaat û besîc, çendîn caran ketine nava hewldanên komplo û çalakiyên ji holê rakirina Gerîla û di wê demê de çendîn Gerilayên me bûne qûrbanî ji ber siyasetên qirêj yên komara Îslamî û tevlî karwanê pakrewanên rêya şoreşê bûne.

Di halê hazir de saziyên serkutkirin ê Komara Îslamî ya Îranê gelê me di Rojhelatê Kurdistanê de bi jenodîsên siyasî, çandî, aborî, êkolojîk û civakî re rû bi rû hiştiye û dest bi çêkirina bingehên leşkerî, cêkirina bendawan bi mebesta mîlîtarîze kirin û berbelav kirina siyaseta cerdevanî (caşîtî, besîc û kontra gerîla) dike. Sîstema komara îslamî, hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê ji Ûrmiyê heta Îlam û Loristan kirine bingehên mezin yên leşkerî û bi meşandina wan siyasetan rewşa vê herêmê rastî qeyranekî mezintir kiriye.

Di wî demî de gerîlayê me ji bo ragirtina maddeyên agirbesta ku di sala 2011’an de hatibû girêdan, bi şêwazek yek alî giredayî man. Di wî demî de, hûkûmeta tecawûzkara Îranê, hemû made û pîvanên agirbestê binpê kirine, nîyeta me ya baş bi kar anîne, çend hevalên me bi şêwazên hovane şehîd xistine, pir ji heval, kadroyên herêmî û welat parêzên me di zîndanan de bi îşkenceyan re rû bi rû hiştine. Her di vê çarçoveyê de navendên şerê taybet ê sîstemê, bi siyasetên zêdekirina madeyên hoşber (narkotîk) û fihûşê di hemû herêmên Kurdistanê dixwazin gelê me bê îrade bikin û teslîm bigrin.

Dewleta Îranê di sala 2015’an de li ser esasê siyasetên xwe yên şerxwazane de hejmara êrişên xwe yên leşkerî dijî gerîlayên me zêdetir kirine ku eger gerîlaye me bi hişyarî nêz nebûna, emê her roj biketana pevçûn û şer de. Her wiha di berdewamiya wan siyasetan de, di çend rojên dawî de hêzên Întizamî, Sipahê pasdaran û kontra gerîla di herêmên Ûrmiye, Mukriyan, Bane, Merîwan, Ciwanro, Dalaho û herêmên din yên Rojhılatê Kurdistanê, dest bi çalakiyên leşkerî dijî hêzên me kirine. Di roja 20ê Gûlanê li Merîwan û 21ê Gûlanê li Ciwanro bi sedema kemîn û operasiyonên leşkerî yên hêzên Komara Îslamî, dû pevçun çê bûne ku di van pevçunan de 3 pasdarên Komara Îslamî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. Her wiha roja 23ê Gulanê jî di herêma Ciwanro, hêzên sipaha pasdaran ya komara îslamî tîmek me yê gêrîla bi çekê giran û 2000 leşkeran, dorpêç kirine û êriş birine ser van. Pevçun ji saet 3 heta 4:30 êwarê jî dewam kiriye. Di vê pevçunê de 3 Pasdar û cerdevanek hatiye kuştin. Her wiha di vê pevçunê de dû hevalên me gihîştin şehadetê ku navê van hevalan wê duvre were ragehandin. Peywendiyên me bi dû gêrîlayê me re qût bûye ger ku me zaniyariyek sebaret bi vê mijarê wergirt em ê heval û gelê xwe agahdar bikin. Em wek fermandariya biryargeha navenda Yêkîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, YRK û Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê, HPJ ji ber şehadeta her dû hevalên xwe ji hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin û li gel rêz ji berxwedana bêhempa ya şehîdên xwe, radigehînin ku bi girêdayî man bi xeta xwe ya tekoşînê re, tolekî giran ji hêzên dagirker yên sistema faşîstî ya Îrane bistînin.

 

Fermandehiya Biryargeha Navendî ya Yêkîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê ─ YRK
25.05.2015