Bûyera li navendeke tendûristiyê ya Qamişloyê qewimî hem tevahî raya giştî ya Kurd xemgîn kiriye hem jî ji bo me wendahiyeke pir mezin e. Gelê me yê Rojava ku her roj di şerê li dijî DAIŞ’ê de zarokên xwe şehîd didin rudana buyereke wisa bi êş helbet ne tenê ji bo gelê me yê Rojava, ji bo tevahî gelê Kurd wendahî û êşeke mezine. Em weke KODAR êşa gelê Qamişlo ji kurde parve dikin û xemgîniya xwe diyar dikin. Di serî de sersaxiyê ji hemû malbatên ku kes û karên xwe di vê buyerê de ji dest dane re dixwazin û ji bo birîndaran şifaya lezgîn hêvî dikin.

Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ya asayî dibin siya şerde didomînin. Şoreşeke tije zehmetî û bixwîn jiyan dikin. Ji lewma demên şoreşan demên herî zehmetin û derfetên jiyaneke asayî jî kêmin. Eger îro qezayeke bi vî awayî li nexweşxaneyek de ru dide, sedema xwe kêm derfetî û şertên nebaş yên jiyanêne. Ev bûyer careke din me tevan da fikirandin ku divê alîkariya madî û tenduristiyê ji her alî ve ji bo gelê me yê Rojava bê kirin ku êdî bûyerên vî awayî trajîk ru nedin. Jixwe em weke gel her roj berdêlên mezin di şerên li dijî desthilatdaran de didin lê, divê em bi her awayî hewl bidin ku bûyerên bi vî awayî trajîk rûnedin û şert û mercên herî baş ji bo gelê me saz bikin. Ev ne tenê wezîfeya gelê Rojavaye ev di heman demê de wezîfeya me tevane ku divê em gelê xwe himbêz bikin û di her warek de bi wan re di nava piştgiriyêde bin.

Bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî xebatkarên tendûristiyê û bijîşkên Rojhilat, dikin ku di warê tendûristiyê de jî li gel gelê me yê Rojava bin û ji bo gelê me di şert û mercên başde bên dermankirin alîkariya xwe texsîr nekin. Ev hem wezîfeyeke însaniye hem jî wezifeyeke exlaqiye. Em bawerin ku wek her timî gelê me yê Rojhilat wezîfeyên xwe yên însanî û neteweyî pêkanîne di vî warî de jî bikevin nava hewldanan û kêmek jî be birînên gelê me yê Rojava derman bikin.

Dîsa careke din sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifayeke lezgîn ji birîndaran re hêvî dikin. Serî tevahî gelê me saxbe.

 

Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê ─ KODAR
01.06.2015