Em weke KJAR serkeftina HDPê li Rêber APO hemû gelê Kurd û jinên Kurd pîroz dikin. Serkeftina hilbijartina, serkeftina jinaye. Ev serkeftin, serkeftina gelê mazlum û hemû netewên li Kûrdistan û Tirkiyê jiyan dike ye.

Rixmê ku hilbijartin bi awayekî demokratî û adilane nehatiye encam dan, û herwiha rixmê hemû hêrîşên dijwar li hemberî gelê kurd, encama tekoşîna gelê kurd û netewên li kurdistanê û tirkiyê, û kesîmên demokratîk doh êvarê derkete holê. Ji bo ku HDP bendavê derbas neke gelek hêrîş hatine ser û hewldanê qatiliamê çêbûn lê gelê kurd tu carî li hemberî van hêrîşan gav paş de neavêt û helwestê xwe di sandoqên hilbijartina de da nîşandan. Serkeftina HDP têkbirina dîktatorî û pêkanîna demkrasiyê ye. HDP ji bo jiyaneke azad û demokratîk gavên yekemîn avêt. Di van hilbijartinan de yên bi dil û can beşdarbûn ji bo ku bendav bê derbaskirin jinên kurd û dayîkên kurd bûn. Serkeftina HDP bersiva jinên Kurd ji bo Erdogan bû, ji ber ku dema hilbijartina bi awayekî bê exlaq hêrîşî jinên Kurd kiribû. Lê di van hilbijartina de derkete holê ku êdî jinên Kurd û jinên Tirk bi tu awayî hebûna AKP napejrîne ji ber ku hebûna AKPê tê wateya kuştina jinan, bê adeletî hemberî jin û ne wekheviya jin û zilam. Di van hilbijartinan de mijara herî binirx, derketina namzetên jin bû. Heta niha bi awayekî aktîf jinên Kurd nikarîbûn di nava siyasetê de cîhê xwe bigrin, lê encama têkoşîna jinên Kurd a 40 salî îro jinên ku di siyasetê de pêşengtiyê dikin û dengê xwe didin siyaseta demokratîk û azad, derketine holê. Lê em vê bawerin ku namzetên jin wê gohertinên mezin ji bo jinan ava bikin û ewê nêzîkbûnên cînsiyeparêz têk bibin. Serkeftina siyaseta demokratîk pêşî vekirina siyaseta demokratîk a Rojhilata Navîn e. Em vê bawerin ku ev serkeftinê hilbijartina wê di herêmê de gohertinên mezin bi xwe re bînin. Ev serkeftin serkeftina hemû netewane ku li Kurdîstanê û Tirkiyê jiyan dikin û ev hilbijartin pêşeroja tirkiyê diyar dike.

Em weke Kordinasyona KJAR, kêfxweşiya serkeftina HDPê parve dikin, û di pêşdebirina têkoşîna azdiya jin û netewa demokratîk xebatê wan ên pêşerojê de serkeftinê dixwazin.

 

Kordînasyona Komalgaya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ─ KJAR
08.06.2015