RejÎma îranê hewil dide ku civakê ji pirensîbê wê yê exlaqî dur bixîne, ji bo wê jî bi hemu rengê qirêj yê derveyî exlaqê civakê sîstema xwe yê tecavuzger li ser jin bi rêve dibe û her roj jin dibe qorbanê vê sistemê, buyerên ku jin her roj di nava îrane de jiyan dike û her roj bi qetlê namusî, xwekujî, madeyên hoşber, fihûş, destdirêjî u… ru di ru dimîne, ji ber ku hemuy wane bi rengên veşartî bi destê rejîma îranê tên kirin, ji tecawuz geran hesab nayê xwestin, heta dawiyê serbest berdidin, ji ber ku ev buyer hemu destkeftiyên rejîma îranê ne, ev roj eger zarokekî keç ya 11 salî vehşiyane rastî tecavuza şeş zilaman tê ,ev rastiya zehnîyeta rejîma îrane ye ku ew bo xwe tecawuzgere û tecavuzgerê xwe di nava civakê da belav dike, heta dawiyê wan diparêze, ev ne buyera yekê ye tersî wî, buyera sedan û hezaran jinane ku kujerê wan û tecawozgerê wan bê hesab xwastin digerin. Buyera Ferînaz Xosrewanî ku bi destê îtilaatê rejîma îranê hat kirin, rejîma îran bi zanebun hewl da ku bi rengekî qirêj ew buyerê berovajî bide nişandan, lêbelê bi berxwedaniya Ferînaz ruyê rast ya tecavozgeran derket holê. evqasî rejîmek dij bi exlaqê însaniyetê ye. Roxmê wan hemu rastiyên dij mirovahiyê heta niha ti hesab nehatîye xwestin û rejîm hewil dide ev buyerên qirêj û vehşîyane ku li hember jinan pêk dîne, veşêre û tecavuzgeran bipareze, ev jî dihele zarokên deh û yazdeh salî rastî tecawoza şeş kesa werin. lêbelê hem tevgera azadiyê û hem gelê me wê baş dizanin, ev bê exlaq buna rejîma îrane ye ku ser nirxên civakê birêve diçe kû pewîste hemu gelê îran û Rojhilatê kurdistanê bi taybetî jin beramberî wan kiriyarê rijîma îranê ya tecawozger bêdeng nemînin. Ji ber ku ev hemu qirêj buna zehnîyeta hegemonîk û desthilatdar ya devletgera ye. Pewîste rejîma îranê baş bizanibe ku ev buyerên vehşîyane wê li milê tekoşîna azadiya jinan ti carî bê bersîf nemînin, weke berxwedanîya ferînazan, berxwedanîya jina wê hertim dilê tecaozgerê rejîma îranê bilerzîne û hesab ji wan bixwaze. Em jî weke KJAR carekê din wê zihniyeta tecavuzger lanet dikin û soza bilind kirina tekoşîna azadiyê didin û bi bilind kirina tekoşîna azadiyê re ku yek ji xofên tecavuzgerane emê întîqam bigirin. KJAR bi hêzên parastina jinan ya HPJ bersîvên pêwîst û radîkal bide wan siyasetên rijîma îranê kû dixwaze bi şikandina îrade û kesayeta jinan li rastî de hemû nirx û behayên civakê û îradeya gel bişkîne. Ji bo wê yekê pêwîste jinan bi bilind kirina asta têkoşîna xwe ya azadî bi yekgirtina hemu hêzên jinan kû temsîlên jinan li her netewekî îranê dike li dijî siyaseta destdirêjiyê rijîmê derkewin û xwedî helwestekî bi hêz bin. Bi taybet bi çalakî û rêpêwanên hawkat û seraserî li îran û rojhilatê kurdistanê destek biden xebat û çalakiyan kû li her derekî tê kirin. Her buyerekî kû bi ser jinêkî bê anîn gereke em bi hev re xwedî helwestekî radîkal û hewbeş bin heya siyaseta rijîmê welayetê feqîh ya dijê jin u dijî azadiyî wala derxen û hisab ji xwediyên zihniyeta destdirêj ker ya deselatdar bixwazin.

 

Kurdînasiyona Komelgay Jinanî Azadî Rojhilat ─ KJAR
21.06.2015