Ev demeke rêjîma Îran bi avayekî giştî ketiye nav hevldanên şer. Herçend ji bo ku Îran gêrîlayê me têxe nav şerekî, bi awayêk aktîf di nav hewldanê pirovakasyonê de ye. Sipahê Pasdarana Îranê ev demeke girêdayî bajarê Merîwan bajarokê Sewlawa û pir deverên din her wiha li çend gondên girêdayî bajarê Kamyaran, Dalaho û Hewerman bi sewqiyatê leşkerî û hêzên zêde ji bo gerîlayan pisu davêje, herwiha eraziyê Kurdistanê dide ber top, havan û doşkayan û ji ber wê yekê pir daristanê heremê şewitiye. Eynî demê de rêjîmê ji bo temirandinê tu hewldan nedaye.
Fermandariya YRKê dide xwuya kirin ku rêjîma Îran li bajarê Serdeştê pir tepeyê istiratêjî bi hêzek pir zêde û silahên giran milîtarîze kiriye û amadekariyê xwe yê şer dike ji bo ku hevalên me tehrîk bike, pisuya dardixe û hevalê me dide ber fîşekan, em weke hêzên parastina Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku haya gelê me hebe hemu hewldanê rêjîma Îran qirkirina gelê Kurd û tune kirina tevgera azadiyê ye.

Em careke din dibêjin ger ku pirovakasyon berdewam bike em wek gerîlayê parastina Rojhelat tedbîrê lazim bigirin û ger kuştinik çêbibe em neberpirsyarin.

 

Fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê ─ YRK
13.07.2015