Em êrişa dewlata nijadperest û faşîst ya dewleta Tirk û hevkarên wan ku rê didin axa Kurdistanê bê bonmbebarankirin şermezar û nelet dikin. Cangoriyên di vê êrişa hovane bi bîr tînin û serê gelê me û malbatên van cangoriyan sax be.

Em vê êrişa hûkûmeta AKP di vê demê, tenê weke siyaseta faşîst ya dewleta Tirk nabînin, konsept û polîtîkayeke nûh ya hêzan dij bi gelê kurd e. Di milekê bi mehane hevdîtina bi Rêberê gelê kurd re bi timamî sekinandine, heman dem rojê dehan ciwan û siyasetmedarên kurd binçav dikin, komkûjiyê weke yê Pirsûsê dikin, çeteyên xwe yê DAİŞ berê wan didin kurdan, her roj operasyonan dikin û di milê din ji kurdan re jî dibêjin çekan danên û hemberê vê hovîtiya em ser we dimeşînin bê deng bin. Ev hemû kiryar di milê hêzên nav netewî de ji gelê kurd re rewa û nedîtî ve tên û ne terorîzm û faşîzme, lê belê dema gelê kurd hemberê van kiryaran xwe diparêze ew yek dibe teror û pêşî lê girtina aştiyê. Her kes vê rastiyê bi avayeke pir vekirî dibîne, lê belê dema behsa berjiwendiyê li herêm û bi dewleta Tirk di holê de be her kes ker û lal dibe, dîsa kurd sûçdarın! Bangên hestyarî û bê helwest bûnê li hemberê ewqas faşîzma kûr hovîtiyê di vê demê de, gelê kurd û hereketa azadiya kurd re kirin dûrê aqilane. Çima rûxmê ewqas hestyariya gelê kurd di vê pêvajoya diyalogê de tu dewlet û hêzekê, ev bang li raydarên Dewleta Tirk ku bi sedan êrişên derveyê mirovahiyê ser gelê kurd û hereketa azadiyê dikir nedihate kirin. Yên ku ji xwe banga vê dikin û destxweşiya AKP û kûjerên gelê Kurd dikin, ji xwe hevkarê van êrişane. Tişta herî bi sosrete helwesta KDP û hin siyasetmedarên li Başûrê Kurdistan’ê ye ku hevkariya wan bi vi êrişê, bi avayeke vekirî radixîne ber çav. Şûna ku li hemberê vê siyaseta qirêj ya AKP û tecawiza ser axa Başûrê Kurdistanê û hedefkirina insanên sivîl xwedî helwest bin û şermizar kin, destxweşiya dewleta Tirk dikin û bi avayeke pir polîtîk dibên PKK ev yek heq kiriye. Pêvîste gelê me li her çar parçê kurdistan û Taybet Başûrê Kurdistanê baş bizane ku ew şerwanên azadiyê ku bi fermana KDP bi balafirên AKP tên hedef kirin, heman Gerîlayên qehriman bûn ku li Kerkûk û Başûrê Kurdistanê parêzvaniya vê axê dikirin. Helwest û daxûyaniyên KDP bêgûman tenê xizmeta siyaseta kuştina kurdan dike û tenê hirsa gelê me bilind dike. Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi ti şêvazî gere rê nede ku partiyeke Kurdî bi navê wan, ser bingehê berjiwendiyê xwe bi dijminên kurdan re di qetilkirina ciwanên kurd de bibin hevkarê vê xiyanet û rûreşiya dîrokî.

Pêvîste gelê me şiyar be û bizane ku li hemberê gelê Kurd konsepteke nûh ya qirkirinê bi li hevkirinên dewletên nav netewî û dewletên dagirkerê Kurdistanê heye. Dewletên herêmê, dewletên Avrûpayî, dewleta Îran û welatên 5+1, Dewleta Tirk û hêzên NATO diyare ku ser mijara kurd hin lihevkirinê wan hene. Ji bona destwerdan û hemleyeke nûh li herêmê dîsa gelê kurd dikin qûrbanê siyaseta xwe. Çewa ku gelê kurd bi berxwedaniyeke bêmînak li Kobanê, Şengal û Kerkûkê ev siyaseta van hêzan vala derxist di vê demê jî pêvîste ku gelê me li her çar parçê Kurdistanê taybet jî li Rojhelatê Kurdistanê dij bi vê siyasta qirêj ya van hêzan bi rihê Kobanê beşdarê vê qonaxê bin. Ciwanên kurd di vê demê pêvîste ku berê xwe bidin çiyayên Qendîl û bi vi şêvazî vê siyaseta qirêj vala derxînin. Her ciwanek di demên wisa de pêvîste ku bi erka xwe rabe û xwedî ji cih û warê xwe û nirxê têkoşîna azadiya gelê xwe derkeve. Pêvîste dijminên gelê kurd û hevkarên vê siyaseta qirêj baş bizanin! kû gelê kurd çewa Kobanê ji siyaseta qirêj ya van hêzan re kirin Goristan, yê vê carê her çar parçê Kurdistan’ê wan re bibe goristan. Em beng li hemû raya giştî û mirovahiyê dikin ku nebin hevkarê vê rûreşiya dîrokî.

 

Meclisa Partî Jiyanî Azadî Kurdistan – PJAK
27.07.2015