Em weke Partiya Jiyana Azadê Kurdistanê PJAK li hemberê Ş. Sêdare, Sîrwan Nijawî bejna xwe ditewînin û ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxî dixwazin, soza bilindkirina têkoşîna wî didin. Vê siyaseta sêdare û rêbazê Hovane yê rejîma Îranê nelet û Nifrîn dikin û yê hisabê van kiryaran ji vê rejîmê re nemîne.

Rejîma Sêdara Îranê her tim di demên xwe yê tengav û bêçaretiyê de bi qetilkirin û siyaseta sêdare berê xwe dide têkoşîna gelan, di vê demê jî ku qeyranên siyasî û parçebûnekê di nav xwe de dijî heman rêbazî li hemberê gelê kurd raber dike. Di vê qonaxê ku hin imtiyaz ji Emerîka û derdor girtiye bi avayeke pir çavsor û bê naskirina ti qûral û zagonan, meşandina her cûre hovîtiyê di milê xwe de rewa dibîne. Darvekirina çalakvanê Kurd Sîrwan Nejawî jî di vê demê bê gûman bê armanc nîne û rûyê vê rejîmê yê hovîtiya hemberê gelê kurd radixîne ber çav. Di milekê dewleta Rohanî bi seferên li kurdistanê yê behs ji çareserî û piştgîriya gelê Kurd bike, lê belê hemen piştî wê seferê ciwanên Kurd darve bike, daristanên Kurdistanê bişewitînin û ser sînoran kolberên Kurd qetil kin û li çiyayên Kurdistanê bi rêya çeteyên xwe êriş ser hêzên parastin gel kin. Piştî pêvajoya lihevkirina Dewleta Rohanî bi Emerîka, sefera wî ya Kurdistan û êrişên dewleta Tirk ser hereketa Azadiya Gelê Kurd bêgûman ev siyaseta ku li Rojhelatê Kurdistanê tê meşandin ji rêzê nîne. Dewleta Îranê di vê demê de bi van êriş û darvekirinan hewl dide ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk û heman dem konsepta qirkirinê ya hevbeş ku ser gelê Kurd tê meşandin, nîşan bide.

Demeke ku li kurdistanê pergaleke mîlîtarîzm û hemen hemen her roj operasyonên berfireh yê dewletê li hemberê Gerîlayên YRK û HPJ li çiya didome. Pêvîste ku ev yek di milê Rejîma Îranê de baş bê zanîn, ku li hemberê her cûre êriş û siyaseta qirkirin û operasyonên ku tinekirina têkoşîna vi gelî armanc dike yê gelê Kurd û Hêzên parastina vi gelî bê bersiv nemînin û yê mafê xwe yê parastinê bi avayeke pir aktîf û bi hêz pêk bînin. Dewleta Rohanî bi siyasta darvekirin û hin operasyon û girtinên ku pêş dixîne yê nikaribe pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigre. Gelê Kurd di dema xwe ya herî bi hêz deye û van rêbazan zûde li kurdistanê iflas kiriye. Gelê me ku biryara xwe ya azadî û berxwedanê daye, li hemberê van siyasetan hê bi azweriyeke mezintir berê xwe didin têkoşîna azadiyê.

Di vê qonaxê de ku dijminên gelê kurd rûxmê hemû konsept û hevkirinan bi şêvazên herî hovane êriş ser gelê me û têkoşîna vi gelî li Kurdsitanê dikin jî, bêgûman li hemberê berxwedan û şêvazê têkoşîna azadiya vi gelî de bêçare mane û bi bersivên herî giran re rû bi rû dimîn. Pêvîste ku ev yek baş bê zanîn ku gelê kurd û hereketa me ku salane hemberê her cûre dagirkerî, zext û heya qirkirinên di asta herî jor de neşket û teslîm nebû di vê qonaxa têkoşîna xwe de jî yê tû hêz nikaribe vê têkoşînê bide sekinandin.

Gelê kurd bi berxwedêrên weke Şîrîn û Sîrwanan destana qehrimantî û ideaya serketinê daniye holê. Ne darvekirin, ne girtin û ne jî operasyonên ku tên pêşxistin yê bi ti şêvazî pêşî li idaya azadiya vi gelî bigre û dewleta Îranê jî ji Tirsa pirsgirêka kurd rizgar bike.

Em bang li gelê xwe û taybet jî ciwanên kurd dikin ku xwedî ji têkoşîn û berxwedana Sîrwanan derkevin û bi vi şêvazî davî li siyaseta darvekirinê ya vê rejîma Sêdare bînin. Li hemberê şêvazê hovane yê sêdare û vê qetla mirovahî her insanê ku xwedî vicdane pêvîste ku van kiryarê rejîma Îranê mehkûm bike û ji vê rejîmê re bi yek dengî bê gotin qetilkirina mirovahî re ne!

Em vê kiryara hovane ya rejîma sêdara Îranê careke din lenet û nifrîn dikin!

 

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistan – PJAK
09.08.2015